ḧîkayeta bîst û şeşê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 5 Xulek  1002 Dîtin

neqil diken ku livan nêzukan mirovekê řeşîd û camêr, dîsanê bi esil ekirad, lakîn saknêd wanê, navî çinar aẍa digotin, jineke xweyî sipeḧî hebûye navî leyla, wesanê îqtîza diketin ku ew çinar aẍa diçîte ẍurbetê û libeẍdayê dibîte delubaşî û mudeyekî dimîntin, meger li wanê jina wî, leyla ku zav sipeḧî bûye, ji xanedanêd wanyan îbrahîm aẍa lawekî cwan hevdû bixef ḧebandîne û carnan bi dizî ew îbrahîm aẍa têtin û diçte mala çinar aẍay û digel jina çinar aẍa leyla musaḧebetê diketin, eger çi ev şula bi xefe, lakîn êreda pêda cîran dikevne şubheyê, û ev gufte goya cizwî dinêva ’ewananda tête gotin, li wan eyyaman, mirovek jwanê diçte řumyetê û digehte beẍdayê û diçte nik çinar aẍayê wanî, hemjî link wî sakin dibtin, îcarê çinar aẍa pirsa wanê û mala xwe û cîranan ḧemûyan yek bi yek jwî mirovê ku ji wanê nu hatye diketin, berî ew mirov, rastya eḧwalê jina wî nabêjîtin, xef diketin, paşî çinar aẍa bi nîhanî û dizî, ewî mirovî didte sundê ku rast bibêje ku eḧwala malê çye, lewřanê çend carekê ez mala xwe dixewnêda dibînim, qewî tarîye, elbette ke derek heye, to dê rastyê bibêjî, îcarê ew mirovê hatî jî bixef eḧwala jina wî, ku bivî terzê dibêjin, keyfîyetê jiboy çinar aẍay weku bihîstî neqil û beyan diketin, weku çinar aẍa evî eḧwalî seh diketin êdî ḧisêbke diçte dereca hîlakê, subeyê ji çiraẍêd xwe yekî li cihkê xwe dikete wekîl û bixiwe digel dû ẍulama ji beẍdayê biderdikeftin ku li nêzukî beẍdayê şulekê min heye ḧetta çend rojekan dimînim û dîsanê bişove dêm, îcarê digel dû mirovêd xwe dajûtin û tête gundêd nêzukî wanê, lakîn «tibdîl allibas» tibin, kes nasnaketin û têtin evê şulê ji hindek cîranan didete pirsyar kirin, ku belê fîlwaqi’ ev xebere têtegotin û ew îbrahîm aẍa jî carnan bixef bişev tête mala wî û diçtin, îcarê ew çinar aẍa digel herdû mirovêd xwe têne gundekî, ku şehyaẍî dibêjin, nîv sa’ete ji wanê, li wê derê ji boy xwe qotaẍekê digrîtin, ku em ẍerîbin û lwê derê sakin dibtin, weku dibîte şev, her şevê peyatî bi çek û silaḧ têtin û li xirabeyekî ji dûrve li malê dibîtin, dûşev weha, şeva syê dibîntin, ku belê nîva şevê bûy, ew îbrahîm aẍa hatî û ji kulekê hêdî gazî kirî ji hindurî jî derî vekirin, îbrahîm çûye malawî, bi çavê xwe weku dibîne, êdî mecala çinarî namîntin, îcarê bixiwe jî bitnê bûye, řadbitin ji ser xanî, ji cihekê kulekê tête nêva malê û hêdî têtin ku belê zařukêd wî û da wî ḧemû li udeyekê razane û jina wî leylê çûye odeyeka dinî, ew û îbrahîm aẍa link yeku dû rûniştine û xeber diden, îcarê çinarî dest kirîye debanceyê û ji nişkêve çûye odeya hundirî û kirye gazî ku îbrahîm seyê pisê san, nê ez çinarim, êdî îbrahîm jî û jinka wî leyla jî herdû kan ixtyar ji destan çûy, tirsane û xwe şaş kirîne, eslen mecala xeber û libatê nebûye, ji cihê bûyî ne bizvîne, îcarê çinarî kita debanceyê bire singê îbrahîm aẍay daye, û kita dinî debanceyê bire singê jina xwe leyla daye, dichida mayî herdû jî dayne ber xenceran temam kirî, bidengê debanceyê, êdî da çinarî û dû kuřêd zařok hebûye ji odeya dinê biderdikevin û tên û cîran jî bidengê şemateyê tên û çinarî dibînin, way çinar aẍa to kengî hatî û eve çi eḧwale dibêjin, îcarê çinar leşê îbrahîm aẍa jî û leşê jina xwe leylayê jî bidertîne ber derî û serê herdûyan jî jê diketin cudacuda danînte ser singêd wan, subeyê ev şole dinêva wanê şay’ bûy, xeber birin ji boy birayêd îbrahîm aẍay û birayêd leylê viřêkirin, leşêd xwe birin defin kirin, ev cewabe gehaye sem’a paşayê wanê, ku belê şulekî weha qewmîye û çinar bixef ji beẍdayê hatye û îşeve îbrahîm aẍa dimala xweda dîtîye, ew jî û jina xwe jî herdû jî qetil kirîne, îcarê paşa jî viřêdketin û çinar aẍay gazî ḧizura xwe diketin, ku aferîn sed aferîn û xelatekî jî didete çinarî û ji boy xwe dikete delî başî, birayêd îbrahîm aẍa û leylayê eger çi mirovne me’ruf bûn dwanêda û ji deh neferan zêdebûn, lakîn eslen û qet’en qadrî de’wa û dujminayî yekê nebûn û kesek ji boy vê şolê neçûye serxiweşya wan jî, lewřanê dinêv ehlê ekirad ev şule qewî zêde ’are, îcarê paşî ew çinar aẍa êdî tobekirî, nezewcîye ḧetta wefat kirîye.