dizî le honrawda

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1098 Dîtin

lem basî cwankarî wişeyyeda şitêkî tir heye ke be tewawî aşnayetî bem şwêneweye. eweş basî dizîy kirdine le honraw, we ya pexşanda.

kabra dênê honrawî yekêkî tir eka be hî xoy û nawî xoy lê enê, we ya tozê ser û gwêlakî eka û ełê eme hî mine!. herweha le pexşanîşa em îşe ekirê. em hî yekêkî tir be hî xo kirdine le dizî mał û saman xiraptire, çunke fîkir dizîn, dizînî mêşkêkî řoḧîye, mał dizîn samanî maddîye, řoḧ le madde benirxtire.

bełam eger guzareyek dû wişey hebû, honerêk wişeyekî bekar hêna û honerêkî tir wişekey tirî, eme be dizî dananrê. we ya řê ekewê dû honer - ba leyek serdemîşa bin - lewaneye agaşyan le yek nebê, her dûkyan, dû guzare, we ya yek guzare dê be diłyana û her yeke be çeşney xoyan guzariştî lêy edenewe, emeş wenebê be dizî naw bibrê, bełkû bewe naw ebrê ke dû kes zeynyan bo yek şit wekû yek buwe. dîsan eger dû kes şitêkyan wit, wate zeynyan bo yek şit wekû yek řoyştibû, hî duwem guzariştî bo şiteke lewane bû behêztirîş bê, we lewaneş bû her le yekemîş wergirtibê, dest pêşkerî her bo ewey yekeme.

eger dû kes me’nayekyan wergirt, ewey duwem ya emeye wergirtinekey be pêztire le hî yekem, ya wekû ew waye, ya le xwar eweweye. ewey yekemyan be baş naw ebrê û řexne řûy tênaka, ewey duwem, wate berhemekey, řexne kemtir řûy tê’eka, bełam dest pêşkerî her bo yekeme, ewî sêyem be tewawî ebê be hêlaney řexne.

dyare em beşkirdine bem core wekû bo guzare waye, bo wişeş her waye. legeł emaneşa hemû dem dahênan baştire, ta bedû kewtin û şwên hełgirtin.