dûřû

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  850 Dîtin

yekêkî tir le hunerî cwankarî «dûřû»e - ke eme le belaẍey ’erebîda be «tucye» naw ebrê -.

emeş eweye ke şitêk biłêt ke dû řûy hebê. wekû ewe lebarey pyawêkî yekçawewe ełê: «biřya her dû çawî wek yek wabûnaye». eguncê do’ay çakey bo bika û mebestî ewe bê herdû çawî saẍ bûnaye. we eguncê do’ay şeřî lê bika, mebestî ewe bê ke her dû çawî kwêr bûnaye!. ekirê be «yek le dû»yiş naw bibrê.