dûlane
Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
2 Xulek
859 Dîtin
be lay minewe yekêkî tir le hunerî cwankarî guzareyî ew babeteye ke min be «dûlane»y naw ebemim. emeş xusp û wespêke ke honer wesfî dostêkî eka; dênê nîwe honrawey yekem be corêk da’eřêjê ke piřyetî le xusp û be corêk dête berçaw ke hemûy cinêw û naşîrînye. ke nîwey duwemî be şwêna dêt seyr ekey wekû aşkirayêk waye bo nîwey yekem û nîwe yekemeke be wesp - mediḧ der’eçê. wêney eme wekû «melaẍefûrî»y ḧafzî sabłaxî ełê:
«ta bijîm têt ebiřim xawenî cwanî û desełat:»
«çawî awat û hîwa, ey gułî ser topî wiłat»
«da demirkê gułî dił tawêkî lêy xem çi debê:»
«beserî nûkî zimanim leserî pencey pat»
«řojî hełkewte desabê diłekem têt řakem:»
«be tirumbêlî fîdakarî berew kořî xebat»
«yarî şîrîn de were, ta zuwe lêt neçuwe:»
«temenî cwanî bijîn pêkewe, takey be temat?.»
min em core babete be şitêkî serbexoy ezanim; cextî xusp nîye be wesp, çunke sifetî xusp le nîwe honrawey pêşûda wenebê hebê ta to wespî lêy werbigrî, bełkû sifete xuspeke zeq dyare û heye. dyare cextî wespîş nîye be wekû xusp. geřaneweş nîye, çunke nuktey têda nîye. kewa bû şitêkî serbexoye; «xusp û wesp», ya «dûlane».