ḧîkayeta bîst û ḧeftê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 6 Xulek  858 Dîtin

neqil diken, ku di weqtê îbrahîm xan mîrê hekaryan bûy, aẍayê tayfa şikeftyan îsma’îl aẍayê mezin jî link wî bûyî, lideşta geveřê konêdxiwe vedabûn, meger dujminayî di nêva îsma’îl aẍayê şikeftî û teřlan aẍayê tayfa herkyan hebûye, teřlan aẍayê herkî dizekî qewî zêde meşhur link hebûye, navî dumuNava taybet îcarê teřlan aẍa bixef dibêjîte dumwî ku te bibînim, eger tu diçî û bidzî gulleyekê davêy îsma’îl aẍayê şikeftî û dikujî, ez dê hinde pez wedwarî bideme te, îcarê dumu jî radbitin jixaka behdînan tidareka xwe diketin û le hespekî baş swar dibtin û tête nêva êla şikeftyan, bi behana dewar kiřînê û tête nêzukê konê îsma’îl aẍay, bişev hespê xwe li dûrî konî di nwalekêda girêddetin, weku nîva şevê dibtin, dumu şeşxaneyê digirte destê xwe û bi çar lepî divařuyê weku kelban di surke û tête pêşya konê malê, lakîn pawan jî pê naḧesin, divařu dikefte nêva hespan kulber derê konê malê girêda yine, îsma’îl aẍa jî di konê malêda liser cihê xwe rûnşitye qelunê ve dexwetin ku paş biřazêtin. dumu şeşxaneyê digirte armancê û bikeyfa xwe diçeqîne, bi emrê xudê têzk agirî digre, lakîn ji hinduřî şeşxane agirî nagrîtin, êdî îsma’îl aẍa ji pêşve dibîntin ku aẍzutya tifengê ji nêva hespan birqî û rabû fîlḧal didete debanceyê û gazî pawanî diketin, êdî bê mecala dibte hewarî dumu mecala têzkirnê namîntin, egrafan li dumu wertînin û dumwî digirin û tînne nik îsma’îl aẍay, û ekirad jî ji zoman tên û berhev dibin û qesda kuştina dumwî diken, lakîn îsma’îl aẍa nahêlîtin ku dumwî bikujin, îcarê îsma’îl aẍa dumwî tînte nik xwe û didete xeberdan, ku kuřuto çi kesî û ji boy çi te ev şolekir û to ji kî, rast bibêje ez dê te aza bikem, îcarê dumu rastya eḧwalî û şandina teřlan aẍay pêkve rast û dirust dibêjîte îsma’îl aẍay û kuř û birayêd wî qewî ku em dikujîn, gulêd bin û dumwî bikujin, îsma’îl aẍa razî nabtin û dibêje: ku aferîn ji boy dumwî ku xebera aẍay girtye û bi’emrê wî hatye, weger nemin û dumwî to dujminayî digel yeku dû nînin, belku dujminê min teřlan aẍaye, eve ẍulame, gunahê ẍulamî nînin, wellahî ez dumwî nakujim, îcarê subeyê xelatekî jî didete dumu û aza diketin û çend swaran jî digel dumwî viřê diketin ku bibne silametyê û paşî vegeřn, lakîn dibêje dumwî ku heře bêje aẍayê xwe teřlan aẍa, ku îsma’îl aẍa digot ku dujmin ewe ku ji dujminî bidestê xwe aşkara li meydanê ḧeyfê bistîntin, wesanê bixef û dizî mirov dane kuştin ew karê monane, bilanê di weqtê xweda ḧazir bibe ew ẍulamekî bidzî viřêdkete kuştina min, lakîn ez dê bixiwe digel koma bira wipsimaman bême derê malê ji boy kuştina wî, êdê kanê xudê didete kê û kî dimrîtin û kî dimîntin, îcarê weku îsma’îl aẍay ev xebere gote dumwî û azakir û destûr dayê, dumu jî hat û eḧwalî xwe û girtinê û qewlêd îsma’îl aẍay ḧemû jî gotne teřlan aẍayê herkî, lakîn teřlan wesanê ḧisêb kir, ku belê îsma’îl aẍayê şikeftî, medḧeke jiboy xwe kirîye, vihnina hicuma îsma’îl aẍay nekirin, lewřanê dinêva wanda mesafa pênceh sa’etî hebû, êla şikeftyan li geveřê bû û êla herkyan lichê behdînan linaḧya zêbarê bûye, îcarê îsma’îl aẍay, heman řojekê di pêçûna dumwî swarêd êla xwe yekane ḧefit sed swarî dibjêrîtin û tenbîh diketin ku her yek ji we azuẍa şeş řojan digel xwe helgirin, îcarê îsma’îl aẍa digel ḧefit sed swarêd bijare ji nêva êlî swar dibtin û berê xwe didete zêbarê û diçtin bişev ḧetta subeyê bi řê diçin û dajûn, weku dibe řoj lichekê nepenî peya dibin û radzên û raḧet dibin, ḧetta dîsanê dibte şev swar dibin û dajûn, şeva çarê nîva şevê diçne nêzukî malêd herkyan, ji dûrve şivanekî digirin û pirsa zoma teřlan aẍay diken û ewî şivanî digel xwe diben, berî fecrê dewra malê teřlan aẍay digirin û ew ḧefit sed sware pêkve destekî agirî didene konê teřlan aẍay, qyamet dinêva malê ji nişkîveřa dibtin, sîh gulle weha dinêva konê malîda li teřlan aẍay dikeftin û ji xelqê malê jî jin û mêr û zarok, hevde mirov def’eten telef bûyî, êdî îsma’îl aẍa dibêje swarêd xwe ku eve bese, mirada min teřlan aẍa bû hate kuştin û hinde telefyat bû, eve welatê ẍerîbane û êla herkyan zavin, paşî berhev dibin, êdî ketek jime xilas nabî, îcarê îsma’îl aẍa digel swarêd xwe vedgeřn, lakîn li êla herkyan dibe qořî û hewarî, ku belê îsma’îl aẍayê şikeftî hat û biser malê teřlan aẍay dagirtî, teřlan aẍa kuştin û vegeřyan, êdî swarêd gazyê tên û mîqdarî sê hizar swaran bihev dikeftin û li pê îsma’îl aẍayê şikeftî tên, wê rojê weqtê ’esrê xwe digehînne îsma’îl aẍay, îcarê swarêd şikeftyan jî dunekê didene herkyan û dest bişeřî diken, îsma’îl aẍa dibêjte swarêd xwe ku gelî sey pisanan, eve welatê byanyane û herkî ne, ẍîret lazme wegerne kesek jwe cewabê nabete malan, li wê derê şeřekî ceng meẍlûbe diken, swarêd şikeftyan li tayfa herkyan ẍalb dibin û leşkerê herkyan dişkên û diřevin, nêzukî pansed extermane distînin û gelek mirov ji herdûknaran telef dibin, ji wê řojê ḧetta niha jî ew dujminî dinêva tayfa şikeftî û herkyan baqîye, li kî derê rast yek û dû bên û fursetê bibînin, yek û dû dikujin, fewta fursetê naken û daym herkî li tola xûna teřlan aẍay digeřyan..