ḧîkayeta bîst û heştê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 7 Xulek  863 Dîtin

neqil diken ku di eyyamê xîlafeta sultan eḧmed da, nê ji qeseba xoşnavê mela meḧemed nav, mirovekê zêde zekî û ehlê ’îlim û kemal peyda bûyî, ku lwan kinaran şuhret dîtî, îcarê ji xoşnavê hatye bajêřê silêmanîCih û lwê derê jî muddeyekî mudeřîsî kirî, sakin bûyî, lakîn feqîr û liḧal malê dunyayê tunîne, îcarê ehlê silêmanîCihye daym digotne mela meḧemedî ku qence tu biçî istenbulNava taybetê, to hinde fazil û ’alim û kamlî, elbette dê xundikar wezîfewyekî weya xwe gundekî lite îḧsan biketin, jivê jaryê xilas dibî, îcarê mela meḧemedî jî tedareka xwe her çye dîtî û çûye sitenbulê, dema ku daxlî sitenbulî bûyî, çûye medreseyekê, lakîn ser û guh perîşan, herçend ku digo ez melame û îbraza kemal û ’emel û ’îlim kirî ye jî çendan, kesekî guhdarî mela meḧemedî nekirin, herçîye çend řojekan dinêva sitenbulê sakin bûyî, gah çûye nik mudeřřîsan û gah çûye nik şêx alaslamNava taybety îfadeyê ḧal kirî, îmtîḧan telebkir û hîvya wezîfeyekî kirî, eslen kesekî guh nedaye mela meḧemedî, ’erîze daye, dîsanê to jê çê nebûye, naçar mayî, bixiwe jî cewan bûye, çûye çend řojekan paletî kirîye û çend qirş diravî peyda kirî, birîye daye destekî libasêd reşê îrsyan ji serî ḧetta pyan daye çêkirin û înaye, rojekê subeyê ew destê libasê îrsyan berkirîye û ’esayek girtye destê xwe, řast hatye derê şêx alaslamî gotye mirovêd wî ku şula min digel şêx alaslamî heye, lazme ku biçme ḧizurê, ’emelan jî destur dayê, mela meḧemed di qyafeta îrsyanda řast diçte ḧizura şêx alaslamî û ser dihnigive, şêx alaslam dibêje ku îrs were řûnê, mela meḧemed rûtnîtin û îfada şêx alaslamî diketin, ku efendî îşeve min dixewa xwedanê dîtye ku dînê îslamê ḧeqe, ez hatme nik ḧezreta we ku musliman bibim, weku şêx alaslam evî xeberî ji îrsî dibhîtin, kêf xweş bû, şadbîtin, ku liser seran û ser çavan hatî, îrsî tênte nêzukî û kelîmeyê şehadet dibêjîte mela meḧemed û goya jinûve musliman diketin û gazî mirovêd xwe diketin, ku zû evî bibene ḧemamê û destekî cilêd melanî faxîre bikene ber vî mirovî û zû bînne êre, şêx alaslam mela meḧemedî viřêdkete ḧemamê û bixiwe tezkîre dinvîse jiboy xundikarî, ku ji yumna dewleta ḧezreta we, îroke îrsek bixiwe bi řeza hatye û musliman bûyî, min viřêkirye ḧemamê, lakîn min nav dane naye, mewqufî emrê cenabê xundikarîye û bi ẍeyr jwî jî dîsanê şîx alaslamî tezkîre nivîsî, jiboy sedrê e’zem û rîcal û kîbaran, ku eḧwalekê weha qewmîye, mizgîn dane yeku dû û xundikarî qewî ḧez kirî, emir kir ku bilanê navî lê daneynin ḧetta ku ez jî dê bixiwe bême silavya wî zatî û ewî bibînim û navekî mubarek lwî dabnim, xulase mela meḧemedî dibene ḧemamê û libasêd melanî faxîre dikene ber û bişev xundikar bixiwe teşrîf dibete menzila şêx alaslamî û mela meḧemedî dibîntin û pê keyf xweş dibtin, paşî îcarê xundikar emir diketin, ku navekî munasb lwî îrsê ku goya musliman bûyî danin, paş ew mirov bixiwe îfade diketin ku min bixiwe qewî meyla îsmê meḧemed heye, îcarê xundikar emir deketin ku bilanê navê vî zatî meḧemed efendî bitin, xulase navê mela meḧemedî meḧemed efendî datnin û xundikar û erkanê dewlet û rîcalê kîbar qewî zêde zêř û hedîye û îḧsan diken û subeyê melayekî tînin û tenbîh diken, ku her řojê were odeya meḧemed efendî û qenc miqeyyed bibe û ewî bide xwendin, êdî her rojî mu’elilim têtin û dersa meḧemed efendî weku zarokan «elf ba ta» didete xwendin, lakîn berî meḧemed efendî zanînê kifiş naketin, hêdî hêdî biřojê mela meḧemed weku eflatûnNava taybety bijûrve diçtin, di dû mehanda nê goya xetma qur’anê diketin, êdî mu’elilim îfada xundikar û şêx alaslam diketin, ev meḧemed efendî feyzî bî bixiwe dixuntin, êdî dibêjnê ku miḧemed efendî yê feyzî, xulase weha hêdî hêdî bi tedrîc mela meḧemed dinêva dû sê salanda link wan dibte melayê mezin û qewî di ’îlimda nê fayq dibtin, mi’ hizaErebî ji berêda hinde salan ewî melatî û teḧessul kirye, îcarê dîsanê şêx alaslam zyafeteka ’imûmî diketin û ferman didete meḧemed efendî feyzî ku belê medrese û herkes di wê meclisêda, ji xundikarî bigre ḧetta paşa û řîcal û kîbaran zêde bê ḧisêb îḧsan jiboy meḧemed efendî viřêkirin. mîqdarê sêsed car sed kes dirav bihev ketî û hedîye behîye bê qyas dayne meḧemed efendî û zav teklîf dikirin, ku were em te bizewcînin, lakîn meḧemed efendî jin û zarok li silêmanîCihê hebûn, aşkar nedkir. řojekê meḧemed efendî çûye ḧizûra xundikarî, paşî du’a û senayê îfadekir, ev da’î bi esil ji silêmanîCihê mewliwan kinaran ’ilim qewî kême, ji saya we min ’ilim teḧsîl kirye, ez nyazê dikem ku çendî kerêd gundan li bendeyî îḧsan û berat bikey, da ez benî biçme welatê silêmanîCihê û lwê derê dersan bibêjim û neşra ’iluman bikem, ji saya ḧezreta we ’îlim û ’ulema di kurdistanêda zav bibin, îcarê xundikar řica meḧemed efendî qebul diketin û sîh kerê gundêd cesîme liser meḧemed efendî weqif diketin û ferman û beratan didenê û bi tîkirar xundikar û şêx alaslam efendî û erkanê dewlet, her kesek mîqdarekê îḧsanê jiboy meḧemed efendî viřêdken, bi dirav û malekî zav meḧemed efendî mu’ezzez û mukeřiřim digel bar û barxane û ferman û beratan ji sitenbulê viřêdken û emir nameyan jî didenê û di nivîsin ku feyzî meḧemed efendî bwan kinaranda hatye her kesek ’izzet û îkiramê biken, xulase ê kelam mela meḧemed pênc salîd wî temam dibtin, ew jî têtin bi dezgah û esbab û tecemmul tête bajêrê silêmanîCihê û ehalî diçne berayîkê û bi îkiram têtin li mala xwe sakin dibtin û gundan zebit diketin û mudeřřisyê diketin, lakîn çend dustêd wî hebûne ji qedîmda ku gotne wî heře sitenbulê to mezin dibî û gundan distînî, îcarê ew mela meḧemed bixef dibêjîte dustêd xwe ku belê wellahî ez çûme sitenbulNava taybetê û pênc salan maym û hinde mal û esbab min înaye û gund berat kirîne, lakîn ḧetta ez nebûme îrs û ji nûve musliman nebûm, evne ji boy minřa mye siser nebûn, belê wellahî sitenbulNava taybet cihekî qewî qence, lakîn ḧetta mirovî ji nove musliman neken, řeẍbeta mirovî naken û tiştekî nadene mirovan, êdî paşî wê şulê navê mela meḧemedî mayî, ku digotin mela meḧemedê îrsyan wesanê meşhûr bûye, belku ḧetta niha jî ewladêd wî lwî bajêřî peyda dibin, walilh a’ilim balsiwabErebî.