çaweřwanî

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  975 Dîtin

yekêkî tir le cwankarî guzareyî «çaweřwanî»ye. em gwazirişte le ’erebîda «arsad»y pêy ełên, herweha «tishîm»yişî pêy ełên, emeş leber eweye ke gwaye řistekan le řêkîda be endazey yekin.

ca em «çaweřwanî»ye eweye be corê řistekan dabřêjrên ke be hoyewe çaweřwanî dwayyekeşî bikirê, wate le pêş dwayî hatnî řistekeda şitêk hebê ke peywendî legeł axrekeda hebê, wekû biłêt şatrêke bo ew û tiruskeyeke bo ewe ew pîşan bida. be wêne wekû ełê:

«le sayeqey samałî asmanî merîwanda gułupêkî kareba. le lalezarî piřnîgarî dewrî zirêbarda bulbulêkî xoş newa!»

temaşa ekey le pêş «kareba» û «xuş newa»- ke axrî řestekanin - «gułopêkî» û «bulbulêkî» danawe, ke axrekan ewan eden be destewe û ewanîş řêgayek řûn ekenewe bo pîşandanî axreke.

we ya ełê:

«le dîmenî behare řeşmałî koçerî koçeran û çûzere řêwasî naw kema û loy koseran»- koseran kurtikirawey «kosaran»e.

her le seretawe gwêy bo řa’egrê û le her wişeyekya çaweřwanî wişekey dwayî eka. eme be çaw gwêgrewe. be çaw řistekeşewe koçerî bo koçeran û kema û lo bo koseran pêrewêkin.