pêkewenan û dabřîn

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  1599 Dîtin

dabřîn û pêkewenan eweye ke řisteyek bigêřîtewe bo ser řisteyekî tir; wate ’etfî bikeytewe, we ya wişeyek bo ser wişeyekî tir.

dabřîn be pêçewaney emeye; wate dabbiřdirêt û ’etfî nekeytewe.

le katêka ke to şitêk le şitêk da’ebřî û ’etfî ekeytewe serî, ebê ḧukmêk le beynyana hebê ke byanguncênê be yekewe, wate to ke duwem ’etif ekeytewe bo ser yekem ebê şitêk hebêt ke koyan bikatewe. wekû ewe ke to ełêyt «bextyar enûsê û honraw da’enê» le nêwanî nûsîn û honrawda munasebeyekî aşkira heye. we ya ełê: «bextyar şit eda û nayda» le beynî dan û nedanda dijyekyek heye. bełam eger ew şite nebû, ’etfeke û lêkdabřîneke nabêt. wekû ewey lê dêtewe ke mişk û masî pêkewe bo ḧukim ko bikeytewe, çunke mişk bixeyte awewe exnikê, masî le aw derçê ew be le aw derçûneke emrê.

eger xo em hawbeşî kirdinî yekem û duweme nebû le ḧukma, ewe lêkyan cya ekeytewe û dayan ebřî. dîsan emeş her cêgay xoy heye. wêne; le katêka ew lêt epirsê: çwît bo bazař? ya neçwît? to’ełêy: «نەûەاللە» em ’etif kirdineweye me’nay dabřînî nîye, bełkû her pêkewenanekeye, çunke ke witit «ne» eme wełamî pirsyarekeye ke ełêy «çwît»? toyş ełêy «ne», «û», ke le «ûەاللە» daye eme bo swênde, bo ’etif nîye.

herweha le katêka ke şitêkîş ’etif ekeytewe bo ser şitêkî tir ebê dîsan aşnayetyek hebêt, eger ew aşnayetye nebû ’etfeke be hîç der eçê. katê ke to biłêyt «dana honere û dara nûsere» eger munasebe le nêwanî dana û darada nebê le dostayetya, we ya le dujminayetya ’etfeke hîç peywendyekî nabê, ba dana honer bê û daraş nûser bê, beçaw gwêgrewe ke neyannasê û agay le munasebeke nebê, řisteke be bê sûd der eçê û hîç kełkêkî nabê.

eger babeteke pêkewenan bû cwantir bo ew şwêne eweye ke řistey îsmî bo îsim û fi’lî bo ser fi’il bigeřêtewe, be wêne biłê:

«newzad exwênê û azad enûsê» eme cwantire lewe ke biłê: newzad exwênê û enûsê azad, herweha eger řisteke kirdeweyî bû eme baştire ke biłê: «heřa eka şêrzad û da’enîşê bihzad» ta biłê: «şêrzad heřa eka û da’enîşê bihzad».

***

bo zyade řûnkirdinewe:

wişeyek tak bê, ya řiste -ke ełêyn tak bê, ya řiste, wate naw bê newek kirdewe, çunke kirdewe ba, le řwałetîşa yek wişe bê, bełam le řastîda zyatir le wişeyek der eçê, ke zyad bû ebê be řiste-

ya eme le guzareda egêřdirêtewe bo ewey pêşewey, wate le ḧukma ’etfî ekeytewe bo lay ew û eyankey be hawbeş, ya em îşe nakey.

eger kirdit eme pêkewet nûsandin, eger netkird eme lêkit dabřîn, wate «wisil û fisil» t kird. ebê eweş bizanrê ke dabřîn binaẍeyître ta pêkewenan, çunke pêkewenaneke řûtûşêke beser dabřînekeda dêt.

le şêwey hemû zimanêka em destûre bawe û heye. zimanî kurdîş yekêke lew zimanane ke em teḧre şitey têda ebêt.

řewanbêjî aşnayetî legeł em babeteda boye heye çunke çemkêkî zanyarîy ew zimane der exa, le derxistinekey kesyetî zimaneke eda be destewe.

emca dîsan wêne bo hendêk lemane wekû ełê:

«newzad û bihzad û tara çun bo qutabxane», ew sê kese hawbeş bûn le kirdeweyekda -ke çûnyane bo qutabxane û fêrge- leber eme her sêkyan pêkewe ełêt û pêkyanewe ebestêt. bełam le katêka ke ełêt: newzad hesta, bihzad danîşt, tara xwêndî, leber ewe ke hawbeşyek nîye le nêwanî ew desteyeda; wate ḧukmêk le arada nîye ke pêkyanewe bibestêt nayangêřîtewe bo ser yek, bełkû her yeke be cya ḧukmî xoy edeytê, eme bû be dabřîn û aşnayetîyan îtir pêkewe nebû.

le destûrî pêkewenan û dabřînda gelê liqî lê ebêtewe, sa, ya be hoy řanaw, we ya paşko, we ya sifet, we ya yekbûnî mewsûf ke her yek lemane eguncê hawbeş we ya ser bexo bin.

pakjîy babeteke dête ser ewe ke her yek lem şitane; wate le dû řistey em şitane, ya pêkewe ebestirên, ya lêk cya ekirênewe. wênekanî serewe kilîlêkin bo xistine ser gazî piştî derwazey gişt babetekanî pêkewenan û dabřîn.

ew kesaney ke ta em şwêne seryan birdote naw encumenî řewanbêjîyewe, we be taybetî babetî pêkewenan û dabřînewe, lam waye babet ewende aşkirayî têda heye ke zor kem bo çespandin û bitew kirdinî, pêwîst be zyadewêne bin û wêney tiryan bo bihênrêtewe.