ḧîkayeta sîh û sê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 3 Xulek  1096 Dîtin

řîwayet diken, ku me’lûm, ’eşayrêd buhtan, zivistanê diçne beřêy û mabeyna cizîr û muslê, konêd xwe vedgirin û zivistanê lwî çolî ji derve dimînin û ’erebêd ’inzeNava taybet jî kezalîk ew jî zivistanan di konanda nê sakin dibin, lwî weqtî malêd ekiradan û ’ereban nêzukî yeku dû dibin û carnan dostî digel yek û dû diken û be’zen diçne malêd yek dû û tên, bivê munasebetê mala aẍayê alekanNava taybet şeref aẍa û mala aẍayê tayfa gergeranNava taybet ji ’erebêd ẍizî şêx tarim, nêzukî yeku dû bûne û carnan ev şeref aẍa û şêx pêkve diçin witên, řojekê şeref aẍayê elkî diçte silavya şêx tarmî, dibînîtin ku teyrekê şahîn dinîva konîdanê liser otraẍêye. îcarê şeref aẍa pirsyar diketin, ku ev şahîne şêx tarim ê heweye, şêx tarim dibêjîtin ku belê eve teyrê mine û navî jî şebîbNava taybete û qewî nêçîrwane, eger şeref te divêt ez bidemete, da ji boy te kewan şikarî biketin, îcarê şeref aẍa dibêjtin qewî qence, tenbîhî mirovêd xwe diken, teyrî digel xwe tînin û têne malêd xwe, wî řojê dimîntin, dûtra řojê şêx tarim qewî bîst swarêd ’ereban ji cîranêd xwe hildigrîtin ku werin em biçin kêfya şebîbî bipirsîn, swar dibnu têne malê şeref aẍay û peya dibin û rûtnin, kêf kêf şebîb dibêjin, şeref aẍa dibêjîtin teyîbNava taybet, îcarê pez ser jêdken û îkiram û î’zazê diken, xwerin ve xwerin, mesarf, êvarî swar dibin, şêx tarim diçte mala xwe řojekê disekne, dûtra řojê dîsanê biřekê swaran hildigirtin û têne malê şeref aẍay peya dibin, kêf kêf şebîb dibêjin û rûtnin, dîsanê î’zaz û îkiram ḧetta dibîte êvarî, şêx tarim swar dibîtin û diçte mala xwe, řojekê li mala xwe disekne, dûtra řojê dîsanê weha, xulase’ê kelam, êdî paşî nabřîtin, şeref aẍa ’aciz dibîtin, řojekê dîsanê dibîntin ku belê şêx dîsanê digel biřekî swaran ji pêşve peyda bûy tên, şeref aẍa êdî fîlḧal teyrî dixenqîne û danîte nik xwe, dîsanê şêx tarim digel çend swarekan tên û liber derê konî peya dibin û têne hunduřî selamu’eleyk, îcarê dîsanê şêx tarim dibêjîte şeref aẍay kêf kêf şebîb îcarê şeref aẍa laşê şebîbî davête nik şêx tarmî û dibêjîtin ku hiza şibîbikErebî, ne to bî û nejî şebîbê te bîtin, eve çye meřuyê xwe reş kirî, teyrek ji hewestandî, êdî eve mûdeyeke, te em liber pêy hespan ’aciz kirîn, îcarê şêx tarim dibêjîtin, ku newesan nînin, řesma me ’urbanan heye, elbette lazme êdî muddeyekî em bêne ser xweşî û muddeyekî bêne xêratî, elbette lazme ku ji boy şebîbî xêr û xêrat jî hebtin, şeref aẍa dibêjîtin, ku diřya xudê herçî we divêtin em bideyn êdî ji me vegeřn, em ’aciz bûyn.