ey dila ger te divêtin bibî da’im mesrûr

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  1279 Dîtin
ey dila ger te divêtin bibî da’im mesrûr
di terebxane’ê dunya vexwe ava engûr
pê nebe ẍefletê ẍewẍa’ê cehanê bidřîn
ji meqamê ku bi hiş tê ji sedayê tenbûr
zimzima zemzemeya rahê ḧuseynî ji ḧicazNava taybet
vexûnit ke’beyê dil ta bite bît alim’imurErebî
perde’ê zulmetê ’işqa li cehanê bidřîn
ji nezergahê cemalê tu ḧicabê bike dûr
menzerê dîde’ê canê te munewwer nebtin
neslê ma zaẍErebî nekêşî tu ji xal û xetê hûr
gunehan ger nebuyan lezzet û zewqek ḧaşa
fa’il asim nedbû, tark û ta’ib me’cûr
mey û me’şûq û hewesbazî û dunyayê zuhûr
nebû wana nedbû ismekê ellahî ẍefûr
min guneh tê bi gunahan ku di nîv baẍê cehan
semerê xweştir evin, bûn bi ḧeramî meşhûr
hingî dewrê felekê saẍerê me dewr diket
meh û salan digirt herwe ji ’umrê me qusûr
řabe ey saqîyê mehweş tu ji reẍma felekê
bide min bade’ê le’lê tu ji cama feẍfûr
şeyxê cam er nefesê hemdemê dil ket bê murad
li muradê dilê murde dibtin keşfê qubûr
ye’nî ew xane’ê gil nabte qabil qet’a
ne bi çeşmê dilê nazir ne bi řûyê menzûr
’işqibazî du terîqin çi ḧeqîqet çi mecaz
şem’ê can dê bisujîtin çi bi nar û çi bi nûr
şebê zulmatê bi imkanê dibit subḧê numa
aftabê eḧedîyet ji feleq tête zuhûr
ser û mal û dil û canê me fidayê te bitin
bike qelbê me tu saqî ji şeraba xwe tehûr
da bikem kesbê meqamat û ’uluwê derecat
ya bikem keşfê keramatê ji dara mensûr
zahda ger te divêtin tu xudê nas bikî
were ber saye’ê şemşad qedan qet meçe dûr
bi zyarê were qeyda şecera wadyê qudis
ku bizanî bibhî sîtê ena alilhErebî ji tûrNava taybet
ez lema şîfte û walhê meḧbûbanim
ku di nîv ayîne’ê cebhetê wan min dîye nûr
her dema netirkê xilxalê binê têne xurûş
her dema turre ji ber tayê qeseb tête sudûr
yane kakul ji kinarê kulehê keç biderîn
ya xetê miskê biřêj ket ji kinarê kafûr
kafrê ’işqim eger ez nedemê îmanê
ya bi miḧrabê birûyan nebirim secde ji dûr
wa’za guh bide min da bibhî neqlê seḧîḧ
musḧefa çehre’ê xûbane kitêba mestûr
defterê ’işqê neda dest te mu’elilim ji ezel
me’neya ayetê ḧusnê li te lewma mestûr
bê tekelluf dixurim sûndê bi qur’anê şerîf
xanyaNasnava edebî sûretê canane bi min sûre’ê nûr