ḧîkayeta sîhê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 6 Xulek  841 Dîtin

neqil diken ku ḧisên aẍayê zîlî, aẍayê tayfa zîlan, dîsanê ji êlata xwe, mirovekê qewî camêr û dilêr û zana hebû, eḧmedê feqî digotin, ew eḧmed jiboy xwe kirbûye «kehya» û herçî umur û xisusen ḧisên aẍay hebûye, ḧemû didest wî eḧmedê feqî danêbûye, û gelek link ḧisên aẍay meqbul û merẍub bûye, û kullen ixtyar bûyî, lakîn ewî ḧisên aẍay jî ḧefit bira û ji pazdehan zêde pismam û torîn hebûne, meger ewan birayêd aẍay û tornan, kullen jivî eḧmedê feqî kirîne çav reşî û bi dire û îftîran ketne qesda kuştina eḧmedê feqî û biher wechî ew birayêd ḧisên aẍa û tornêd wî ḧemû bûyne yek, qesda îhlaka eḧmedê feqîye, û jiboy vê şolê gelek caran ẍemza, eḧmedî jiboy ḧisên aẍay kirîne, lakîn ḧisên aẍa guhdarî nedkir û eḧmed qewî zêde mirovekî bi wecih bûyî, ḧisên aẍa ji eḧmedê feqî neborî qet guh nedda biran û tornan, muddeyekî weha çûyî, birayêd aẍay û tornan fikirîn, ku bivan dire û îftîra wan, ḧisên aẍa ji eḧmedê feqî nabortin û telef naketin, îcarê çar jinêd ḧisên aẍay hebûn, dû jê navserî û dû jê cewan, evan birayêd aẍay û tornan, dadêt xwe birne nik wan, herdû jinêd ḧisên aẍay ku cewan bûn, ku eman çare maye bwe, hûn îftîrayekê derḧeq vî eḧmedê feqî biken, û evî bidene telef kirin, ḧisên aẍa baweryê bi xeberêd me naketin, lakîn ji xeberêd hewe bawer diketin, îcarê bi çi terzîye, ewan herdû jinêd cewanêd ḧisên aẍay, şekwa eḧmedê feqî kirîne, û her çî ye ḧisên aẍa ewan jinêd wî dayne baweryê, ku belê weha bûye, êdî ḧisên aẍa li eḧmedê feqî hatye ẍezebê û gutye jinan ez dê ẍereza we îcra bikem, û eḧmedê feqî bigirim, lakîn di konanda nê nabtin, em zivistanê biçîne qişlaqê, lwê derê ez wî digirim, wî zemanî ḧisên aẍa zivistanan lideşta sêrtê ’îmaret hebûye, xanî û menzilêd wî hebûne, li wê qişlaq dibûn, îcarê weku ḧisên aẍa têtin û dikevne qişlaqê û li ’îmaretê bi cih dibin, ḧisên aẍa eḧmedê feqî jî û kuřê wî biluNava taybet jî înan, herdûjî ḧebis kirin û xistine zincîrê û malêd wan talan kirin, muddeyekî ew herdû bab û kuř di ḧebsêda mayn, lakîn her řojê dîsanê, birayêd ḧisên aẍa û tornan, îbram û îlḧaḧ li ḧisên aẍay dikirin, ku te jiboy çi eḧmedê feqî hêlaye û nakujî, xulase şevekê ḧisên aẍa izin dayê ku heřn kune lastêd we bibêjne feleyê meyter madoNava taybety bilanê eḧmedê feqî bixenqîne, îcarê ewbira û torîn nîva şevê têne pişta derê pakê û gazî madoy diken û dibêjne feley, ku aẍay emir kirîye ku bilanê niha eḧmedê feqî bixenqîne, zû heře eḧmedî bixenqîne, emjî ji’êre li wî seyr biken, madoy meyter vedgeřtin û tête odeyê nik eḧmedê feqî, îcarê eḧmed ji madoy pirsyar diketin, ku weha bê weqit ewkîne ku derê pakê diqutin û gazî te diken, mado digrî û dibêje ku eḧmed aẍa ez jî nizanim ku çi belaye, birayêd aẍay û tornin hatne pişta derî dibêjin ku aẍay emir kirîye ku bilanê eḧmed aẍay mado bi xenqîne, ez çewanê bikem, evê cewabê dibêje eḧmedî û bixiwe digrîtin, îcarê eḧmed dibêje kuřu mado, ezdê bimirim to jiboy çi digrî, dwê şevêda nê bîst mirovan zêdetrî diznicîrêda hebûne, yekî jwan girtyan navî nebuNava taybet bû, neqil dikir ku weku bûye beḧsa hîlaka eḧmedê feqê, em hemû tirsan, di medanê can nemayî, lakîn eḧmed bixiwe qelun dikşand, qe eslen di ẍemêda nebûy, gote madoy, ku heře ji boy min ceřekî avê bîne, ḧazir bikew zincîrê ji istuyê min biderîne, da ez ẍeslekê bikem û nimêj bigirim, îcarê mado çû ceřê avê îna û zincîr vekir, eḧmed çûye û ẍesil kir, hat lîbasêd xwe berkirin û gote mado ku kuřo ji boy min qaweyekê çêke, qeluna xwe jî tijî kir vexwar û çend şîret likuřê xwe bilwî kirin, ku lawê min, guhdarî da û zarokan bibî, lakîn kuřê wî bilu û ew ḧebsî ḧemû digrîn li wan vesu hat ku jiboy çi hûn digrîn, ne şerme, elbette berxê nêr ji boy kêrê ye, ẍeman neken, îcarê mado qawe înand, eḧmedî dû fincan qawe vexwarin, û qeluneke dinî jî vexwar, lakîn ew birayêd aẍay û torîn jî jiber derî li eḧmedî seyr diken, îcarê gote madoy, ku kuřo mado bivê qaweyê nebû, ji boy min qaweyekî giran çêke û bîne, mado çû mesînekî dinî qawe çêkir, îna eḧmedê feqê jwê qaweyê jwê qaweyî jî dû fincan vexwarin, îcarî qelun daweşand, řabûye dû rek’at nimêj kir, gazî kire birayêd aẍay û tornan, ku gelî aẍaleran kuştina madoy huner nîne û camêrî ḧisêb nabtin werne hunduřî, em yeke yeke yekudû biceřbînîn, deng ji aẍaleran biderneket, îcarê eḧmed ber bi qîble řunîşt, gote madoy were min bixenqîne, mado dest diřecfin û digrya, eḧmed bixiwe ben avête ustoy xwe û serêd benî daye destêd madoy, gu kuřo zû bikêşe, û bixiwejî digot ku la alh ala alilh, miḧimd risul alilhErebî, bivî terzî can dayî, qet mirin link wî ẍem nebû, wê şevê ew xelqê diznicîrêda, nê sê çarek jê bizdyan û bo mehan zêde nexweş bûn, û madoy fele jî eger çi eḧmedê feqî xenqand, lakîn nîv řuḧî bû, ewjî subeyê bizdya bû, çû û nexweş bû, paşî ḧefteyekê ew fele jî mird bûye, paşî mûdeyekî êdî ḧisên aẍayê kuřê eḧmedê feqî bilu jî ji zincîrê bi deranî û aza kir.