kołewane

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  906 Dîtin

yekêkî tir le hunerî cwankarî guzareyî «kołewane»ye.

bo em babete ehlî belaẍey ’erebî be «mişakle» nawî eben, bełam min be pêy çeşey kurdî be «kołewane» nawî ebem.

em kołewaneyeş eweye ke to nawî şitêk berî be ẍeyrî ew wişeye ke bo ew danrawe, emeş leber eweye çunke şiteke legeł ẍeyrekedaye. wêney eme wekû ełê:

carêk meḧmû paşay caf be feqê şête ełê:

«çît ewê ta bot lê nên» ewîş ełê: «paşa! kewaw sełteyekim bo lê nên!». wate «bom bidûrin». nawî kewa û sełtey hênawe benawî «lê nanewe» leber dirawsêtî. wîstûye biłê kewa û sełtem bo bidrûn. «lê nan» bo xwardine. «dirûn» bo leber kirdine. nawî dirûnî be nawî lê nanewe hênawe, çunke dirûneke legeł xwardinekedaye.