tîl nîga

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  1348 Dîtin

tîl nîga yekêke le hunerekanî řewanbêjî û paşan guzarekarî. tîl nîga eweye ke be tîlî çaw seyrî şitêk bikirê. em tîleş ebê «çaw» lenaw çawdanekeda tozê bicûłê û labkatewe, we ya gerdin kemêk labkatewe bo ewe bitwanê ew tîl nîgaye dirust bika.

em çemke le bilaẍey ’erebîda be «altaf» nawbirawe, çunke «altaf» lakirdineweye belay řast û çepa, min lam waye tîl nîga ew me’naye zortir piř’ekatewe, çunke le tîl nîgada lakirdinewey çaw û gerdin herdûkî têda heye.

tîl nîga le zanyarî řewanbêjîda eweye ke kesî yekem û kesî duwem û kesî sêyem heye, wate «mitkilimErebî, mixatibErebî, ẍa’ibErebî». řisteyek dête pêşewe. seretay řiste -bewêne - babetekey, kesî yekem danrawe, beşwên ewda řiste we ya şitêkî tir dêt û peywendîy be řistey yekemewe heye, leweda ke her ebê guzarişt bo kesî yekem bê, keçî le řiste duwemekeda guzarişteke be kesî duwem, we ya sêyem lêy edrêtewe. herweha duwem be yekem, we ya yekem be sêyem, we ya sêyem be yekem.

ew hoyeş ke em tîl nîgaye dirust eka eweye ke pyaw eger le şêweyekewe çû bo şêweyekî tir, geşe û xoşyekî zyatir řû’ekate gwêgreke û zyatir ebête hoy ewe ke gwê bo qiseke bigrê.

ca wêneş bo emane, yekemyan wekû «nalîKes» ełê:

nalîNasnava edebî asûde nîye tûlî nemamî ’umirit
be nefes dêt û deçêt nesłî le ser bayêke

le kesî sêyemewe hatuwe bo kesî yekem - le «ẍa’ib»ewe hatuwe bo «mitkilim» ebwa bûtraye:

nalî asûde nîye tûlî nemamî ’umrî
keçî lay dawe û ełê «’umirit».

eme be mercêk waye ke seretay řistey wişey «nalî» nebêt be bangikiraw «minada» û ewzarî bangkirdnekey lêy fiřê dirabê, wate nebê be «ey nalî», we waşî lê nakeyn, çunke hênanî ew ewzare «tawîl»e, tîl nîgake, cwantire lew tawîle.

we ya wêne bo ewe ke le kesî yekemewe biçî bo kesî duwem - le «mitkilim»ewe bo «mixatib» - wekû «meḧwîKes» ełê:

zemaney piřte’eb etkate tîrok
letê nanit dedatê dû beşî nok

hênawye le xoy, nefsî xoy cya kirdotewe û kirdûye be kesî duwem - mixatib - way pêy ełê. eme le esła ebwaye wa bwaye ke biłê:

«zemaney piř te’eb emkate tîrok, letê nanim dedatê dû beşî nok». le kesî yekemewe çuwe bo kesî duwem. em bazdaneş baqî honrawekanî dwayî derî exa, betaybetî her beşwên ewa ełê:

pyałey dîde lebřêze diła toş
bicoşe, sazî nałe hem bibê kok

we ya wêne le kesî sêyemewe bo kesî duwem - le «ẍa’ib»ewe bo «mixatib» - wekû «kurdî» ełê:

pêm dełê kurdîNasnava edebî wekû min arezûy wesłî nîye
boçî to man’ debî, em bende çon bêca eka

eme le esła ebê wabê ke biłê:

pêm dełê kurdî wekû min arezûy wesłî nîye
boçî ew man’ debê, em bende çon bêca eka

le «ew» ke «ẍa’ib»e bazî dawe bo «to» ke «mixatib»e.

eme leber tîl nîgakeye. ladanekeş dyare, çunke nałê «pêt witim», we le řistey «kurdî» be dwawe qisekey ewe.

eger ew bîwtaye «pêt witim» hîç tîl nîgayek le arada ne’ebû, çunke «pêt witim», wate «to» herdûkî bo kesî duweme. bełam řistey «pêm dełê» dyare bo kesî sêyem û «ẍa’ib»e, keçî le nîwe honrawey duwemda ełê «to» ewe îtir layda.