bûnî pêwîste

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  1226 Dîtin

yekêkî tir le hunerî cwankarî wişeyî, ew babeteye ke ême be nawî «bûnî pêwîste» nawî ebeyn, belaẍey ’erebî bo em çemke «lizum ma laylzim»y bo danawe.

emeş hênanî şitêk le honraw we ya pexşanêkî edebîda ke serwadar bê, ew şite eger nebê serway honraweke, we ya serwadarîyeke lew pexşaneda bew core dirust nabê; wate ne honraweke ebê be honrawêkî xawen serwa, we ne pexşaneke ebê be pexşanêkî serwadar. be taybetî le pexşanekeda, çunke eger ew şite nebê pexşaneke ebê be pexşanêkî tir, ya herwa ebê pexşanêkî ê’tyadî, ya ebê be pexşanêk ke şêwey serwadarîyekey cya ebê lew şikłe pexşane serwadare ke to bînit pêwe nawe û etewê taybetyekî cyawazî hebê.

ew şiteş ke ełên bûnekey pêwîste, ya pît û dû pîtekeye ke pêş pîtî binaẍeyî serwake û serwadarîyeke kewtuwe, ya cûłan - ḧerekeyeke - her le pêş ew pîtî binaẍeyyewe «rwî».

eger emane nebê ne serwake dête dest le honrawda, we ne serwadarîyeke dirust ebê le pexşanekeda.

be wêne lêreda «meḧwî» ełê:

«zemaney piř te’eb detkate tîrok»
«letê nanit dedatê dû beşî nok»
«pyałey dîde lebřêze diła toş»
«bicoşe sazî nałe hem bibê kok»

ew «û»e kirawane şitêkî pêwîste bew core le axrî honrawekanewe bibê, egîna serwake řê nakewê. nebûnekey we nebê pêwîst bê, bełam dirustkirdnî serwake ew pêwîst nebûne wa lêy eka ke her ebê bûneke bibê; wate ew şite ke merc nîye bibê, ebê bibê, nabê nebê.

we ya «salim» ełê:

«denasî qatłî dił ger نگەە key sûyî mujganit»
«eda ke xwênbeha sa boseyî destim be damanit»
«tewaw nabê le sewday ’arizit bo dił giriftarîy»
«le dway tuřře ber bû kewte naw çahî zenexdanit»

lêreda bo řêkîy serwake «a» û «n»eke pêwîste, eger nebê serway honraweke nabê.

le pexşanîşa wekû em pexşane ke ełê:

«kokey kizî, çawî bizî, destî dizî, laqî xizî, emane wa bûn. bełam ke kewte řewt, danîşt û kewt, bew core xewt!».

lem dû parçe serwadareda «y» le yekema û «t» le duwema bû be pîtî binaẍeyî bo serwadarîyeke. «z» le yekema û «û» le duwema bûn be şitêk ke be bê ewan ew serwadarîye bem core dirust nabê. kewabû bûnekeyan bû be şitêkî pêwîst bo em şwêne.

bełê eger ewane nebin serwadarîyeke dirust ebê, bełam bo şitêkî tir û core pexşanêkî tir dirust ebê, nek bo ew pexşaney ke nûser şitêkî taybetî pêy mebeste.

 

legeł emaneda ebê eweş bizanrê ke mebest lem cwankarîye be her dû beşekeyewe - eweye ke wişe ebê bikewête şwên guzare, firawanîy û řê û şwênî guzareke çone wişeke ebê ew řêbaze bigrê. eger hat û guzareke kewte şwên wişe, ewey ke řewanbêjî daway eka ewe dirust nabê.

bełê řaste wişe be hîç core guzare piř nakatewe, bełam eger eweş bêt be sera ke guzare bikewête dûy wişe, ewe her be tewawî henawî cwankarî ebřê!. wekû ewe temaşa ekey hendê le honeran pêş dananî parçe honrawekey dênê çend wişeyek bo serwakey řîz eka û paşan be zor guzarey têy etirincênê!.

dênê le pêşa çend wişeyekî wekû «bar, tar, xar, dar, zar, şar, kar,... hitid» da’enê û paşan honraw leser em wişane - ke kirdûnî be serwa - da’enê û be zor guzare exate naw honraw û serwakanewe! gumanî têda nîye eme ew parawî û cwankarîye ke ebê hebê le zimana, nabê.

wekû em destûre heye ke ebê wişe şwênî guzare hełbigrê, nabê mirov bê aga bê leweş ke biłê madam wişe şwên hełgirî guzareye, min dênim wişeke be zor exwênmewe beser guzarekeda. emeş her nabê. wişe û guzare wekû guł û gułdan wane, gułî cwan ebê lenaw gułdanî cwana bê.

ke wa bû wekû pende kurdîyeke ełê: «ne, şîş bisûtê û ne kebab!» ebê guł, gułî bwê.