ḧîkayeta sîh û nehê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 5 Xulek  849 Dîtin

neqil diken divê tarêxêdanê 1235 weku bûye sefera îranê û řomê, wî weqtî aẍayê sîpkan silêman aẍa û aẍayê tayfa zîlan ḧisên aẍa, ew herdû digel êlêd xwe li xaka îranê bûyî, xidmeta şahê êranê dikirin, weku nêzukî muḧarebeyê bûyî, na’îb seltene, ’ebbas mîrza, silêman aẍayê sîpkî û ḧisên aẍayê zîlî, xwestye nik xwe û her dû jî birîne ḧuzura dîwanê û ekabir û xewanînêd îranê jî pêkve le ḧizura ’ebbas mîrzay gelek newaziş û řwî dil û teklîf ji boy wan aẍa leran û heryekî ji wane dû şalêd şemle jî qîmet û şîrêd zêřîn êḧsan kirî û gotye wan ku hûn ẍulamêd sadqêd şahin, muḧareba me û řomê heye, we dibînim lwan serḧedan muqeyyed bibin û ẍulamî îcra biken, elbette hûn ji kerema ḧezreta şahyê çiraẍ dibin, îcarê jî xewanînêd îranê ji xanêd welatê rewanê, xanê tayfeya ay řomyan zeman xanê kuřê qasim xanî ji ḧesedê gotye ’ebbas mîrzay, ku şahim eve çye tu hinde reẍbet û rî’ayetê dinêva xewanînêd îranê livan aẍayêd ekiradan jin qeḧbe dikey, eger çi ’ebbas mîrza ji vî xeberî sil bûye û zeman xan teqdîr kirîye, lakîn silêman aẍayê sîpkî ji ẍîretan neḧemmilandî, li wê ḧizurê gotye, ku zeman xan subeyê jin qeḧbetî kifiş dibtin, herçye ’ebbas mîrzay zeman jiḧzurê qořand, êdî tenbîh û te’kîd li silêman aẍay û ḧisên aẍay kirye ku we debînim hûn digel êlanêd xwe barbiken û biçne sînura romê û muqeyyed û baxeber bin, bilanê casusêd we ji semtê welatê řomê kêm nebî û serguhya welatêd sînurêd êranê biken, îcarê silêman aẍa û ḧisên aẍa ji ḧizura ’ebbas mîrzay vegeřyayî, bişuvehatin, lakîn silêman aẍay gote ḧisên aẍayê zîlî, to çi dibêjî ez piştî jin qeḧbetyê êdî li welatê îranê naseknim û belku ez dê vê tolê bi izna xudê ji zeman xanê ay romê bistînim, lakîn ḧisên aẍa bê ẍîret bûyî, li îranê mayî û silêman aẍa fîlḧal digel heşt sed û neh sed malêd êla sîpkî barkirî û çûye golê wanê nik sirit meḧmûd paşa walêy wê derê. lakîn ḧisên aẍayê zîlî li îranê mayî, weku şeřê rom û îranê li deşta aleşgirêNava taybet bûyî, ordya romî revî û belav bûy, îcarê serdarê rewanê ḧisên qulî xan, emrê zeman xanê ay romî kirî, qederê sê hizaran swarêd ’ecem û ekiradan dayê. ew kirye serok û çadir û tedarek dayê ji boy ḧefza re’îye û gundêd rewanê ji ekiradêd romê, virêkirîne bergya welatî, ew jî hatye ji qulpê jûrtirî, li çyayê ’ebbas gulê, goya ji boy qeraqulê û li wê derê urdu vedayne, îcarê ev xebere gehyaye guhê silêman aẍayê sîpkî, le wiřanê ewî da’îm ji boy ḧeyfa jin qeḧbetyê, ji zeman xanî her guhdar bû, da řojekê derfetê bibîne û ewê tulê ji zeman xanî biderîne, weku ewî ev xebere seh kirîye. malêd wane li keşîş kulê tupraẍa wanê bûy, ji êla xwe ḧefit sed swarêd bijare berhev kirî. qesda ordoya zeman xanê ay romî kirî, dû řoj û şevan şebxun kirî, berê subeyê hatî biser orduya zeman xanî girtî û ji çar kinaran îruş birîne orduyê, êdî xelqê orduyê perîşan bûyî, êku îmkan bûyî swarbûy û řevîne û êdî maye, êku hatne kuştin û êku hatne esîr kirin û zeman xan jî girtin û înane nik silêman aẍayê sîpkî, îcarê silêman aẍa gotye zeman xanî, ku çawane, niha jin qeḧbekîye, herçend zeman xanî eman û dad kirî fayde nekir, silêman aẍa bixiwe daye şîrî. serê zeman xan jê kirye û biẍeyr jwî jî, sed ser ji ’eceman jê kirî û qederekî jê esîr kirîne û urdoya wan jî yeẍma kirî û ji sê sedî zortirî espê exterme istandî û ji wê derê kaẍedek ji boy serdarê rewanê ḧisên qulî xanî nwîsî û daye esîrekî, ji boy serdarî viřîkirye, kuxan jin qeḧbetya camêran weha dibîtin, îcarê qenc me’lûmî webû, ku ez ’eşîrim, ne jin qeḧbeme û bixiwe jî serê zeman xanê ay řomî digel serêd mayî û esîran biřî û çûye nik meḧmud paşayê walyê wanê, îcarê sirit meḧmûd paşa jî qewî zêde ji silêman aẍayê sîpkî memnûn bûyî, teḧsîn û aferîn kirî, ji sed xelatan zêdetrî dayne torîn û aẍa lerêd tayfa sîpkan û ew terze şeca’et û ẍîreta silêman aẍayê sîpkî niha jî li kurdistanê tête gotin, ewî silêman aẍay qewî mehîneka baş hebûye navî hulêNava taybet. îcarê kiçêd tayfa sîpkan istiran li silêman aẍayê sîpkî girêdayne. ku swarê hulê bivî terzî çûye û serê zeman xan li ’ebbas gulêNava taybet biřî û înaye û hinde namus kirîye û niha jî ew istiranêd silêman aẍayê sîpkî, dinêva ekiradan têne gotin, kurêd wî jî heyn, lakîn qewî jar bûyne li gundêd alaşgirê, yêrlu bûyî, ḧisêbke di dereceya re’yeyandanê sakin dibin..