dijyek
yekêkî tir le hunerekanî cwankarî «dijyek»e. lem dijyekeda dû şitî neguncaw ehênrên le řesteda beranberî yek ewestênrên bo ewe news be tasewe boy bişnêtewe.
wekû ewe řûnakî beranber be tarîkî, çake beranber be xirape, berzî be nizmî, cwanî beranber be naşîrînî řa’egîrên. em dijyekeş wa ebê dû «naw» ebin, wekû «xadimNasnava edebî» ełê: «masî le xaka mirduwe, sone le awa zînduwe». masî û soney beranber be yek danawe û, herdûkyan «naw»n.
we ya dû sifet, we ya naw û sifetêk. wekû «secadîNava taybet» ełê:
timaşa ekeyn xawen deq beranber be «dad», «sitem»y danawe, beranber be çake «xirape», beranber be pak «pîs»y danawe - ke emane hemû «naw (asim)»n. beranber be «řastî» «diro»y danawe - ke «řastî» îsmî me’na û le ḧukmî sifetdaye, «diro» îsme. «řûnakî û tarîkî», «nizmî û berzî», «xoşî û tałî» emane hemû îsmî me’nan û beranberî le beynî yeka pê kirdûn.
mebesteke eweye dû şitî wa ke hergîz neşên bibin be yek û bixrêne řistewe û beranber be yek dabnirên; wate ke yekêkyan hênra ewîtrîşyan her le řistekeda dabnirê. řisteş honrawe bê ya pexşan.
herweha lem babetî «dijyek»da beranberî ekirê le nêwanî «wergirtin û wernegirtin, îcab û selb» we «çespandin û neçespandin - îsbat û nefî», we «dû kirdewe - fi’il». wekû dîsan «xadimNasnava edebî» ełê:
be řastî em honrawe bo hemû wênekanî dest eda; «çîn» û «buxara» bo dû îsim. «eçim» û «neçûm» bo îcab û selb. «neçûm» û «çûm» bo îsbat û nefî. «eçim» û «neçûm» bo dû fi’leke.
we ya her bo îcab û selbî tenha. wekû ełê:
we ya dû me’na le řisteyek ko bikirêtewe. wekû «řemzîNasnava edebî» ełê:
dû me’nake lêreda le řastîda ebê be çwar; zor û kem, giryan û pêkenîn; cwanyeke lewedaye ke «giryan» û «zorî» beranber be pêkenîn û kemî danawe. eme bew naweşewe naw ebrê ke bonî dijyekî lê dêt.
we ya bo beranberî yek şit beranber be dû şit ełê: