corekanî xwaze
paş ewe ke xwaze û dirke lêk cya bûnewe, ebê eweş bizanrê ke xwaze leser dû, we dirke leser sê core.
dû corî xwaze yekêkyan «jîrî-’eqłî»ye, yekêkyan «zimanî-luẍewî»ye.
jîrîyeke eweye ke kirdeweyek bidrête lay şitêk, we ya yekêk ke le řastîyda řewa nebê bidrête lay ew. wekû ewe ke ełêy «zankoyekim dana». ew kese ke ewe ełê eme şitêkî řaste ke ew buwe be hoy dirustikirdin û cêbecê bûnî zankoke, bełam le řûyekî řastyewe řêkxistin û pêkhênanekey, mamosta û kirêkarekan bûn û ewan îşekeyan be tewawî hênawete encam.
ca em core xwazeye pêy ewtirê xwazey jîrî çunke jîrîyeke em core îşkîle eda.
legeł emeşa ebê ewe bizanîn ke em xwazey jîrîye le řastîda ebê be çwar beşewe; le katêka ke witra kirdeweke bidrête lay şitêk, we ya yekêk ke le řastîda řewa nebê bidrête lay ew, eme em beşkirdineman bo dirust eka; çunke kirdeweke ke edrête lay şiteke ya dirust «ḧeqêqî»ye. ke ełên diruste, wate ew nîsbete ke edrê «ziman» herdû serekey be ḧeqêqî da’enê, wekû ewe ełê «behar nêrgisî řwand».
lêreda «behar» heye, «nêrgis» heye, «řwand» heye. behar řwandî. çî řwand? nêrgis. kewabû lêreda «řwandin musnede, behar musnedalye» emane herdûkyan ḧeqêqetî zimanîn çunke çi řwandinekeye, çi beharekeye le şwênî xoyana be pêy dananî ziman bekar hênrawin. ewende heye xwazeke lewedaye ke nîsbetî řwandin dirawete lay behar, keçî ebwaye bidrayete lay xwa.
we ya ew kirdeweye ke edrête lay şiteke, ziman herdû serekey -musnedalye-ke her be xwaze da’enê, wate «wiz’î liẍwî»; wekû ewe ełê: «bûkî çwar wexte erzî jyandewe». lêreda «jyandinewe» û «bûkî çwar wexte» heye, herdû layan le ẍeyrî şwênî řasteqîne û ḧeqêqetî xoyana bekar hatûn, herdûkyan bûn be xwaze. «jyandinewe» xwazeye le «řwandin». «bûkî çwar wexte» xwazeye le «behar»; wate behar erzî řwandewe, bełam esłî îsnadeke xwazeyekî jîrîye. legeł emeşa dîsan em řisteye her piřyetî le xwaze, welê be hoy labirdinî wişew danî sifetî ew wişeye be wişeyek, ke mawe; çunke esłeke ebê way lê bêtewe «baranî behar gyay erzî řwandotewe».
we ya musnedeke ḧeqêqet bê û musnedalye ke mecaz. wekû ełê: «bûkî çwar wexte nêrgisî řwand», «řwand» musnede û ḧeqêqete, «bûkî çwar wexte» musnedalye û mecaze; wate ḧeqêqetêkî luẍewîye, çunke «řwandin» katê ke danerî ziman daynawe her bo ew me’naye danawe ke heye û be me’na «şîn» bûne. «bûkî çwar wexte» musnedalye û xwazeye le «behar», çunke danerî ziman ew wişeye bo «behar» danenawe, bełkû bo «wewî»yekî danawe ke le hemû demêka her bûk bê; ya le behar û hawîn û payîz û zistana ya le beyanî û nîweřo û êware û şewana, eguncê bo hemûy.
we ya be pêçewanewe, ełê: «behar erzî jyandewe». «jyandinewe» musnede û mecaze,
«behar» musnidalye û ḧeqêqete. jyandinewe nîsbet dirawete lay behar, behar ḧeqêqete bo ew kijey ke kewtote nêwanî zistan û hawînewe, danerî ziman way danawe. «jyandinewe» «waz’î» ziman daynawe bo zîndûbûnewey gyanleber, êste le ẍeyrî şwênî xoyda bekar hatuwe, nîsbetî em zîndûbûneweye bo lay behar wenebê ḧeqêqet bê. behar le řastîda xwa nîye ke şit zîndû bikatewe, bełkû ew barane ke lew kateda ebê, ebê be hoy ewe ke řuwekî zewî ebûjênêtewe.
zimanîyekeş ke -luẍewîy-yekeye mebest bem guzarişte eweye wişe le katî xoya ke danrawe bo şitêkî taybetî danrawe, paşan gwêzrawetewe bo guzareyekî tir, we ebê peywendî le nêwanî herdû guzarekeda hebê, em peywendyeş peywendyek bê hest boy biçêt û bîdozêtewe, newek peywendî řasteqîne ke cyanebûneweye.
bewêne basî xoşî û sazgarî şwênêk eka ełê: «çûme naw beheştêkewe» dyare guzarey řasteqîney beheşt ew şwêne taybetîyeye ke xwa bełênî dawe bîda be çakan û parêzgaran.
le wênekey êmeda peywendyekî hest pêkiraw heye le nêwanî guzare řesenyeke û guzare bo gwêzawekeda - ke xoşîy herdû laye - nîşaneş heye ke nayełê guzare řesenyeke bigrêtewe, ew nîşaneyeş baskirdinî şwêne taybetîye xoşeke û nebûnî beheştî řasteqîne leber destida.
dîsan eweş her ebê bizanrê ke zyatir «xwaze» beser «xwazey beřeła - micazî mirsil»da serewnxûn ekirêtewe, em xwazey berełayeş cyakirdinewey legeł xwastinda eweye ke eger peywendî le nêwanî dû şitekeda; wate lêy xwastiraw û bo xwastiraw lêkçûn bû, ewe xwastine, wêne wekû «tahîrbegNasnava edebî» ełê:
lêreda «mişbebe» heye ke «ketan»e û newtirawe. «mişbe» heye - ke xoyetî û be «westam» guzariştî lêy dawetewe. le mila’îmatî «mişbebe» ke heye - ke «řizan»e. ketan ke, leber mangida řabgêřî eřzê.
eger lêkçûn nebû ewe xwazeye, xwazey berełaş eweye ke nebestirabê be hîç peywendîyekewe.
le wêneyekî wekû «kabra destêkî dirêjî heye» lêreda dest bo desełat bekar ehênrê. le nêwanî dest û desełatda wenebê peywendîyeke lêkçuwandinî dest bê be desełat, bełkû desteke «baysêkî hoyî - ’îlletêkî sebebî»ye bo desełat û zeber be destî, çunke be hoy desteweye ke hemû core firman û bełkû fermanêk dête encam.
eger xo mebestîş ewe bê ke «dest» werbigîrê bo desełat û mebest be desełat zeber be destî bê, ewe lêkçûn heye - ke hêz û twanayye le her dû layana - lêreda ebê be xwastin.
le ser em nasandine û bem core, her yek wişe etwanrê gelê car be xwastin û be xwazeş dabnirê, dyare eme nyaze ke eyangořê û ê’tibarat dirustî eka.