destî kurtim ke negatin beser û perçemî yar

awî tirê û awî henar
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  808 Dîtin
destî kurtim ke negatin beser û perçemî yar
xom lebo damenî pakî ekeme toz û ẍubar
arezûy ’ehdî şebabî minî bê dił ewe bû
dengî mutrîb, camî cem dîtnî yar, fesłî behar
min weha bûm û weham kird, hemû baye, çi nîye
herdemêkî ke bebê yar biçê deřwa xesar
midtîst tişne liban mintizir yar minindFarsî
saqya mijde ke yar amd ast bade byarFarsî
’aşiqî mewhîbeye, gote nîye, dem mekewe
ba bimênê le diłit herçî heye meyxere zar
řû le minziłgehî diłdar meke qet bes be delîl
dûre derçî be selamet çi pyade û çi swar
salîkêkî eserî ḧusnî silûkî ke nebî
ḧelî îşkalî deka awî tirê û awî henar
ger bikem wesfî qedî dulberekey xom le çemen
řadewstin be milî k çi semen û seru û çinar