ḧîkayeta bîst û çarê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 4 Xulek  784 Dîtin

rîwayet diken, ku di zemanê pêşînda ji ekiradêd xeyme nîşêd buhtan, ji ta’îfa dudêran mirovekê ḧal xweş û xwedîy řezk û mal û dewlet hebûye, navî mam bapîr û bixiwe jî extyar, lakîn ehlê xeymene, kêm têne qesebe û bajêřan, řojekê we îtîfaq diqewmîtin, ku ew mam bapîr ji boy şolekê tête hêşeta berê sipî û dû sê řojan jiboy şola xwe li wê derê sakin dibîtin, řoja înî, xweyê malê dibêjte mam bapîr ku tujî were em biçîne xutbeyê, îroke înîye, îcarê mam bapîr jî digel xweyê malê diçîte mizgeftê û řûtnin û guhdarî xutbeyê diken, lakîn ewî mam bapîrî, meger qet tu caran mizgefit û xutbe nedîtye, îcarê mam bapîr dibîne, ku îmam liser mînberê dixutbeyêda navêd çar yaran û navêd ḧezretê ’ebbas û ḧezretê ḧemze û ḧezretê ḧesen û ḧusên dixuntin, evne jî nimêjê digel îmamî diken û bider dikevin û têne malêd xwe, îcarê mam bapîr dibêjte xweyê malê, ku eve îmamê we çitov mirovekê bê ḧurmete, di xutbeyêda navêd cîranêd min xwend û gazî wan ḧemûyan kir jiboy çi qet navê min jî nexwend û gazî min jî nekir, ez xwe bi dewlet û malî jwan cîranan ḧemû zêdetirim, îcarê xweyê malê dizane ev mam bapîre cahil û eḧmeqe, êdî dibêjîte mam bapîrî ku ewan cîranêd te îkirama îmamî kirîne û pez û tişt dayîne xetîbî, lewřanê ew jî navêd wan di xutbeyêda zikir diketin, îcarê mam bapîr qewî îbramê li xweyê malê diketin, ku řabe heře nik îmamî û digel wî xeber bide, ku înya dinî, ez tême êre û jiboy îmamî sîh pezî hedîye tînim, elbette dê, navê min di xutbeyêda bixûntin, îcarê xweyê malê jî diçte nik îmamî. eḧwalî îfade diketin, ku belê ji ekiradan mirovekê weha eḧmeq hatye û bûye mêwanê min, îruke di xutbeyêda wenavêd seḧaban zikir kirîne, ewî wezen birye, ku ew navêd cîranêd wî newqewî jwe sil bûye, ku ez jwan mirovêd ew di xutbeyêda zikir diketin, ji hemûyan xweyî mal tirim, ji bo çi navê min zikir naketin, jite îltîmas diketin kuvê înya ku têtin, to navê wî jî di xutbeyêda zikir bikey, we’d kirîye dê sîh pezî ji boy te hedîye bîntin, îcarê îmamî weku ev xebere seh kirî di kentin û dibêje bilanê wesan bitin, ku ez înya dinî navê mam bapîrî jî di xutbeyêda zikir bikem, xweyê malê cewabê jiboy mam bapîrî tîntin, ewjî şabûy diçîte mala xwe û înya dinî fî alwaqi’Erebî sîh pezan ji boy îmamî tîntin û tête hêşeta berê sipî û dîsanê li xweyê malê xwe dibîte mêwan û pezan ji boy îmamî viřî diketin, weqtê selayê mam bapîr digel xweyê malê ew jî têne xutbeyê û îmam diçte ser mînberê, îcarê mam bapîr jî ji pêşve runşitye û muntezre ku îmam navê wî bixuntin, îcarê îmam dibêje ku «ayha almam bapîr anit kalkilb alkibîr» mu’ezzin difkire ku îmam berî xutbeyê ev kelame got, wezen dibetin ku belku îmam ẍeltîye, îşaret di ketin, îcarê îmam dibêjîtin ku «lî min alaẍnam ’işrun wilk ’işre» îcarê êdî mu’ezzin deng naketin û xetîb xutbeyê dixûntin û nimêjê temam diketin, weku bider dikevin êdî xetîb eḧwalî jiboy mu’ezzinî beyan diketin û deh pezan didete mu’ezzinî û bîst pezan jî bixiwe dixiwetin, mam bapîr jî şa bûy, diçte nêva ekiradan, ku îruke min sî pez dayî îmamî, navê xwe li xutbeyî daye xwendin, êdî ez jî weku xundikarê ekiradanim, lewřanê navê xundikarî jî di xutbeyêda zikir diken û navê min jî îroke di xutbeyêda zikir bûye, îcarê ekiradan bi mesxere digotne wî mam bapîrî, xundikarî bijî, wesan eḧmeq bû, ku fehma vî xeberî nedkir wil nik xelqî fexir dikir ku belê goya ku ez biřastî xundikarim..