ḧîkayeta sîh û yekê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 3 Xulek  916 Dîtin

neqil diken, ku berê umera û beglerêd kurdistanê, zêde î’tibar û bawerî bi sedaqeta tayfa fele û ře’yan hebûn, herçî ku emrêd malêd wan û dan û istanêd ḧeremêd wan û naw malêtî hebû, ḧemû didestêd felan dabûn, goya carekê î’tibar ji wan dîtbûn, ḧetta ku di hekaryanda nê, di weqtê mîr ’izaldîn şêrî danê, feleyekê wî di ḧeremêda nê hebûye navî kiluNava taybet û çil salan ẍulamî û nawmalêtî kirîye, îcarê wesanê di qewme, ku xyanetekî aşkar ji wî feleyî kilwî naw malê sadir dibîtin, ku êdî ew fele labudde musteḧeqqî kuştinê dibîtin, mîr ’izaldîn jî emir diketin ku kilwî bînin û bikujin, mifirdî jî kilwî digirin û destyan girê diden ku biben bikujin, îcarê kilu dibêjte mifridyan, ku min bibene ḧizura mîr ’izaldîn, xeberekê min heye, da ez ji boy mîrî bibêjim, paşî min biben û qetil biken, îcarê ew mifirdî tiskiraren kilwî dibene ḧizûra mîr ’izaldîn, îcarê mîr ji kilwê fele pirsyar diketin, kuřuç dibêjî, îcarê kilu dibêjîtin, ku mîr eseḧ to dê min bikujî, mîr dibêjîtin, ku to dê elbette bê y kuştin çarenîne- îcarê kilu dibêjîtin ku mîr me’lûmî tebtin ku eve nêzukî çil salane ku min xizmet dikir û ava ẍesil û destimêja te min di anî, herçî qedreyê ku ava ẍesil û dest mêja min ji boy te înaye, mi’az alilhErebî berê min mîztye nêva wê avê û ji boy te paşî înaye, eve ez dibêjme te herçî ẍesil û destimêj û nimêjêd ku te ḧetta niha kirîne, ew ḧemû jî di ayîn û dînê teda nê betaln. to evan nimêjêd çil salan qeza bike û qenc bizane, ku ez dujminê dînê te bûme, liku mabî ku dujminê canê te û min ẍema kuştinê jî nîne, me’lûmî te jî bibîtin, ku min eve îhaneta çil salan digel te kirye, min tu ji xudê mîran rûreş kirye, ez jî tême qetil kirin, ẍem nîne, îcarê mîr ’izaldîn qewî zêde tête ẍezebê û bixiwe radbîtin kilwî didete ber xenceran û dikujîtin, û bixiwe jî ji boy vê xebera hatî ku kilwî çil salan wesanê îhanet û xyanet kirye, qewî zêde melul û meḧzun dibtin, ku evî feley hinde nimêjêd min dayne fesadê, ez dê çewanê bikem, îcarê melan gotye mîr ’izaldîn ku boy kefareta vê şulê, mexsuse medreseyekî bîna bike, dibîtin ku xudê te’ala te ’efu biketin û gunahêd te bibexşîtin, îcarê fîlwaqi’ ewî mîr ’izaldînNava taybety xaseten ji boy vê şolê medreseyek bîna kirye û ewqafêd kafî lê weqif kirîne, û ḧala niha jî ew medrese heye, ’izzyeNava taybet dibêjin, ḧetta ku ev şule ne qewmî bû, umera û aẍayêd ekiradêd xwe cihêd hekaryan qewî zêde î’tibar û bawerî bi re’ye û felan hebûn û ew tayfe ji boy emîn ḧisêb dikirin, lakîn paşî vê şulê, ku waqi’ bûy, êdî ew çend î’tibar feleyan naken û bwan baweryê naken, lewřanê sulba î’tîqada wan bûy, êdî xanim û ḧeremêd wan jî bi řu felan nakevin û ji re’yeyan xwe sitir diken.