ḧîkayeta sîh û duwê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 6 Xulek  819 Dîtin

neqil diken, ke dweqtekî da nê ji paşayêd bazîdê, îsḧaq paşa digel xanê xuyêNava taybet xwe cihî, ḧusên qulî xanî, gelek dostî û aşnayî hebûye û pêkve diçûn û dihatin û î’zaz û îkiram li yeku dû dikirin, goya weku cisim waḧdErebî bûn, îcarê ḧusên qulî xan, ji ḧekîmêd xwe neferekî ku mîr ’elî di gotnê, kaẍezekê didetê ji boy îsḧaq paşay û viřêdkete bazîdê û emrê mîr ’elî tebîb diketin, ku heře li bazîdê li nik îsḧaq paşay sakin bibe û di xidmeta wîda nê bibe, şayed mu’alece û mudawa jiboy nexweşan îqtîza diketin, muqeyyed bibew îcarê bi emrê ḧusên qulî xanî, mîr ’elî tête bazîdê û diçte ḧizura îsḧaq paşay û kaẍeza ḧusên qulî xanî didete îsḧaq paşa, ew jî xweş ḧal û memnun dibtin û odeyekê dinêva sera xweda nê ji boy mîr ’elî ḧekîm vedketin, qewî î’zaz û îkiramê derḧeqqê mîr ’elî ḧekîm diken, muddeyê pênc heyvan mîr ’elî li bazîdê link îsḧaq paşay sakin dibîtin, bamir alilhErebî di wî muddeydanê, qet îqtîza mudawa û ’îlacê nabîtin, boye weqtê havînê řojekê îsḧaq paşa digel şêst ḧeftê swarî ji etba’êd xwe û mîr ’elî jî digel wan diçne seyr û geřyanê û qederekê digeřn, nîvro jî dibîtin û germejî şîddetê diketin, rezekî îsḧaq paşay nêzukî gundê zengezorî libin bajêrê bazîdê heye û dinêva řezîdanê ḧewz û av heye, îcarê paşa ji german tênewî řezî û liknarê ḧewzê peya dibin û hîsayî dibin û qawe vedxiwen, lakîn ji gundî tidareka firavînê diken û jiboy paşay zad û te’aman çê diken û ji gundî tijî amanan diken û liser destêd felan liber tavê tînin ji boy paşay, weku ew zad têne rezî sifre řadxînin, paşa digel çend mirovan jwan zadan dixiwen, mîr ’elyê ḧekîm jî digel wane, lakîn ew ḧekîm jwan zadan naxwetin, paşa digel çend aẍaleran ku digel paşay li sifreyê řûniştine, zadî dixiwen û destêd xwe dişon, etba’ ewê sifreyê hildigrin dibene ber tavê da tinin, ew tava havînê weqtê nîvrojê bûy şîddeta germê lwan amanêd zadan didetin, mîqdarê nîv sa’etê ew sifre wesanê liber rojê diskentin, ḧetta ew ẍulamê xidmet diken û ava destan diden û qawe û qelonan diden, paşî diçin û ew etba’ řûtnin û ewan zadan dixiwen, zad jî çine, hî řon û goşt û mast û dew û hingivîn, eva zadanajî hemû di amanîd sifirda nîne, ku bizwî jeng lê didetin û dibîte weku jehrê û mirovan car nan ew jeng dikujîtin, îcarê ew ẍulam û etba’êd îsḧaq paşay, ewan zadêd ku qederê sa’etekê liber germa řojî mayne dixiwen, meger mîr ’elyê ḧekîm jî ji bin çavan lwan zadan û lwa etba’an xwe řênî bûye û mîr ’elî didlê xwedanê dibêjîtin, ku belê evan ẍulaman ew zadêd bi jehrê xwerîn, divê germêda nê elbette çendek jwan nexweş dibin û çendek jê elbette bê çare telef dibin, ew mîr ’elyê ḧekîm livê me’mulyê ye, îcarê paşa û etba’êd wî û mîr ’elyê ḧekîm radbin swar dibin û têne bajêřî, lakîn mîr ’elî xwe bixiwe muntezre ku elbette êvarî û subeyê jwan etba’êd paşay, ku ew zadêd bi řonî liber tavê mayî, lwê germêda nê xwerîn, qata çendek dê nexweş bibin, řojekê û dû û sî û ḧeftyekê, mîr ’elî çavřa kir, ku eslen yek jwan mirov û ẍulaman nexweş nebûyî, qe ji berê çêtirin, êdî mîr ’elî di çite nik îsḧaq paşay û temenna diketin ku qence ḧezreta we izin û destura bende bidetin ez biçme îranê, paşa dibêjîtin, ku mîr ’elî to ji boy çi hatî, çi dê biçî, çi bûye, ḧusên qulî xanî to jiboy mu’aleceta me viřêkirî ye, munasb nînin ku to biçî, îcarê mîr ’elî dibêjîtin, ku paşa ev mîzac û tib’êd ku min li ekirad û ehalyêd van kinaran muşahedekir, teḧqîq me’lûmî cenaba we bibîtin, ku eger ev mexluqate jehrê jî dest bidest vexon, livane kar û te’sîr naketin û evne muḧtacî ’îlacê nabin, ewê řojê ku ewan etba’ û ẍulamêd te ew zadêd řonî û guşt ku hinde qeder liber tavê mayî xwerîn û qet yek jwan nexweş û telef nebûyî, eve gelkî ’ecêbe, eger ev waqî’e li îranê bibuya, elbette nîva wan mirovan telef dibûn û nîv jî di piştî zav ’îlacan paşî belku xilas dibûn, min bixiwe biçavê xwe weha dîtin, ez dizanim ku evne zêde muḧkemin û mîzacêd wan jî neweku mîzacêd mirovêd mayî ne, evne biřastî muḧtacî ’îlac û dermanan nabin, qence ku to destura min bidey, îcarê îsḧaq paşa jî destura ḧekîmî didetin û qederekê îkiram û îḧsanê diketin, viřêdkete xoyêNava taybet nik ḧusên qulî xanî û mektub dinûsîtin, ku belê mîr ’elî me destûr dayê bwî terefîdanê hatye, weku mîr ’elî digehîte xoyê û mektuba ḧusên qulî xanê didetin, paşî xeberdan û pirsyaran, ḧusên qulî xan pirs diketin, ku mîr ’elî to jiboy çi hatî, min to viřêkirî, ku her daym di xidmeta paşayda bibî û bimînî, îcarê mîr ’elî dibêjîtin, ku «xan» te ez viřêkirye nêva tayfeyekê ku wicuda wan bixiwe derd û belêne, mirin û kuştin ji wan peyda dibîtin, ew xelqî û ’ibad alilhErebîy di kujin û řencîde diken, bedena wan bixiwe jehrîye, nexweşî û jehir dê bijehrê çibketin, ḧal û ḧîkayeta îsḧaq paşay û ehalyêd kurdistanê eveye û ez pênc mehan dinêva wandanê sakin bûm, eslen yek jwan muḧtacî ’îlacê nebûn, û axrî jî min dît ku ewan ew zadêd weku jehrê xwerîn, dîsanê li wicuda wan te’sîr nekirîn, êdî min zanî ku betale, ez hatim..