dirust û xwaze
zortir le zanayatî zanyarî belaẍe babetî dirust û xwazeyan paş qisekirdin le «micaz»ewe kirduwe. we mebestîş lem babete «xwaze» keye, çunke ew wişeye ke řaste «ḧeqêqete» hîç qiseyekî têda nîye. ke ewtirê zanyarî belaẍe, zyatir her bo «micaz» û xizmekanî mecaze.
ca min le řewanbêjî edebî kurdîda ewem belawe řewatir û řewantir bû ke em basî dirust û xwazeye pêş mecaz û xizmekanî mecaz bikewê.
emew dîsan wekû witra zyatir le zanyarîyekanî řewanbêjî lem dirust û xwazeyewe peyda ebê. emeş merc nîye ke her wişeyek be pêy dananekey dirust - ḧeqêqî - nebû îtir ebê be xwaze û dest û pêwendî xwaze, bełam zortir le zimana herwa buwe ke eger wişeke dirust nebê; wate ḧeqêqî nebê le guzarekeya buwe be xwaze û binemałey xwaze. kewabû karîgerî dirust û xwaze bo zanyarî xoşxiwanî destêkî bałay heye. îtir bew bonewe ełêyn:
wişe le her zimanêka bê sereta, ke dahatuwe, we ya yekem kesî ew zimane ew wişeye beser zara hatuwe û bo şitêkî taybetî daynawe -ke beme ewtirê «dananî zimanî»- le paşa bere bere pêwîstî ew zimane, we ya xawen zimaneke zyad buwe, wişekan beşî ew pêwîst û guzaraneyan nekirduwe, be naçarî hênawyane ew wişane ke sereta bo şitêkî taybetî danrawin le guzarey tira û bo şitî tiryan bekar hênawe.
tenanet carî waş hebuwe ke aşnayetî wişeke legeł guzare bo danrawe binaẍeyyekeşya biřawe - ke emeyan le kirdewey zeman û çerx buwe -; wate gelê carî wa buwe ew guzareye ke le serdemî xoya bo wişeyekî taybetî buwe, ew guzareye le naw çuwe û wişeke kirawe be qałb bo guzareyekî tir, bełam emeyan we nebê zor bûbê, bełkû zorîy her leweda buwe ke wişeke bêcge le guzare řesenyekey xoy gwêzrawetewe bo guzareyekî tir û aşnayetîşî legeł guzare binaẍeyyekey xoya her nepçiřawe.
ca be hoy em tawtiwewe xwaze û xwastin û dirke û şitî tir peyda buwe, wişe dařêjřawe binaẍeyyeke pêy witrawe «dirust - ḧeqêqet», bewanîtir witrawin «xwaze, dirke, xwastin» be wêne:
«ser, dest, řast, azad, beraw, řût, yaney tarîk, newbawe, řûpoş ... hitid».
ke le binaẍeda be dananî zimanî «ser» bo ew serî mirov û gyanlebereye. «dest» bo ew desteye ke dyare û be miroveweye. «řast» pêçewaney lare, «azad» bo řêkupêk û řaste. «beraw» bo berdemî awe. «řût» bo eweye ke hîçî lebera nebê. «yaney tarîk» danrawe bo małî tarîk. «newbawe» mêwey taze pêgeyştuwe. «řûpoş» bo ew keseye ke řûy xoy da’epoşê.
keçî emane hemû gwêzrawnetewe bo cêgayanî tir:«ser» bo serdar, wekû ełê: ew xêzane, we ya ew leşkire bê serdar mawetewe». we ya wekû «şukirî fezłîKes» ełê:
«dest» ełê: dest dirêje, wate be desełate. we ya wekû «pîremêrdKes» ełê:
«řast» wate pêç û penay têda nîye. we ya wekû «şêx řezaKes» ełê:
«azad» buwe be naw bo mirovî taybetî û bo serbestî. wekû «çirostanîKes» ełê:
«beraw» nawe bo ew zewye ke awêk awî eda. wekû «diłdarNasnava edebî» ełê:
«řût» bo hejar û nedare. wekû «nalîNasnava edebî» ełê:
we ya «safîNasnava edebî» ełê:
«yaney tarîk» bo goř, wekû «ḧemaẍay derben feqreKes» ełê:
«newbawe» bo yekem korpey afret; wate noske ke eme zor xoşewîst û benmûde le lay bawik û dayk. lem řuwewe wekû «ḧemdîNasnava edebî» ełê:
«řûpoş» bekar ehênrê bo peçey jinan. wekû «nurî şêx sałḧKes» ełê:
seyr ekeyn emane hemû le guzare binaẍeyyekey xoyan gwêzrawnetewe û bo şitî tir be kar hênrawin; wate le dirustewe çûn bo xwaze.