çawleyek

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  966 Dîtin

beşêkî tir le cwankarî guzareyî le lay zanayanî belaẍe le ser guzariştî ewan «mira’at alinzîr»e. em řiste be lay minewe le řewanbêjî kurdîda «çawleyek» cêgay xoyetî, we nabê waş bizanîn ke řistey «çaw leyek» wergêřawî «mira’at alinzîr»e. weřgêřaw nîye, çunke me’nay ḧerfî «mira’at alinzîr» şitêkî tire.

bełkû min ew çemkem girtuwe ke zimanêkî wekû ’erebî bepêy kesyetî xoy «mira’at alinzîr»y bo danawe, zimanî kurdîş kesyetyekî bo xoy heye, be pêy ew kesyetyey çemkî «mira’at alinzîr»y be «çawleyek» guzarişt lê dawetewe. ke wabû eme aşnayetî be wergêřanewe nîye.