wek yek

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 9 Xulek  1831 Dîtin

yekêk le hunere qiseyye aşkirakan «wek yek - teşbye».

kełk le wek yek da eweye ke şitêk heye, ew şite belay towe aşkira nîye û nayzanî, ew kese ke qiset legeł eka dênê ew şite eçwênê be şitêk ke eweyan belay towe nasrawe û eyzanî.

kewabû «wek yek» bo hełdanewey perdeye leser şitêkî nadyar, emeş bo ewe ke şitî nadyar le arada nemênê û aşkirayî bête meydanewe.

wek yek çwar hestûnî ewê bo ewe lengeryan bixate ser, yekem «lêyçûn», duwem «lewçûn», sêyem «lêkçûn», çwarem «ewzar» wate; «mişbe, mişbebe, wice alişbe, adat».

her çende merc nîye ke em çware hemûyan le řistekeda hebin, bełam nabê xałî bê le hemûyan, we ya le hendêkyan. bełkû wek yek ê ke her lêy çûn û lewçûnî têda hebê ewe le hemûyan behêztire.

ewraz ke «adat»e le zimanî kurdîda emanen:

«wek, gwaye, goya, çima, asa, ełêy». «çeşin, wêne, terz, çun», yiş bekar ehênrê.

emca ew wek yekey ke her çwar payekey têda hebê wekû em honrawey «kurdîNasnava edebî» ke ełê:

dê be taw eşkî dûçawim her wekû dicle û fuřat
mezre’ey ẍem sewz û têrawe leber em dû şite!

«dicle û fuřat» lewçûne, «eşkî dûçaw» lêyçûne, «taw» lêkçûne, «wekû» ewzare.

wêne bo wek yekê ke sê payey têda hebê wekû em honrawey «eḧmed muxtarNasnava edebî» ke ełê:

hîlalî yekşewem dî secdeber bûm bê te’emmul min
mubarek bû le lam çunke ełêy taqî biroy yare!

«biroy yar» lewçûne, «hîlal» lêyçûne. «ełêy» ewzare.

we ya her ew ełê:

bexwa şîşey diłim daym lebarey ’işqî to keyle
le daxî serwî bałat eşkî çawim her wekû seyle

«seyl» lewçûne. «eşkî çaw» lêyçûne. «wekû» ewzare.

ewey ke sê hestûnî hebê û ewraz nebê wekû «nalîNasnava edebî» ełê:

’aşiqî bêdił denałê meylî giryanî heye
bêşke hewretrîşqe tawî baranî heye

«hewretrîşqe» lewçûne. «giryan» lêyçûne. «denałê» lêkçûne.

wek yekê ke her lêyçûn û lewçûnî têda hebê dîsan her wekû «nalîNasnava edebî» ełê:

sehmî nigehit xistimî hestamewe řamkird
egrîce û zułifit be cefa hatne yarî

«nigehit» lewçûne. «sehim» lêyçûne.

le herdû beşekanî wek yekda «lêkçûn» ba řastew řast le řistekeda zeq nebûbêtewe le řastîda her heye û ebê hebê, çunke her ewe ke lewçûn û lêyçûneke pêkewe ebestêt.

emew her çende witrawe wek yekê ke tenya her lewçûn û lêyçûnî têda hebê ewe le hemûyan behêztire, bełam eme be çaw çwar beşekeweye, egîna wek yekî hełe û geřawe heye ke lewçûn ekirê be lêyçûn û lêyçûn ekirê be lewçûn eme le hemû wek yekê behêztire, ba ewzarîşî têda hebê.

wêne wekû «mewlewîNasnava edebî» ełê:

guł çun řûy azîz nezaket poşan
wefrawan çun seyl dîdey min coşan

le hemû wek yekêkda řûmetî azîz û yar eçwênrê be guł, we firmêskî xoşî û şadî - ke sarde - eçwênrê be befraw, keçî em hełîgêřawetewe ełê: nezaket û nazkîy guł wekû řûy azîze, hajey befrawan wekû lafawî çawî mine. eme lêreda ewpeřî belaẍey nwand!.

***

encam û řûnkirdineweyek

mebest be wek yek eweye ke xwastinî «tiḧqîqye, miknye, ticrîdye» nebê, çunke lem sêyeda hawbeşî kirdinî firmanêke legeł firmanêkî tira le guzareda, wate «lêkçûn», legeł eweşa emane hîçyan be wek yek dezanrên.

wekû witra le wek yekda çwar hestûn heye; lêyçûn, lewçûn, lêkçûn, ewzar.

le katêka ke ełêyn: lêyçûn û lewçûn - ke em duwe her dû serî wek yekeken -

«ḧisّy» bin, wekû: «řûmet, guł, pêstî nerim û nyan, şerabî ał û geş» we ya «’eqłî» bin, wekû «zanîn, nasîn, jyan», we ya cya bin; wate lêyçûneke ’eqłî bê û lewçûneke ḧisّy bê wekû «mirdin, diřinde», dyare mirdin ’eqłîye û diřinde ḧisّyiye, we ya pêçewaney ebê, wate lewçûneke ’eqłî bê û lêyçûneke ḧisّy bê, wekû «bon» û řewştî çak ke emane ’eqłîn.

mebest be «ḧisّy» eweye ke xoy ya «maye - madde»key beçaw, ya gwê, ya bonkirdin, ya çeşe, ya dest lêdan peyda bibê, leber eme ewî be endêşeş peyda bibê her lemaneye û têkławyan ebê.

bełê řaste xeyał xoy barsayîkî nîye û le meḧsûsat nîye, bełam naweřokî xeyałeke; wate ew şitane ke le xeyałeke dirust bûn lewanen ke be «ḧisّ» hest ekirên.

wêne wekû honerêkî şarezûrî ełê:

gułałe sûrey deştî «bê řeşke»bê řeşke dêyke le şarezûr
ke «ba» lêy eda eka kerwêşke
sûryekey ewan bew şepoldane
ełêy yaqûte û le naw gerdane?

sûrye ke çwênrawe be yaqût, yaqût lewçûne û meḧsûse - esłî sûryeke, newek gułeke, çunke cewherî sûrî ’erzêke beser «maye» keweyeke esłî gułekeye - em esłî sûrîye xeyałîye û ẍeyr meḧsûse û lêyçûne, temaşa ekey ẍeyr meḧsusêk çwênrawe be meḧsûsêk.

mebestîş be ’eqłî eweye ke wergirtinekeyan behoy pênc heste řwałetyekanewe nebê, bełkû behoy ḧewase poşrawekanewe bê, ewey ke be wîjdan hestî pêy bikirê eçête naw ’eqłyekewe, wekû xoşî û êş û azar.

emca lêkçûn:

lêkçûn şitêke ke lêyçûn û lewçûn tyaya hawbeşin; wate lew me’nayeda ke ewîstirê her dû terefeke tyaya hawbeş bin. ke ełêyn hawbeşin;

ya emeye be hîç cor le ḧeqêqetî lêyçûn û lewçûneke derneçûn, wekû kewayek eçwênî be kewayekî tir le tirom û řegezyana. be wêne ełê: her dûkyan fasonin.

we ya derçûn, wate dirustkirdnekey be endêşe dirustikirawe.

wekû lem wêneda «narîNasnava edebî» ełê:

cirîwey estêrey asman le şewêkî saf û tarîka
nełêy řêbazî ehlî bid’eye be naw řêgayekî barîka

eme wêneye bo ewe ke lêyçûn û lewçûn le şitêkî xeyałîda hawbeş bin; ye’nî em me’na xeyałîye ne le hîç yek le dû terefekeda heye, we ne le herdûkîşyana heye, meger bewe nebê ke endêşe dirustî bika.

lêreda cirîwey estêre lêyçûne, «řêbaz» lewçûne. cirîwey estêrey çwanduwe be řêbazî ehlî bid’et, lêkçûn, wate ew şitey ke dû terefeke egeyenê be yek, řûnakî û řêy pêşandanî me’newîye. eme le řêbazekeda xeyałîye, çunke sipêtî û řûnakî û tarîkî çwanduwe be dahênanî şitî nabecê le dîna - ke eweş řêgay ehlî bid’ete-. lêkçûn - ke kokerewey dû terefekeye - xeyałîye le dahênanekeda.

we ya behoy sifetêkewe lew ḧeqîqete derçûn; wate sifetêk le lêyçûn û lewçûnekeda heye, pêwîste lêkçûneke lew sifeteda legeł ewana hawbeş bê.

ca em sifeteş ya ḧeqîqîye, ya îzafîye. ḧeqêqyekeş ya emeye ḧisّyiye,; wate be yekê le pênc heste aşkirakan der’ekewê û wer’egîrê. we ya ’eqłîye, wekû: zîrekî û zanyarî û lêburdin. ew sifeteş ke îzafîye; wate lêkçûneke sifetêkî îzafîye û le zatî «babet - muzu’». keda nîye, bełkû me’nayeke bestirawe be dû şitewe. wekû teşbîhî delîl ekirê be řoj. temaşa ekey em labirdinî perdeye şitêk nîye ke le zatî delîleke, we ya řojekeda bibê, bełkû eme me’nayekî îzafîye; îzafe ekirête lay delîleke, we ya řojeke, we ya belay nefsî perdeke.

be kurtî em labirdinî perdeye le beynî delîl û řoj û perdekedaye, ke ewan nebin em nabê.

***

encam eweye; lêkçûn (ûجەالشبە) ya yekêke le cêgay yekêk danrawe wekû ewe ełê «azad wekû newzad waye» çuwandinî em duwe be yek lewedaye ke herdûkyan le řegezekanî madde - aw û xak û baw agir - dirustikirawin.

we ya zyatre le yekêk. ewey kewa yekêke, we ya le şwênî yekêk danrawe, ya, emeye be ḧisّ û hest wer’egîrê, we ya be ’eqił mirov hoşî bo eçê. wate derk ekirê, eme çwar liq.

ewey ke zyatre le yekêk ya ḧisîye, ya ’eqłîye, ya cyawazîyan heye, wate êxtilafyan heye. eme bû be ḧewt, sêye ’eqłyeke dû terefekey - lêyçûn û lewçûnekeye - ya ḧisّy ebin ya ’eqłî ebin. ya lêyçûneke ḧisّy ebê û lewçûneke ’eqłî ebê, we ya lêyçûneke ’eqłî û lewçûneke ḧisّy ebê. eme hemûy bû be şanze beşewe.

legeł em hemû şitaneda û legeł em hemû beşkirdinaneda ke le babetî «wek yek»ewe kiran û dirust ebin ebê eweş bizanîn ke îşî wek yek zyatir bo pexşane le řastîda newek bo honraw, çunke wek yek bo «ayzaḧ» û aşkirayye, em aşkirayî û îzaḧe firmanî pexşane, ewende heye to ke le honrawda «ayzaḧ» pêk dênî bo eweye ke le pexşanî nizîk bixeytewe.