kurtibřî û dirêjbiřî

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  1549 Dîtin

mebest be kurtibřî eweye ke komełe guzareyek be çend wişeyekî kem derbibřê. dirêjbiřî pêçewaney emeye.

eme řaste ke wişe, we ya komełe wişeyek - ba herçende dirêjîş bê - natwanê be tewawî guzarişt le guzareke bidatewe, bełam em destûre ke ewtirê û da’enrê - destûrî kurtibřî û dirêjbiřî - eme şitêkî nîsbîye û ê’tibarat dirustî eka.

emew dîsan hemû zimanêk ew řexneye řûy tê eka ke wişe natwanê berengarî guzare bêtewe bo ewe be tewawî derî bibřê.

zimanî kurdîş wekû ewanîtir řexneke řûy tê eka. bełam wekû eme řûy tê eka eweş her řûy tê eka; bew nawewe ke zimane ebê kurtibřî û dirêjbiřîşî têda hebêt, çunke eme yasayekî têkřayye be çaw hemû zimanêkewe.

ca ew kurtibřîye ya temaşay pîtekanî ekirê; wate dû řiste heye bo derbiřînî guzareyek, bizanî kam le řistekan pîtekanî kemtire, dyare eweyan kurtitre.

we ya temaşay wişey řistekan ekirê ke kamyan wişekanyan kemtire, dyare eweyan kurtitre.

we ya temaşay firawanî guzareke û le çaw ewa zor kemîy wişekan ekirê, dyare emeş her kurtitre.

kurtibřîş leser dû core; ya emeye hîç şitêk le řistekeda lanebrawe, we ya lêy labrawe.

ke ełêyn labrawe, we ya nebrawe, zimaneke xoy ew dařiştiney kirduwe, paşan ewe buwe be řêbaz bo hengawnanî řewanbêjî be serya.

ewey ke lanebrawe wekû ewe, kabra lêyan pirsî, hemewendekan çîyan kird? witî:

«hatin, kuştyan, birdyan, sûtandyan»

eme řisteyekî kurte, bełam guzareyekî zorî girtote xoy, çunke bêcge lewe ke kuştin bo pyawekan û birdin bo merdemał û małate û sûtan bo deẍił û dane, eger bêt û bwîstirê be firawanî qisey lêwe bikirê qiseyekî zor û «ravîn - şerḧ» êkî êcgar firawanî ewê.

ew řisteyeş ke lêy labrawe, ew be gelê çeşne, bełam ême lêreda ke wêneyek, dû wêneman hênayewe etwanrê destûre giştîyeke be hoy ewanewe bête dest.

wekû ewe ke řêbwarêk pirsyarî şitêk le yekêk eka, ewîş pêy ełê: «min nayzanim biço lew dêye bipirse», mebest be «lew dêye bipirse», wate le «xełkî» ew dêye bipirse.

we ya kabra eçête lay zîndirû ełê: «zînêkim bo dirust bike, wate zînêk bo «espekem» dirust bike.

eweş ke temaşay pîtekanî ekirê, wekû ełê:

«kewa sûrî ber leşkir»

«bałaberzî kiławsûrî pêş leşkir»

dyare pîtî wişekanî řistey yekem kemtire le hî duwem, legeł eweşa ke herdû řisteke yek guzareyan heye.

beranber be kurtibřî «dirêjbiřî» heye. emeş eweye ew mebeste le batî ewe be řisteyekî kurt bidrê be destewe, dirêjî ekatewe be mercê le dirêjkirdinewekeda wenebê hunerêkî řewanbêjî peyda bibê.

wêneke wekû ewe: kabra basî zewyekî beyarî eka, ke be beyarî mawetewe; ełê:

«sepan nebû bo şo biřîn, ga nebû cûtyar cûtî pêy bika, baran nebû awî bida, wa bew core be beyarî mayewe».

kabrayekî gwêgir gwêy lem qiseye ebê ełê:

ewey pêy nawê, biłê: «nekêłrawe!» dyare qisey kabray pêşû be tewawî be dirêjbiřî derçû.

legeł emaneşa kurtibřî çende çake, dirêjbiřîş ta endazeyek ew çakeye têda heye, çunke şwêneke eyewê. le paşa eme ê’tibarate; hî wa heye nezane ta şitêkî zorî bo nełêyt lêy tê naga. bełam babetî kurtibřî û dirêjbiřî bo ehlî belaẍeye. yek, duwem bo derxistinî qisew giftugoy ew zimaneye ke ta çi endaze legeł belaẍeta řoyştuwe, we ta çi endaze hêz û pêzî ew zimane heye.

dîsan ebê eweş bizanrê ke em kurtibřî û dirêjbiřye bo pexşane û hîçî tir, çunke honraw xoy be siruşt ebê kurtibřî têda hebê, eger lem řêgaye layda ne honrawe, we ne be honraw da’enrê.