ḧîkayeta bîst û nehê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 4 Xulek  878 Dîtin

diberî niha livan nêzukan, lideşta bişêryê ji ’eşayrêd beřyê, ji tayfa berazan kurmancekî «jîra» hebû navî sîsu, ewî sîswî dû kuř peyda bûyn, navê yê mezin kerḧê û navê yê biçûk eḧmê, lakîn herdû jî zêde reşîd û dilêr û řimbaz û camêr, yanî bê mesel bûn, ’umrê yê mezin bîst û ’umrê yê biçûk nozde salî, lakîn dinêva dû sê salanda nê wesanê meşhur bûyn, herçî koma ku kerḧê û eḧmê berê xwe bidana yê, elbette dê belav bikirana, ew herdû bira bitnê diçûn, ji ’erebêd ’inzeyî û ji êla şemmerê ’ereban deve didane ber xwe tînan, ji sed swaran zêde ’ereb bi pê kerḧê û eḧmê diketin, evan herdû biran, ew swarêd ’ereban belav û perîşan dikirin, te digot ku evne herdû jî ’eynî ecneyne, wesanê fars û řimbaz û çapuk swar, xulase’ê, kelam qewî zêde binav û deng bûyn, mîqdarî sed mal jî ji êreda pêreda, xwe dayne ser kerḧê û eḧmê bûyne cîranî wan, êdî biẍeyr ji navê kerḧê û eḧmê, êdî navê kesekî tunnebûn û digel ekirad û e’rabêd wan kinaran yeku yeku xwe helde awêtin û ji ḧemûyan talan dibirin, ḧetta eyîwib aẍayê millî digel ḧefit sed swarêd millî hate ser mala kerḧê û eḧmê, herdû bira digel sed swaran swar bûyn û bire eyîwib aẍayê millî dayn û řiswakirin, êdî ḧeyz û feyzîd aẍayêd ’eşayrêd wan kinaran ne mayî û aẍayêd qedîm ji ta’îfa berazyan ji wan herdû biran kirîne dexesî û daym ketne qesda kuştina wan herdû biran, lakîn çi fayde nedbirin, dîsanê bûyî ke herçî fîrarêd qur’e û leşkiran jî lwan kinaran dibûn diřevîn û dihatne link kerḧê û eḧmê êdî xilas dibûn, ekiradêd wan kinaran ḧemûyan ji kerḧê û eḧmê kirîne çavřeşî û bûyne dujminê bixef, lakîn aşkar naken û xwe bixiwe řû biřû newêrne çûna ser kerḧê û eḧmê, paşan wesan qewmî ku çend mirovek ji qur’a urfayê řevîn û hatne nik wan herdû biran, walyê çelê namq paşa nivîsî, ev mirovane ji eyîwib aẍayê millî îskan başî xwast, ev mirovne bwî terefîda řevîne, elbette ji te evane dixiwezim, îcarê eyîwib aẍa ’erîze jiboy namq paşay viřêkir. ku belê fîlwaqi’ ew fîrarî livî kinarîne, lakîn dû bira ji ekiradêd berazyan peyda bûyne, ji ferumayan qewî taẍî û baẍîne, guh nadene xebera kesekî û mejî quweta wan nînin û bê leşkirê nîzamî û bê top evne na êne dest, îcarê namq paşa leşkerê nîzamî û çar top hilgirtin û hate binya urfayê û cewab jiboy kerḧê û eḧmê viřêkirin, ku bilanê ewan fîraryan bînin û bixiwejî bên û ger ne dê leşker û nîzam û top bêne ser malêd wan, îcarê kerḧê û eḧmê ew mirov jî nedan û bixiwe jî nehatin, malêd xwe barkirin wederxistine çyayekî asê û herdû bira digel pênceh swarêd bijare mayn, subeyê namq paşa digel taburêd nîzamî û tupan çûyne binê çyay û deste girêdayn û gelek ji swarêd ekiradan digel namq paşay hebûn, milan û berazan û merdîsan nêzukî dû hezar swarê ewan jî deste girêdabûn, ke kerḧê û eḧmê herdû bira dest vemalî bitnê ji çyay hatne xwarê û qesda tabura ekiradan kirin û rikêb kirne dû hezar swarê namq paşa û leşkerêd nîzamî seyr dikirin, weku dû gur çewanê dikevne nêva kerekî pezî, ew swar wesanê tîş tîş kirin, bîla xîlaf ji çilî jûrtir swar avêtin û kuştin, îcarê gulleyek li enya kerḧê ketî, ji hespîdanê kete xwarê, weku birayê wî eḧmê dît ku birayê wî ji hespîda kete xwarê, êdî ew jî ji hespî peya bûyî hat û xwe avête ser leşê biray kerḧê, îcarê eḧmê jî girtin û ḧebis kirin û malêd wan jî talan kirin û ew fîrarî jî sitandin, êdî kerḧê jixiwe fîlḧal bigulleyê hêlak bûyî, eḧmê jî girt birne ḧelebê le meydanê istuyê wî hingaftin, niha jî camêrya wan herdû biran li etrafê urfayê û desta bişêryê dête gotin û xewaherwan hebûne, istiran lwan girêdane.