ḧîkayeta sîh û heştê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 8 Xulek  783 Dîtin

rîwayet diken, ku di tarîxa hizar û dûsed û nozdeyêda nê, di weqtê xîlafeta sultan ’ebdulḧemîd xanNava taybet danê, ji ḧakmêd xwechî meḧmûd paşaNava taybet ḧakmê bazîdê bûyî, qewî mirovekê ẍeddar û zorbe bûyî, di weqtê ḧikumeta wîdanê, ji ferengistanê mirovekê seyyaḧ ji boy seyr û temaşa hind û îranê hatî, berê biharê gehaye bajêřê bazîdê, ku ji wê derê biburîtin û biçîte welatêd îranê, emma dwî zemanîdanê, eslen tayfeyêd efrencan lwan welatandanê peyda nedbûn û kesekê efrenc nedîtbûn, qewî li wan ’ecêb xuya dikirin û ’edaweta li tayfa efrencan link wan hebû, îcarê ew fiřengê hatî, navî jî jubêrNava taybet bûyî û qewî zêde tiştine sipehî û nadîde digel hebûyî, weku se’etêd meqbule û silaḧêd dû lûle û dûrbînêd sipehî, ew jubêr hatye nik paşayê bazîdNava taybetê meḧmûd paşa û çend řojekan lwê derê bûyî mêwan, lakîn weku etba’êd paşay ewan tiştêd sipehî link jubêrî dibînin û dibêjne paşay, êdî ew jî boy evan tiştêd tuḧef dikefte teme’ê û qesda şelandin û kuştin û windakirna jubêrî diketin, goya sûreten çend swarekan digel jubêrî datîne ku ewî bi selamet bibne welatê îranê, lakîn bixef dibêjte wan swaran, ku min tenbîh kirîne, dê biřeka swarêd ekiradan bêne řya hewe, weku ew ekirad tên û peyda dibin, hûn biřevin, bilanê ew swarêd ekiradan jubêrî bigirin û bikujin û herçî malîd heyî ji boy min bînin, îcarê weku jubêr diçte sînurê îranê û bazîdê, çyayê qazî gulêNava taybet ew swarêd ekiradan hicumî wan diken, ẍulamêd meḧmûd paşay beteḧrîkin û deřvin, jubêr dimîne, ekirad jubêrî digirin û di şelînin, lakîn ecel nehatye ewî nakujin, îcarê bişev jubêrî jî digel tiştêd wî tînne nik meḧmûd paşay, bixef paşa jwan pirsyar diketin, ku ji boy çi we eve nekuştin, ekirad dibêjin ku biřastî destê me neçûyê me înaye, êdî meḧmûd paşa dibêje, ku elbette ḧîkmet heye, êdî ez vî niha nakujim, şole dibtin ku eve mirovekê mezin bîtin, paşî xundikar lê bipiristin, îcarê tîntin bixef jubêrî dikelêdanê ji berî kulayê tarî bê derî û kulek, zîndanek qedîme hebûye, ku derê wê ji serê berî kulek hebûyî jubêrî ji wê kulekê dadhêlne zîndanê, wî zemanî dizdarê kelê jî, mirovekê kal navî qasim aẍa hebûye, paşa tenbîha wî qasim aẍay diketin, ku řoj biřojê nan û ava jubêrî ji kulekê dahêlne nik wî bilanê muddeyekî bivî terzî bibîtin, kanê axrî çewanê dibtin, lakîn ev şole bi xefe, me’lûmî ehalî û kesekê nînin, îlla paşa digel çend ẍulam û dizdarî bivî eḧwalê jubêrî dizanin, êdî kes pê waqif nînin, jubêr bivî terzî lwê zîndana weḧşet fîza, qederê salekê mayî, lakîn ewî qasim aẍayê dizdar û xatuna wî, řeḧîme xatun, evne řeḧim li ḧalê jubêrî kirî, bişevan ji zîndanê bidertanîn û tînane nik xwe û ulfet dikirin, zad û te’am didanê û cilêd wî dişuştin, biher wecih bidzî serguhî qewî qenc li jubêrî dikirin û dil minayî didane jubêrî ku xudê mezne, tu ji vê zîndanê elbette xilas dibî û zêde ulfet û ḧebbet bixef digel jubêrî dikirin, neqil diken ku ew jubêr jî qewî mirovekê xweyî kemal û saḧb derk û dîrayet û ji ḧemû ’iluman xwendî û xeberdar, mirovekê kamil bûye, xulase bivî terzî, saleka temam jubêr girtî mayî, îcarê di tarîxa bîstêdanê webayeka şedîd li bazîdê peyda bûyî, bi emrê xudê meḧmûd paşa fewt dibtin û birayê wî hebûye, îbrahîm beg ji qezayêd bazîdê li qeza xamurê mîr bûye, ew îbrahîm beg têtin û lichê birayê xwe meḧmûd paşa dibte paşayê bazîdê û sakin dibtin, emma ewî îbrahîm paşay eslen hayjivê madda jubêrî û girtina wî û ḧebis bûnê nebûye, paşî çend řojekan ku îbrahîm paşa dibte walyê bazîdê û serî ji qerebalẍî hîsayî dibtin, řojekê ew dizdar qasim aẍa tête ḧizura îbrahîm paşa û bixef eḧwala ḧebsya jubêrî wekî bûy ji boy îbrahîm paşay neqil û beyan diketin, ku belê eḧwalekî weha di weqtê birayê we meḧmûd paşay qewmîye û eve saleke ku ew jubêrê fiřeng di zîndanê danê girtye û qewî zêde jar û ze’îf bûyî, to çi emir dikey û ew mirove jî du’a li dewleta hewe diketin bilanê yan min bikuje û yanê biderîne û aza bike û fîlwaqi’ ew jubêr jî eger çi fiřenge, lakîn mirovekê begzade û qewî zêde kemal û xwendî û meqbule, emrê heweye, lakîn ewî aza biken, qewî zêde qenc dibtin, êdî emru ḧukim ê weye, weku îbrahîm paşa evê eḧwala jubêrî seh diketin, zêde te’eccub diketin, ku eve şola meznan nînin û qewî bê mirwetye, fîlḧal viřêdketin û jubêrî ji zîndanê bidertîne û tînte nik xwe û qewî jê ’uzirxiwahî diketin, ku ez te řica û hîvî dikem, ku to qisura me bê bexşînî, eve şuleka ne munasb û bê terz qewmye, ’efu biken û herçî pertal û eşyayêd hewe çûyîy, defter biken, ez dê berhev bikem û destura hewe bidem û mu’ezzer û mukeřřem we biřê bikeme îranê, îcarê çend řojekan îbrahîm paşa zêde î’zaz û îkiramê li jubêrî diketin û herçî ew tiştêd wî yê sipehî, ku link birayê wî memḧûd paşay bûyî û lîbas û hurumurêd jubêrî ku link ẍulam û ekirada bûyî, pêkve berhev kirî û înay bîltemam teslîmî jubêrî kirîye û bixiwejî hespekê qenc û qedereka diravî lwî îkiram kirîye û ew jubêr jî ji eḧwal û eşyayêd xwe hedîyene qewî meqbul daye qasim aẍayî û jinê û îkiram kirîye, êdî îbrahîm paşay zêde bi îkiram û qedir, mirov digel jubêrî danî û biselamet viřêkirîne tebrêzê û jubêr çûy sefera xwe, lakîn paşî ewî jubêrî her salî bêst û pênc firanse wezîfe, lwî qasim aẍayê dizdar girêdayî, sal bisalê li istanbulê virêdkirne nik qunsulêd fiřeng sizî, ewî jî ew dirav ku hizar ẍiruş dibû viřêdkirne terebzûnê û jwê derê jî didane tu caran û qebi distandin, tucaran jî viřêdkirne bazîdê teslîmî qasim aẍayê dizdar dikirin, ji zimanê wî qebzinameya bi muhir distandin û ew qebziname viřêdkirne nik jubêrê fiřengistanî, ḧetta ku qasim aẍa fewt bûy, paşî wî kurekê qasim aẍay navî meḧmud aẍa hebû, ḧetta van salan jî, ku jubêr di ḧeyatêdanî bûyî, dîsanê bi usluba qedîme ew hizar ẍiruş, sal bisalê viřêdkirne nik qunsulê terebzûnê û ewî jî ji terebzûnê viřêdkirne nik qunsulê erzerumê îngilîzan misîw birindîNava taybet û ewî misîw birindî jî ew dirav viřêdkire bazîdê ji boy kuřê qasim aẍayê dizdar meḧmûd aẍay û ji wî sened distandin û viřêdkirne feřengistanê ji boy jubêrî, biẍeyr ji vê jî, her sê çar salan carekê, qederekê dyarî û çox eşyane layqe ji feřengistanê didaye bazirganan û jiboy malê qasim aẍay dyarî viřêdkirin, biřastî ew jubêr zêde mirovekê saḧb însanyet û xweyî însaf û mirwet bûyî, hinde salan ew ḧiquq û mirovayî ji bîr nekir, ḧetta ku xweş bû, ew qasim aẍa û kuř çavřa kirîye û eve bivî terzî dereca însaf û însanyeta jubêrî êdî li kurdistanê bûye zerbî mesel, her kes te’eccub diketin, ku mirovekê fiřengî hindexweyî mirwet û însanî bîtin, gelek şule, kesek belku ji ehlê îslaman, ḧetta niha ev terze însaf û mirwet nekirîne û ew jubêr jî paşî li feřengistanê meşhûr û me’rûf bûyî, kitêbêd tirkî û zimanêd dimayî tesnîf kirîne, ḧetta va nêzukan jî ew jubêr xweş bûyî, lakîn niha fewt bûyî, eger çi ew jî fewt bûye, îlla ku navê qencî û însaf û mirweta wî ḧisêbke anîgořa xwe wekî navê newşîrwanê ’adil dinêva kurdistanê mayî, her kes bi teḧsîn û aferîn digirin, ku hinde salanin biçtin û hinde qederê welatê wî dûr bîtin û bixiwe jî fiřeng bibe, ji milletê axîre bêtin û derḧeqqê muslimanan bivî wechî îḧsan û îkiramê û qencyê biketin, biřastî ku şoleke ’ecîbeye û her kesî sed aferîn diken, qisseya jubêrî jî ev řenge qewmîye û ekserêd ekiradêd bajêrî pê dizanin.