ḧîkayeta sîh û çarê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 6 Xulek  948 Dîtin

neqil diken ku di weqtê şah isma’îlNava taybet ku şahê îranê bû, li meraẍeNava taybet yê xanekê ’ecemêd rafzî hebû, navî ’eskerxan bû, û qezayêd hekaryan jî li sînurê îranê keleka asê heye liser berekî waqi’ bûye, lakîn qewî muḧkeme, kela dimdimNava taybety dibêjin, û mîrekê kela dimdimî hebûye, navî xan ’ebdal bû, lakîn qewî zêde lawekî cwan û sipeḧî bûye, zêdenav mîrê çepik zêřîn digotin, ewî xanê řafzî ’esker xanNava taybety daym ’edawet û dujminî digel xan ’ebdalî û ehalyêd dimdimî hebûye, û daym jyeku dû talan dibirin û mêr dikuştin, îcarê ewî ’eskerxanê řafzî ji etrafêd meraẍeNava taybetyê, panizde hizar swar û peya berhev kirî, bi top û urdu çûye ser kela dimdimî, serxan ’ebdalî û kela dimdimî daye ḧisarê û çar kinarê kelê girtî, ku êdî ji terefekî eslen hatin û çûn tunne, dinêva kela dimdimî jî mezin û biçûk ḧefit sed mirov hebûne, ewan jî dest bişerî û de’wayê kirîne, her řojê xan ’ebdal digel sed mirovan ji kelê bider dikevin û bi ’esker xanřa şeřî diken, mîqdarek telef dibtin, qederê mayî bişove vedgeřîne kelê, bi vî terzî her řojê şeř û de’wayê digel leşkirê îranê diken û goya xan ’ebdalî viřêkirye nik paşayê wanê û eḧwalêd muḧasera xwe îfade diken û îmdadê dixiwezin, řoj biřojê leşkirê ’esker xanî têtin û zêde dibtin, lakîn mirovêd xan ’ebdalî ku di ḧesarêdane telef dibin û kêm dibin, xulasey kelam, mîqdarê sê mehan ’ilî altiwalîErebî ’eskerxan kela dimdimî didete ḧesarê û her řojê top û qunberan davête kelê û şeř û de’wayê diken û ji mirovêd xan ’ebdal dinêva kelêdanê ji ḧefit sed mirovan, ḧeftê mirov dimînin, êdî di kelêdanê cibexane û azoxe jî kêm bûy, zêde ew ’eyal û etfal bê çare û perîşan dibin, êdî ji cihekî, umêda ehlê kelê namînîtin û tab û taqeta dujminî jî tê nînin, řojekê xan ’ebdal êdî ji naçarî digel wan mirovêd mayî dikene şêwir ku eḧwalê medê çewanê bîtin û em çi tedbîr û çareyê li xwe biken, ji řomê û hekarî û ehlê îslaman, hinde muddeye ferdekî îmdad û barebî ji boy menehat û me jî ḧefit sed mêr hebûn, divî muddeyê ḧesarê şehîd û telef bûy, niha mayne ḧeftê mirov û ji nêva kelê cibexane û azoxe jî xilas bûyî, ev ehil û ’eyal birsî dimînin. em dê ku sanê biken, hûn çi ře’î û tedbîrê diken, em re’î bixiwezîn teslîm bibin weya xwe em kusanê bikin, ew mirovêd şêwrî heryek re’yekê dikin, da xan ’ebdalî gewher xanim jî dinêva şêwrêdanê dabûye, îcarê gewher xanim.. dibêjîtin, ku ne re’î û teslîm bûn kêrnayê û munasb nîne, lewřanê řayu û ’ehd û emana qizlibaşan bê î’tibar û bê bawerîne, eger çi sûreta řayê didenewe lakîn paşî nabne xweyî xeberêd xwe û dîsanê îhanet û xyanetê digel we dikin, ya qenc eweku eve sê mehin me eve ḧesar û zeḧmet û cefa kêşaye û hinde mirovêd me şehîd bûyne, emjî digel yeku dû ’ehd û emanê biken, herçî ku mêrin hûn dergehê kelê veken û ji kelê biderkevin, ew dê hicuma we biken û ji me jinan jî herçî qudret heyn, emjî çek û erkanan řadbestîn û digel hewe têyne şeřî û herçî kiç û bûkê ku qudreta şeřî nîn, bilanê ew jî jehrê ḧazir biken û ku hûn qut bûn, bilanê ew jehrê bixon, dabdest rafzyan nekevin û bilanê yek jî me’mur bîtin, herçî cibexana kumaye berhev cihekî biketin, weku ew rafzî tijî nêva kelê dibin, wî demî bilanê ew me’mur agirî bidete wê cibexanê, bi ewê em ḧeşir dibin, bilanê řafzî jî qiř bibin, êdî herkesek liser řaya gewher xanmê qirarê diben û ewê tertîbê diken, lakîn ji xwe qeti’ umêd, herkesek ji boy mirnê ḧazir bûy, řoja eynî nêzukî zewalê xan ’ebdal digel ḧeftê nefer ẍazyan û bîst û ḧefit nefer jinan derê kelê vedken, jyeku dû mezin û biçûk cwan û pîr jin û mêr xatir dixiwezin û yida’ê ji hevdû dikin, bigrîn û zarî ji kelê bider dikevin û herçî kiç û bûkêd cwan jî heyn jehrê ḧazir diken û ji bircan nezerê li wan çûyî û xan ’ebdalî diken jina xan ’ebdal ’asîme xanimNava taybet jî herçî cibexana mayî berhev miẍazeya binê derê kelê diketin û ew jî ji bircan difekire muntezir dimîntin, weku xan ’ebdal digel komekê ji kelê biderdikevtin, qizlibaş zen dibetin ku ew dê biřevin, êdî qizlibaş jî, desteşîr êroşî tînne xan ’ebdal û ẍazyan û libnê kelê dikene şeř, lakîn ehlê dimdimî hindik û rafzî zavin û jin û kiç jî jibircan nezer diken û selewat tînin û zarî û girînê diken, dengê firyad û fîẍan û zarya zarok û me’sûman diçte felekan, xulase’ê kelam, ḧetta neferek jwan ẍazyan mayî, ceng diken û hemû jî şehîd dibin, lakîn ji qizlibaşan jî dû çendan û sê çendan mirar diken, weku xan ’ebdal û mirov û jinêd biderketî bîltemam şehîd dibin, êdî ew rafzî jî, êdmayî hicumî kela dimdimî diken û tijî nîva kelê dibin, herçî ku ji kiç û bûkan hebûn, zavan jehir vexwerî û ’asim xanim jî agirî didete cibexaneyê û yalekê kelê berhewa dibtin, ji îranî û ji ’eyal û etfalêd ehlê dimdimî, herçî ecel temam bûyî telef û hîlak bûyn û herçî ji rafzyan murd nebûyî xelas bûyî, ew jin û zarokêd li kelê mayî ji boy xwe esîr kirin û birin û herçî şayed pîru extyar mabûn ew jî hemû kuştin û şehîd kirin û agir dayne kelê jî kelh û avahî hemû sûtin, lewřanê ji rafzyan bê ḧisêb hîlak û murd bibûn, êdî ji wê řojê ḧetta niha jî kela dimdimî wesanê xalye tu elxalye, xirabe dimîne, êdî ava nebûyî û eve qisseya şeřê kela dimdimî qewî meşhur û me’rûfe di kurdistanêdanê û melayê bateyî mêm û ḧê livê qiseya mewzun dastanek înşa kirîye, ekserê ekiradan wê dastanê di meclîsanda dixûnin û jiboy şehîdêd kela dimdimî ḧeyf dixon û digrîn û du’ayê diken..