ḧîkayeta bîst û pêncê
ekirad me’lûme ku pez û keryan dibene şam û ’erebistanê û sitembulê, neqil diken, ku carekê ji tayfa berukan, mirovek navî sîsu pez dibete sitenbulê jiboy firotnê û kulavê şivanan liser milê sîsu, li dewra sitenbulê kerê xwe deçerîne, řojekê sultan mirad digel laleyê xwe, herdû tibdîl allibasErebî li sûreta derwêşan digeřn û li etrafêd sitenbulê seyrugeşt diken û tên rastî sîsu, tên ku pezê xwe diçerîne, sultan mirad jî di ’umrê xweda ekirad û şivan bivî qyafeyî eslen nedîtye, îcarê sultan mirad weku sîsu bivî terzê ẍerîbe dibîntin, qewî te’eccub diketin û dibêje laleyî, ku lale eve çi terze mirove, ku naşubhe mirovêd sitenbulê, seruçav bi pirç û nemed pûşe, lale dibêjtin, ku eve ji mirovêd enadolê û ekiradanin, pez înane firotnê, îcarê sultan mirad dibêje laleyî, ku em demekî biçne nik vî mirovê ’icb alminzirErebî kanê ku çi terz mirove, êdî xundikar û lale herdû bi wî lîbasê derwêşyê diçne nik şivanî û silav diden, şivan silav ve digrîtin û serseran û serçawan baba derwêş dibêjîtin, îcarê xundikar û lale řûtnin, ew şivan qelunekî qutik heye, tijî diketin û tînîtin û didete derwêşan û îkirama wan diketin û ’ecîb xeberan digel wan didetin û dibêje wan nan û şîr heye, ez dê ji boy webînim bixon, paşî sultan mirad dibêjîtin ku em têrîn, hewcey xwernê nîne, şivan îbram û îlḧaḧê diketin, ku nabî elbette hûn dê tiştekî link min bixon, bê xwerin nabîtin, ’ereb dibêjin ku «min zar ḧya û lim yizq şî’a kimin zarh mîtaErebî» ez bi xweşî navê mirnê qebul nakem û bê xwerin we bernadem, sultan mirad ji van xeberêd şivanî ḧez dike û dibêje ku bilanê bitin em îkirama te qebul diken, şîru nanî bîne, îcarê şivan ji pişta xwe himbanê ve diketin û kudekî bidertîne û diçe çend pezan diduştin û tîntin û nanî datnîtin, xundikar û lale ji wî şîrî hindekê dixon, paşî îcarê şivan jî ji derwêşan pirs û pirsyar diketin, ku hûn ji xelqê sitenbulê ne û ji kune, sultan mirad dibêjîtin, ku belê em ji vî bajêrîne, îcarê sultan mirad dibêjîte şivanî, ku xudê diḧebînî, eger to têy bajêřî were bibe mîwanê min, îcarê şivan ji sultan miradî pirsê diketin, to navê te çye? ez dê te li ku bibînim, xundikar cewab didetin, ku navê min baba mirade, lakîn malim nêzukî sera xundikarî dibîtin, to were wêderê, elbete min debînî, îcarê ew herdû derwêş xatir ji şivanî dixiwezin û diçne sitenbulê serayê hemaywinî, lakîn xunkar mexsus mirovekî tenbîh diketin ku li babê hemaywinî bweste û çaverê bike, ku şivanekê bivî qyafey û bikulav dê bête vî terefî, weku to wî şivanî dibînî, bibêje ku mirovê baba miradim, ewî şivanî bibe odeyekê mexsuse, bilanê runîtin û cewabê ji boy min bîne, paşî dû sê rojan şivan řadbitin dû sê pezêd qelew hildigrîtin û dajûtin, tête nêva sitenbulê, pirs û pirsyaran diketin, sera baba mirad li kî terefîye, xelq jî biser vî şivanî dikenin û mesxere diken, ḧeta ku tête nêzukî serayê, ew mirovê ku xundikarî me’mur kirye, ew rast şivanî têtin û jê pirsyar diketin ku tu pirsa kê dikey, şivan dibêjîtin, baba mirad heye derwêşe digel min bûye birak, ez li wî dipirsim û ev pezan jî min jiboy birakê xwe hedîye înaye, îcarê ew mirovê me’mur dibêje şivanî, ku belê ez eve mirovê baba miradim, were ez te bibeme menzilê, pezan didete mirovekî dinî, ew me’mur şivanî bi wê qyafeta mehîb bi kulav û darêd xwe jî di kulavî ra kirye, wesanê dibete odeyekê mezin û mucella, şivan çaruẍêd xwe bidertîne û rutnîtin, îcarê ew mirovê me’mur cewabê ji boy xunkarî dibetin, ku belê liser emrê ḧezreta we şivan hatye û min birye odeyê, çi emir diken, îcarê sultan mirad dîsanê xwe tibdîl allibasErebî diketin, digel laleyî di cilêd dewrêşan, herdû têne odeyê nik şivanî, selamu’eleyk xweş û biş diken, lakîn dîsanê şivan padşahya sultan miradî qet fehim naketin, sultan mirad emir diketin, qaweyê tînin di fincananda didene wan, îcarê şivan dibêje ku qardaşo, eve şîrêdwe ji çi řeş û tale û eve kudkêd we ji boy çi wesanê biçûkin, devê min di şewte, ez divêda şîrî naxwem, bilanê kudeka min tijî ken ez dê nanî hûr bikem û bixiwem, îcarê xundikar dikentin û emir diketin mesînekê qawê çêdkin û tînin, îcarê sîswê şivan qawê tijî kudekî diketin û nanî hûr diketin û bikefiçkan dixiwetin û dibêje xundikarî, wellahî qerdaşo şîrê we nexweşe, tale, îcarê sîsu li balgî û demniderêd odeyê meyz diketin, ku qumaşêd zeř lewne, guman diketin, ku evne çîtin, dîsanê dibêje sultan miradî, ku qerdaşo, te ev çîtêd sipehî ji ku kiřîne, hindekî ji van çîtan ji boy zařokêd me jî bikiřn, ez dê pezî bifroşim û paran bidem, sultan mirad dibêje ku qewî qenc dibîtin, paşî mîqdarekê sîsu li odeyê û yalduzî û esas û tedareka dîwanê difkirî û dibêje sultan mirad, ku qerdaşo, ev xanye ne te daye çêkirin, yanê ji babê ji boy te mîrat maye, îcarê sultan mirad dibêje, ku ne evene ji boy min mîrat mayne, îcarê sîsu serê xwe dihejîne, dibêje ku min zanî ku evne şula derwêşan nînin, xulase, qederekê sîsu dimîne, îcarê desturê dixiweze, ku izna min bide, bi destura we’ez biçim pezêd min mişemmer bin, îcarê xundikar emir diketin, bilanê mirovek ji terefê miřanê biçte ser pezêd we bifruşîtin, ez êdî te bernadem, mirovek diçte serpezê sîswî û xundikar emir diketin şivanî dibene ḧemmamê û tînin libasêd faxîre dikene ber û îcarê hêj me’lûmî sîsu dibîtin, ku ev baba mirade xundikare, weku îcarê xundikarî dibîntin, diçîte pyan, ku sultanê min, evî benî qisûrî kirye, bibexşîne, êdî sultan mirad îkiram û î’zaza sîsu diketin û pezêd wî difroşin, û zav îḧsanê diketin û gundekî ji gundêd bazîdê ba birat îḧsanî sîswî diketin, el’an ji wê sîlsîleyê mirov heyn bûyne şêxêd tayfa berukanNava taybet, li gundê gir beranan sakin dibin.