xwaze

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  2641 Dîtin

xwaze we ya xwazman le destûrî zimanî kurdîda nawin bo ew wataye ke le zimanî ’erebîda be

«mecaz» guzariştî lêy dirawetewe.

herweha dirke, we ya «goşe»ş dîsan le zimanî kurdîda le barî řewanbêjîyewe bekar ehênrê bo ew çemke ke le zimanî ’erebîda be «kinaye» nawî derkirduwe.

wişe natwanê be tewawî le dayexî guzare derbêt; wate guzare fireye û wişe keme. leber eme, we leber ewe ke wişe le katî dananya bo yek şitî taybetî danrawe, paşan pêwîst zor buwe, wişe nebuwe ke bo ew pêwîste dabnirê, be naçarî hênrawe ew wişeye ke le katî xoya bo şitêkî taybetî danrawe gwêzrawetewe bo ew şite pêwîste ke dahatuwe. lem gwastineweye xwaze û dirke peyda buwe.

kewabû xwaze û dirke xizmayetyekeyan lem şwênewe destî pêkird; wate le şwênî kemîy wişe û zorîy guzarewe atac bûn be wişe peyda buwe.

emca cyayî le nêwanîşyana eweye ke:

ew wişeye le katî xoya bo guzareyekî taybetî danrawe, ew guzareye buwe be guzareyekî řaste û řastî wişeke, êste ke hênrawe û gwêzrawetewe bo guzareyekî tir, ew řesteye ke ew wişeye têdaye, wa pîşan eda ke guzare bo gwêzraweke «lazim-pêwîst»y wişekeye, we daner, we ya toyş mebestitan guzarey duweme; wate guzare bo gwêzraweke, legeł eweşa wişeke eguncê bo guzarey yekemîş; wate guzare binaẍeyyeke. em guncaneş, bew core ke nîşaneyekî taybetî le arada nebê bo ewe ke wişeke řastewřast řûbeřûy guzare esłyeke bikatewe.

beme xwaze û dirke lêk cya ebnewe; cyabûnewekeş bew coreye eger le řistekeda nîşane hebû bo ewe guzare řesenyeke mebest nebê, wate herwa wişeke be řûtî le nêwanî guzare řesenî û bo gwêzrawekeda mayewe, ewe ew wişeye ebê be xwaze. eger ew nîşaneye nebû; wate şitêk le arada nebû ke wişeke bibřê beser guzare řesenyekeda û bîçespênê bewewe, ewe ebê be dirke.