nexiş û cwanî

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1549 Dîtin

her lem babetî «dijyek»eda şitêkî tir heye ke belay zanayanî belaẍewe be «tedbîḧ» wate «nexiş û cwanîy» naw birawe. wêney eme wekû «goran» ełê:

«xełat kira lew řojeda be bergî sûrî mexmełî»
«deng hat şewê be şwên ewa ke boy kira be etłesî!.»

eme heł’egrê ke dijyekeke bê «tibaq», çunke dû dijyekî ko kirdotewe, wate dû me’nay beranber le řisteyekda. wekû eme heye eweş her heye ke em core dijyeke be nexiş û cwanî - ş naw enrê; wate le şitêka ebê ke wesp ya xuspî têda hebê, řeng û řengamey têda bekar bihênrê be nyazî «dirke» ya «twanc poşî».

«heło» beg yekêk bû ke le řojî şeşî eylûlî «1930» leber derkî seray suleymanîda kujra. ’ebdułła «goran» lawaneweyekî bo dana. em honraweye yekêke lew parçeye.

lêreda eme heł’egrê - bêcge le dijyekyekey - ke «tedbîcî dirke» bê, çunke ełê:

ew řoje ke heło beg kujra bergî sûr kira be xełatî - ke xwênekeyetî û şehîd bû -. herke kewte şewê çwe beheştewe û bergî sewzî etłesî kira be bera. etłes sewze. lêreda sûr û sewzî ko kirdotewe. mebestî le «sûr» dirkeye le kuştinî. mebestî le «sewz» dirkeye le çûne beheşt, çunke cil û bergî ehlî beheşt sewze.

«dirke»ş ewe bû: ke guzareyek heye, wişeke le guzare esłyekey xoy gwêzrawetewe bo guzareyekî tir, legeł eweşa eguncê bo esłekeş; wate nîşaneyek le arada nîye bo ewe guzare esłyeke mebest bê.

«sûr» řengî sûre «qirimz». «sewz» řengî sewze «kesk». xwên řengî sûre, bergî ehlî beheşt řengî sewze. lêreda nîşane nîye ke sûr her ebê sûrî «mistilḧ» bê, we ya «sewz» ew sewze bê ke lenaw zimana bawe.

we ya her lem beşeda «řenginame» be corê «twanc poşî» bête pêşewe. wekû lem řisteyeda ełê:

«lew řojewe ke gyay sewzî jyanim zerd hełgeřa, xoşewîstî zerdem piştî têy kirdim, řojî řûnakim perdey řeşî beserda hatuwe, řeşîy muwekanim řû be řûy sipêtî bûnewe, kewtime ḧałêkewe ke dujmin bezeyî pyama ehatewe. lew řojewe ke wam lêy hatuwe, îtir xozge be mirdin exwazim!».

lêreda řengekan; sewzî, zerdî, řeşî, sipêtî hemûy hênawe. «twanc poşî»yeke lem şwêneda le «zerdî»yekedaye; «xoşewîstî zerd» dû me’nay heye; yekê nizîkeke ke doste genim řenge zerdibadamyekeyetî, yekê dûreke - ke zêře-. mebesteke lêreda dûrekeye.

her le babetî «nexiş û cwanî»ye, dû me’na ko bikirênewe û be dû wişe guzarişt lêy bidrênewe ke me’na řasteqîney wişekan beranberî biken. wêney eme wekû «pîremêrd» ełê:

«bizey pîrîye be ser û řîşim»
«giryanî xome be dewrey îşim!»

herçende pîrî beranberî giryan nîye, bełam le me’nada beranbere, çunke guzariştî be «bize» lêy dawetewe - ke bize be me’na pêkenîne, pêkenîn le řastîda beranbere be giryan. cige lemeş gelê pêkenîn řû eda beranber be giryanî kesêk, çunke em betewsewe be giryanekey ew pêy ekenî!. eme be «ayhamî tizad»yiş naw ebrê.