ředû
Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
842 Dîtin
yekêkî tir le hunerî cwankarî «ředû»e. belaẍey ’erebî be «astitba’» nawî eba.
emeş eweye ke to metḧî şitêk bikey be corê ke lemewe metḧêkî tir bo şiteke peyda bibê. wekû «pîremêrd» ełê:
«hêndet le ’umrî cwanan hênawe»
«koy bikeytewe û bînê bem lawe»
«leser ’umrî xot daybinê ser cem»
«dinya pêt ełê pîroze û bê ẍem»
emey be «nale pê pana» wituwe, gwaye metḧî kirduwe be azayetî. «nale» bo xełk kuştin be nawbang buwe. pyawî wa metiḧ hełnagrê, bełam honer her azayetyekey mebest buwe. witûye:
eger ew hemû ’umrey ewan bênî û bîxeyte ser ’umrî xot, ewende ’umirit zor ebê her nebêtewe. em dinyaye pêt ełê: pîrozit bê em ’umre dirêje, bo xot be asûdeyî danîşe.
lêreda metḧî «nale»y kirduwe be azayetî, lem metḧewe metḧêkî tirî bo peyda buwe ke dinya pêy wituwe be asûdeyî danîşe, çunke to pyaw xirapan nahêłêt û ebêt be hoy çakî dinya!.