cwanî bays

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 8 Xulek  4005 Dîtin

cwanî bays wate «ḧisin alti’lîl»yekêke le babetekanî «řewanbêjî» û le beşî «cwankarî»; lew beşe ke cwankirdinî wite û řiste egrêtewe, ke eygirêtewe le layenî řuxsar û nawaxin û aweřokyewe.

cwanî bays le xudî xoya eweye ke «sebaret - ’îllet» êkî be řê û cê bihênrê bo «xasewêjî - wesfitêk ke ew xasewêjîye le binaẍeda xasewêjî şiteke nebêt; wate ẍeyr ḧeqêqî bê, bełam ew dawakirdine û ew bohênane be şêweyekî cwan û şayan bêt.

kirdinî em îşeş bo eweye ke parawî û cwanyekîtir bida be řiste û honraweke; danêkî wa ke dił û mêşk zyatir pêy bigeşêtewe û bibûjêtewe.

em cwanî bayseş ekirê be çwar beşewe; çunke ew xasewêjîye ke ewîstirê bikirê be sebaret, ya heye û gumanêk le bûnekeyda nîye û mebest eweye basî sebaretyekey bikirê, we ya nîye û şwênî gumane û ewîstirê bûnyetyekî bo dirustibkirê û bihênrête nawewe û bikirê be çexmaxey şiteke.

ew beşeyan ke wa heye û gumanî têda nîye û mebest eweye basî sebaretyekey bikirê, ya emeye be řewişt û be ’adetîy nabê be sebaret herçende le řastîda xałî nîye le sebaretyetî - ’îllet-. we ya ebê be sebaret bełam mebest eweye ke sebarete řegezî û nejadyekey bibê be sebaretêkî duwemîn, we ya be wateyekî tir bibê be ẍeyr ḧeqêqî be pêy ew şwêne.

ew beşeşyan ke nîye û ewîsrê bûnyetyekî bo dirust bikirê, emîş wate xasewêjîyeke ya eşê û eguncê, ya naguncê naşê.

 

emca beşî yekem; wate ew beşeyan ke wa xasewêjîyeke heye û gumanî têda nîye û mebest eweye basî sebaretyekey bikirê, we be řewişt û be ’adetîy nabê be sebaret, we ya nawîstirê bikirê be sebaret, her çende le řastîşda xałî nîye le sebaretyetî. wênekey wekû «nalîNasnava edebî» ełê:

le tirsî tel’etit řoj her wekû şêt
be řûzerdî hełat û kewte kêwan!

hałatin û awabûn bo řoj xasewêjîyeke û heye. bełam le řwałeta sebaretyekî bo dernakewê, herçende le řastîda xałî nîye le sebaret, honer hênawye sebaretyekey bewe hênawetewe ke hełatin û zerdibûnekey le tirsî piřtewî řûmetî dostekeyetî.

sebaretî řasteqîney em xasewêjîye - ke awabûnekeyetî - leber sûřanewey erze, bełam ewe nahênrête berçaw, bełkû sebaretekey ekirê be tirsî zor piřtewî řûmetî dostî em.

beşî duwem; wate ew beşeyan ke xasewêjîyeke heye û ebê be sebaret, welê mebest eweye ke şitêkî tir bikirê be sebaret bo ewe sebarete binaẍeyyeke bibê be sebaretêkî duwemîn, we ya ẍeyr řasteqîne û ẍeyr ḧeqêqî.

wêney emeş wekû «salimNasnava edebî» ełê:

«leser sebzey çemen yarî suhaqeddim ke cîlwey kird»
«le secdey xałî lalêwî binewşe gerdinî xem bû!»

gerdin xem bûn û çemanewey wenewşe xasewêjîyekî bêgumane û boy heye, ke sebareteke řasteqînekey qurisbûnî serekey û bêhêzî qefekeyetî. honer çaw lewe epoşê, xasewêjyekî tir eka be sebaret ke kiřnûşbirdinyetî bo xałî lalêwî dost, xasewêjîye binaẍeyyeke çuwe piley duwemîn û bû be xasewêjyekî ẍeyr řasteqîne û ẍeyr ḧeqêqî.

beşî sêyem; wate ew beşeyan ke xasewêjîyeke nîye û gumanî têda heye û ewîstirê bûnyetyekî bo dirustibkirê û bikirê be xasewêjî. we em be xasewêjî kirdineşî eguncê û eşê.

wênekey wekû «mecdîKes» ełê:

«mînnetî îḧsanî waşîm wa le ser ey ehlî şerq»
«tirsî ew bû řistigar bû çawekanî min le ẍerq»

«waşî» kesêke qise dênê û eba, wate «qiseçin». qiseçin hîway çakey lê nakirê, bełam hîç dûrîş nîye ke çakeyekîş bika. çi qeydî heye ba bîka! eyka be xasewêjî û be pêçewaney merdimî tir ebziwêtewe û ełê:

xełkîne! bizanin ke min çakey qiseçnim lesere, çunke min leber dûrî yarim ebwaye bigryamaye, le tirsî ewe ke newek ew min lew coşî giryaneda bibînêt û biçêt em giryane be barêkî tira bigêřêtewe bo xoşewîstekem hîç negryam, le negryanekem çawekanim bo mayewe, çunke eger bigryamaye ewende egryam ta çawekanim le naw deryay firmêskida nuqim ebûn û exnikam.

lêreda honer xasewêjyekî dûr le řasteqîney dawetî - ke çakekirdinî qiseçne - we eguncê û eşê.

we ya lem řesteyeda ke ełê:

«dujmin çaktir mamostaye!»

çeşnî şite û xasewêjîye dûr le řasteqînekey edrêtê, çunke le tirsî ew, pyaw ekewête xoy û bêwey ebê le xirapey.

beşî çwarem; wate ew beşeyan ke xasewêjîyeke nîye û be tewawî gumanî têda heye, we ewîstirê bûnyetyekî bo dirust bikirê û bikirê be xasewêjî, legeł eweşa ke naguncê bełam her ekirê. wêneş bo emeyan wekû «bêxud» ełê:

«eger cewza nyazî bendegî şoxî leser nebway»
«nedebînra kemerbeste leser ew ewcî eflake!»

«cewza» -ke dûpeykereye - çend estêreyekin le wêney dû minałî řûtda, şwênekey şwênî estêrey «’etard»e, we nawî mangî sêyemî dwanze bûrcekeşe. beher çwar dewrî em cewzayeda çend estêreyek axłeyan dawe be dewrya û bûn be wekû piştên boy - ke bemaneş ełên «nitaq alcuza».

ca ełê eger estêrey cewza mebestî bendegîy ew şoxe - ke yarekeme -y lesera nebwaye, bew core piştênî bendegî lew serewe ne’ebest, be çeşnêkî wa ke hemû kes bîbînê!.

lêreda xasewêjîyek - ke xizmetkirdinî estêrey cewzaye be yar - ne, şitêke bibêt, we ne, eşguncêt. honer wekû çon eyewê bûnetyekî bo dirust bika, bew core eşyewê biłê eşguncê! bûnyetyekey bewe pêk dênê ke ełê:

nabînî wa bew core kemerbeste û be bê hest bo xoy lew serewe řawestawe, em řawestaney bew dîmene ewe bo ew xizmeteye!.

we ya «tahîrbegKes» ełê:

«felek zanî ke deşkê řewneqî bazařî mang û řoj»
«şikandî pencekem ta min nenûsim wesfî řuxsarî!»

tahîrbeg le «řaw»da buwe, demançeyekî teqandiwe, be řêkewt dawye le penceyekî xoy birîndarî kirduwe û bełkû serî pencekey peřîwe. şikanî pencekey behoy gulley ew demançeyewe buwe. keçî hênawye xasewêjîyekî tirî bo dirust kirdiwe ełê:

gerdûn boye pencey minî şikand bo ew bû ke wesfî řuxsarî yar nenûsim! çunke eger bimnûsyaye mang û řoj îtir ew řewaceyan bo ne’emayewe ke merdim basî cwanyan biken!.

 

şitêkî tir heye be tewawî wenebê cwanî bays bê, we wenebê ewîş nebê; cwanî bays nîye be tewawî, çunke ber ew beşane nakewê, ewîş nîye çunke lew eka.

hoyekeş eweye ke ew nîye û lew eka eweye ke lemeda gumanêk heye û leser ew gumane dařêjřawe. lêreda şêrgîre leser ewe ke bîxate ber ew babetî cwanî baysewe, gumanekeş pêçewaney ew dawakarîyeye. eme hebû be naçarî ewtirê eme wekû paşkoye boy; wate pêwe likênrawe.

ca wêney eme wekû «pîremêrdKes» ełê:

hewrî beharan egrê be taw
boye wa eka be derd û zûxaw?
leylî şardotew le lay «şindirwê»
diłî piř ebê û boy egrê le nwê!

ełê hewrî beharan boye be taw, taw dênê û derd û zûxaw heł’eřêjî, çunke leylî - dostî le ser şindirwê lay ’ebabeyle- şardotewe; wate mezarekey lewêdaye, carcar diłî piř ebê le qułpî giryan û boy egrî!.

baranî hewr leber ewe nîye, ke dostî leyl, leylî le kêwî şindirwêye, bełkû leber tebê’etî hewrekeye, bełam em eyka bewe ke dostî lewêye. em dawakirdineşî ew core gumanî têda heye, bełam leserî her eřwa bo ewe bîka be řast û lew gumane derçê!