ḧîkayeta çilê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 11 Xulek  944 Dîtin

neqil diken ku diberî niha, zemanê borî tayfeyeka leşkerê romyan hebûye, swarê lewend digotin, li ḧemû welatêd romê ew leşkerêd lewendan hebûn û qewî leşkerekê serbest û bê perwa bû û gelek zulim û te’edda li gundan û re’ye û feqîran dikirin û zav caran îta’eta paşayêd welatan nedkirin, her bivî terzî řoj biřojê cebir û zulma wan zêde bûyî, tuẍyan û ’isyan dikirin û bixiwe serî diçûne welatan û dibûne mîwan û dirav distandin û ’ibad alilhErebî di êşandin, êdî ehlê romê ji wê tayfa lewendan zêde ’aciz bûyî, bi def’at ’erîze dayne xundikarî, ku eman dad evan lewendan em sûtîne, êdî xundikar ew leşkerêd lewendan pêkve fermanlû kirî bi ḧemû etrafêd welatêd romê ferman belav bûyn, ku belê emrê padşahîye, tayfa lewendan ḧemû mezin û biçûk fermanlune, izin û destûre li kî derê ew tayfa şeqî heyn û peyda dibin bilanê ewan bigirin û bikujin û herçî hesp û eşyayêd wan jî heyn bilanê ji boy ehalî wisekeneyêd wilatan bîtin, êdî liser vî emrê xundikarî li tayfa lewendan bûye fermana padşahî û li ’erebistanê û enadolî û mûsil û beẍdayê dest pêkirne, ew tayfa lewendan teref bi teref digirtin û di şelandin û dikuştin, ’eynî weku paşî li tayfa yenke çeryanNava taybet waqî’e bûyî, îcarê ji kinarê sêwas û toqat û amasyeyê, qederê dû hizar swarêd lewendan bihev ketî û serukê ḧemûyan jî lewend baş aẍasî ḧafiz aẍa digotin, ew jî digel dû hizar swarêd lewendanê fermanlu ji welatêd sêwas û hem cîwarêd wê xirabî kirin û mirov şelandin û ji gundan dirav distandin û di êwrîn, bivî terzî kesekî quweta çûna berayîkê û miqawemetê nebûyî û li ku hespêd çî hebûye distandin, li ku derê kuřekî emred wiřind hebûyî diřevandin witînan ji boy xwe dikirne kole, xulase bivî wechê xirabî û ’isyan, beraxwe dayne terefê mûsil û beẍdayê û hatin û likî derê jî li rêyan ku di êwrîn, dîsan kizalkErebî hespêd xelqî û kurêd emred řadkêşan û dibirin û dirav ji gundan ’ewayd distandin, bivî terzî, bê tirs bi keyfa xwe, her řojê dû sê sa’et diçûn û li gundan di êwrîn û carnan jî utraẍ dikirin, lewřanê êdî ji kesekî tirs û perwa wan nebûyî, evnehatîne û ji dyarbekirê û deşta bişêryê û deşta cizîrê bivî wechî borîne û daxlî sînurê welatê behdînan bûyî, qezayek behdînan heye akireNava taybet dibêjin, ekiradin û sê sed çarsed mal dibin û mîrekê wanê xwe cihî jî mîr şemdîn nav hebûye, weku lewend aẍasî ḧafiz aẍaNava taybet nêzukî hêşeta akireyê bûy, baş aẍayê lewendan, bi qederê pênceh swar ji pêşve ji boy qunaẍçî tyê viřêkirne nik mîr şemdîn, ku eve dû hizar swarêd lewendan dû sê řojan bikey mêwan, paşî em dê biburîn û biçîne kinarê mûslê, weku baş aẍayê lewendan digel wan swaran ji pêşve hatîne nêva hêşeta akireyê û bûyne mêwanê mîr şemdînî, êdî mîr şemdîn mulaḧeze diketin eger em evane nekeyne mêwan û bikevne ḧisarê û bidene ber tifengan û asê bibin, dibîtin ku evne dû hizar swarin û hinde cih hatne û fermanlu bûyne û ji canêd xwe borîne paşî li me ẍalb bibin, ê qenc ewe, ku em evne bi ezmanê şirîn û lêb bêne nêva hêşetê, êdî pirs pirsyar nînin, ji xwe evne fermanlu ne bi terzekî belku em evan lewendêd fermanlu berze û telef biken û eve mal û çek û eşyayêd wane jî dimîntin ji boy me û serêd çendekan jî û ji aẍa lerêd wan jê dikem û virêd keme mûslê ji boy wa lyê wê derê û eve jî goya xizmetek jiboy řomê dibînim, xulase çend mirovan ji extyarêd akireyê gazî nik xwe diketin û evê şêwrê bixef digel wan extyaran diketin, xelqe hin kurt û hin dirêj dibêjin, axrî xanma mîr şemdîn ku kiça paşayê ’îmadyeNava taybetyê bûyî û navî melke xatunNava taybet bû, ew jî lwê şêwrê bûyî, hindekan ji řî sipî yêd akireyê gotin ku belê qence ev şole, lakîn eve lewend aẍasî ḧafiz aẍa, qewî ca mêrekê meşhure û hinde şeř û de’wa dîtne, dibtin ku bime nexaptin û bawerî bimene întin, paşî şola me zay’ bibtin û em û lewend lihevdû ba bikevin, evne dû hizar swarin, êdî binyata me biderînin, êdî melke xanim dibêjîtin, ku ne, şola hewe ji kuştina ḧafiz aẍay nebtin, bila ḧafiz aẍa li kelê bibîte mêwan, kuştina wî li estuyê min, ez dê lêbekê lwî bikem û bê zeḧmet ewî bideme kuştin, hûn tedbîrê li êdmayî biken, xulase ehlê akireyê mezin û biçûk li ser vê şêwrê îtîfaq kirîne û subeyê cewab daynebaş aẍayê lewendan, ku belê serseran û serçawan bilanê ḧafiz aẍa bêtin, mala wîye bibte mêwan, îcarê çend mirov ji ehlê akireyê jî digel baş aẍa diçne berayka ḧafiz aẍay û xelqê hêşet jî, ewan swarêd lewendanê digel ḧafiz aẍay li malêd xwe parve diken û qutaẍan ḧazir diken, lakîn ḧafiz aẍa bixiwe digel çend etba’ekan, dê li serê kelê li mîr şemdînî bibîte mêwan, xulase weku ḧafiz aẍa û swarêd lewendan nêzukî akireyê dibin, mîr şemdîn û e’yanêd hêşetê pêkve swar dibin û diçne berayya ḧafiz aẍay û swarêd lewendan û digel yekudû mulaqî dibin û ji sed zêde bihevřa xweş û bêşî diken û sureten ji hatna vane goya xoşnûd dibin, evne bi î’zaz û bi qedir û her kesek ji lewendan diçin û li qonaẍêd di êwrîn û ḧafiz aẍa jî tête serê kelê û dibîte mîwanê mîr şemdîn û ji ḧeremê şerbet û qawe û keyf pirsîn û xweş hatin ji boy ḧafiz aẍay viřêdketin û xanim cewabê viřêdketin ku ḧafiz serseran hatne, eve malawî ye û ew birayê mine, êdî bilanê ji řomê û fermanlu bûynê eslen tu fikaran neketin, eve welatê me sînure û kurdistane, ḧisêbke ḧukmê řomê êdî livan kinaran naxebtî, bilanê raḧet bibtin, ev welate pêkve di oẍera wî dane, weku melke xanmê bivî terzî teklîf û dil minayî ji boy ḧafiz aẍay viřêkirye, ewî jî bi temamî ḧisêb kirî ji melke xanmê û mîr şemdîn, qewî zêde memnun û razî bûye, xulase ḧafiz aẍa û lewend wê şevê lwê derê bûyne mêwan û hîsayî bûyne, subeyê melke xanim bixiwe hatye yalê mêran silavya ḧafiz aẍay û yeku dû dîtin û dîsanê ji nûve melke xanmê zav teklîf û newaziş li ḧafiz aẍay kirîne, ku eve malaweye û to ’eynê birayê minî û hinde řê hatî û riḧet bûyî, çend řojekan li êre sakin bibin, da ḧeywanêd hewe jî hîsay bibin, paşî xudê selametî bidetin û eger te divêtin kiçeka min heye, ez dê bidemete, li nik me bimîne, xulase ê kelam ḧafiz aẍay jî bivan xeberêd melke xanmê bawerî kir, sê çar řojan li akireyê sakin bûyn, qerar dayê û cewab ji boy bulîk başêd lewendan viřêkirî, tenbîh kirin, ku belê ez û melkexanim bûyne bira û xuh, êdî melke xanim sê çar řojan destura çûnê nadetin, bilanê aẍa ler û neferat jî çend řojan hîsay bibin, em dê bi semtê beẍdayê û ’erebêd çolî ve biçin, weku ev xebera ḧafiz aẍay gehaye lewendan, ewan qewî ji vê şolê ḧez kirin, lewřanê eve muddeyek bû řeḧet nebûyne, fermanlu û ji řomê û tirsan û fikar dikirin, êdî goya ji tirsê emîn bûyn, dê çend řojekan li akireyê selamet řaḧet bibin, êdî qerara lewendan bûye mayîn, ê ku cilêd xwe didete şuştin, ê kuçek û sîlaḧêd xwe diben û didene ostan diristikirnê û bixiwe jî emîn û hesyay li qonaẍêd xwe sakin bûyî, řojê carekê weqtê nîvro jî têne serê kelê dîwana ḧafiz aẍay û herkesek dîsanê diçte qonaẍa xwe, melke xanmê û mîr şemdîn bi xeberan û îkiraman ḧafiz aẍa û lewend dayne baweryê, lakîn ji bin dest ew li tedarekê bûyn û mirov bixef viřêkirîne gundêd nêzukî akireyê ku bilanê filan şevê ḧemû çek û ratib girêday, nîva şevê bêne nêva hêşeta akireyê û bixiwe jî tenbîhî ẍulamêd xwe kirîne ku şeva çarê sa’et li sê yan hûn ḧemû pêkve biçek û sîlaḧ bixef liserê kelê ḧazir û bidzî xeber viřêkirîne ji boy xelqê hêşetê, ku belê îşeve em dê şola ḧafiz aẍay digel etba’êd liser kelê temam biken, hûn jî digel leşkerêd ku ji gundan dê bişev bêtin, nîva şevê bê deng yeku yeku biser qonaẍêd lewendan bigeřn û bişelîn, îku dest heldigrin bikujin û êdî mayî ḧebis biken, ḧetta sube dibtin, êdî mîr şemdîn ev tenbîhe li aẍa û xelqê hêşetê kirîne, weku bûye şeva çarê, goya subeyê lewend jî dê biçin, şeva duşenbî se’et li sêyan, melkexanim goya di sekne cilan da tînte nîva buxçeyekê û hedîye ji boy birakê xwe ḧafiz aẍay tîntin û tête dîwanxaneyê nik ḧafiz aẍay û demekî li odeyê řûtnitin û ḧafiz aẍa qederekê zêřan didete xuha xwe melke xanim û digel yeku dû xeber diden, mîr şemdîn ji odeyê biderdikevtin, goya ji boy destimêjê û bixef tenbîhî ẍulamêd xwe diketin, ku weku ez diçme odeyê, hûn derê odeya qawexanê liser etba’êd ḧafiz aẍay girê biden û hûn pêkve werne nêva dîwanxaneyê, îcarê sê çar ẍulamêd mîr şemdîn digel mîr bûyne dîwanxaneyê, ku ḧafiz aẍa digel melke xanmê yaranî diketin, ẍulamek mîr şemdîn goya succadeyê hildigrîtin ku ji boy mîr şemdîn řaxsitîn ku liser nimêjê biketin, succadeyê ji jûrve davête ser ḧafiz aẍay û dikefte ser wî û ẍulamêd mayî jî sê çarek řû dinne ser ḧafiz aẍay, êdî mecala ḧafiz aẍa libatê û rabûnê nabtin, ḧafiz didene ber xenceran û ẍulamêd ji derve jî hicum kirîne qawexanê ser etba’êd ḧafiz aẍay, êdî ewan jî îmkana dest hilanînê nebûyî, pêkve şelandin û girêdan û xelqê hêşetê jî bê deng yeku yeku qonaẍêd lewendan basqun kirî, êku dest hilanî kuştin, êdmayî ḧemû şelandin û dest girêdan, êdî subeyê mîr şemdîn serê ḧafiz aẍay û serêd mirovêd ku hatbûne kuştin jê kirin û digel hespine wanê bijare û çî dayne çend mirovêd xwe û viřêkirîne ji boy walêy mûslê û eḧwalê ḧafiz aẍay weku bûy nivîsî û ew lewendêd ku girtibûn, ew jî azad kirne, her kes řûs û tazî bi kinarekî çûyne, ew qeder mal û sîlaḧ û eşyayêd wan lewendan ji boy mîr şemdîn û ehlê akireyê mayî, lakîn ev şole bi cesarete melke xaton bwê meşhure kirne, mîr şemdîn hinde tedbîr û cerg nebûye ji boy vê cesaretê, paş fewta mîr şemdîn, muddeyekî mîrîtya akireyê bixiwe sergehaye destê melkexatunê û niha jî ji wê sîlsîleyê dîsanê begzade li akireNava taybetyê heyn, lakîn ḧikumet gehaye destê řomê, byanî ḧakim bûyne, çerxa felekê bi kesekê řanedumandîye.