dû serwa
yekêkî tir le hunerî cwankarî wişeyî babetî «dû serwa»ye. em babete belaẍey ’erebî be «tişrî’» nawî eba, bełam min le gelê řuwewe «dû serwa»m bo ew çemke belawe baştire heta wişey «altişrî’» boy; wate bo çemkeke.
ca em dû serwayeş eweye ke honraweke leser dû serwa dabmezrê, wate axrî honrawekan be corê bin ke wişe, we ya řistey pêş wişe û řistey dwayî ewanîş serwayan hebê. emca leser her yek le serwakana řawestî, aya serway dwayî bê ya serway pêş dwayî bê me’na tewaw bêt û hîç natewawî têda nebê.
tenanet zyad lew nasandineke zanayanî belaẍe kirdûyane, min nasandinêkî zyatrî exeme ser, ke eme zyatir her le řewanbêjî kurdîda ebê. eweş eweye:
eger honer wîstî leser yekê le serwakan řawestê, ewa řawestaw ke, kertekanî cya kirdewe ewaney pêşû xoyan kêşî tewaw û guzarey tewaw û serway tewawyan ebêt. kertekanîş ke bixrêne ser yek, ewanîş wekû esłeke kêş û guzare û serway tewawyan ebêt.
em core honrawane belay minewe ew honrawanen ke pêyan ełên «zyadkiraw - mistizad». ca wêne bo eme wekû «nałî» ełê:
emane lêreda hemû dû serwan. eger biłê:
kêş û guzare û serwayan tewawe û hîç nařêkyek peyda nabê û yekêk le heşt kêşey ’erûz piř ekatewe.
eger xo kertekanîşyan bixrêne ser, dîsan kêş û guzare û serwa tewawe û ekewne ber kêşêkî tir le heşt kêşeke.
eger kertekanîş bixeyte ser yek, ewanîş bo xoyan kêş û guzare û serwayek bo xoyan dirust eken.
wekû ewe biłêy:
herçende le barêkî tira em dû serwaye ełên eweye ke honraw leser kêşî ’erûz biřwa, axrî nîwe honrawey duwem dûpat kirabêtewe, pêş ew serwayek hebêt, hemû çameke leser ew û pêş ew biřwa. eme le dû lawe natewawî têda ebê.
yekê ewe ke nîwe honrawey yekem leser kêşêk eřwa û hî duwem leser kêşêkî tir. emeyan çawî lê epoşrê, çunke merc nîye her dû nîwe honraw be yek kêşda biřon.
duwem eger řêk û pêkî me’na lem babetî dû serwayeda be merc bigîrê - wekû belay hendê le zanayanî belaẍewe merce - ew řêkupêkî me’naye nayete dî.
ca wêne bo em babete wekû «zêwer» ełê: