guncaw bo yek

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1326 Dîtin

em «çawleyek»eş çend şitêke, yekêk lewane «guncaw bo yek»e; wate «tinasb û tufîq».

emeş eweye ke dû me’nay neguncaw ko bikirênewe le dû řisteda, emeş be řêkewtî şwêneke bê, newek be hoy dijayetyewe bê. ke ko kiranewe le dû wişekeda, guzarey wişekan legeł yeka biguncên. wekû wêneke ełê:

«řoj le řojda û mang le mangida le geřana bûn»
«gelawêj le mangida û jîn le ḧefteda le semada bûn»

wêneke le řoj û mang û gelawêj daye; řoj kûrey řoj mebeste, her çende be řojî beranber be şewîş ewtirê. mang ew mangeye ke le şewa hełdêt, her çende be «30» řojekeş her ełên mang. «gelawêj» ew estêre řûnakeye ke le şewî «46»y hawînda le şwênî xoy ekenrê, we govarêkî kurdî edebîş buwe ke her be mangê carê le beẍda derçuwe.

gelawêjî estêre řêkewtî legeł mang û řojda heye çunke hemûyan řûnakin, bełam gelawêjî govar ew řêkewtey legełyana nîye, çunke ewan le asman û em le erz, ewan ew řûnakîye řwałetyeyan heye em nîyetî. we ya her lem řuwewe «nalîNasnava edebî» ełê:

«giryanî min û xendey eto êste eşubhên»
«bew mewsimî barane ke wa xunçe epşikût»

em honrawe bo gelê le hunerekanî řewanbêjî dest eda, her yeke be pêy cêgay xoy.

***

corêkî tir lem «çawleyek»e, eweye ke řisteke be corê dabřêjrê dwayyekey legeł seretakeya guncayşêk le beynyana hebê. eme «tişabhî etraf»yişî pêy ełên. wêne wekû «nalîNasnava edebî» ełê:

«ferşî piłase, doşekî xake, serînî berd»
«bê tûk û řût û qût û feqîr qelendere»

seyr ekey feqîr û qelender leber bê newayyan feřşyan her piłase.