’işweyek da me seḧer wê perîya ḧûrî sirişt

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  1462 Dîtin
’işweyek da me seḧer wê perîya ḧûrî sirişt
şefeqa berqê cemalê dil û can suhit û birişt
me nezanî ku melek ya ne beşer ya perî bû
yedê beyza weku mûsaNava taybetyî li qetlê vedmişit
bi temennaya şehadet ’aşiqan can bire pêş
ellah ellah çi ẍerezdare ku yek ferde nekuşt
ki’bih alilhErebîy cemalê me dikir çîne tewaf
xeyberî hatne min xal û xet û çenber û qişt
’ilmê esma me jiber kir di dibistanê sifat
talbê zatîme lew min şemmirand baẍê bihişt
ademê kamil ezim bûyme mescûdê melek
mudde’î ger nebtin secde bi min ha serê xişt
xanyaNasnava edebî dê hebtin bê huneran laf û gezaf
aferîn ber te ku ev şîwe ji bo kes te nehişt