kokirdinewe

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  887 Dîtin

yekêkî tir lew hunerane «kokirdinewe»ye. eme le guzariştî ’erebîda be «mizawce» nawî derkirduwe.

em kokirdineweş eweye ke dû me’na le nêwanî ew řisteyeda ke şerit û cezay têdaye ko bikirêtewe. be wêne «’arf sa’ibNava taybet» ełê:

«eger men’em biken lew, ’eşqekem zyatir ebê bê şik»
«eger gwê ba be «waşî» ew, řemî zyatir ebê bê şik»

guzarekey ełê: eger xełkî men’ û lomem biken bo, we leser ewe ke min şeyday ew dostemim û le řêgay ewa wekû dêwanem lêhatuwe, bêguman heta zyatir řêm lêbgirin, ’eşqekem beranber bew her zyatir ebê. eger xo ewîş gwê bida be qisey qiseçin, sił kirdinewe û dûrkewtinewey le min zyatir ebê û firetir dûr ekewêtewe!.

lêreda dû şitî kokirdotewe; yekê men’ kirdinî le dostî - me’şûqî -, yekê gwê řagirtinî me’şûqekey bo qisey qiseçin.

le nêwanî şerit û cezakeda lem men’ey ew û gwê řagirtinî yarekey yek şit řû eda; yek şitekeş sûrbûnî her dûkyane; wate ew sûre leser ’eşqekey û dostekeşî sûre leser dûrkewtinewey lew. şerit û cezakeş men’ kirdin û ’eşqe zyadeke, we gwê girtin û sił kirdinewekeye.

be kurtî her dûkyan yek řêgayan girtuwe ke «zyatir»e keye; ewyan zyatir le dêwanyeyîda, emyan zyatir le dûrkewtineweda!.