beḧrî «hizc»

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  632 Dîtin
şeş «mifa’îln» beḧrî «hizc»e
weznekey mayey fewz û ferece
taqe «’iruz»ê meşhûre leboy
dû «zirb»y heye be mîzanî xoy
«’iruz» û «zirb»y yekem «miczu’»n
lelay edîban baş û meḧsûbin
«zirb»y dûhemî bêcge lewane
«ḧizif»yişî heye başe bîzane
***
kerametman be teqwaye
teqwayş be feyzî xudaye
eger tewfîq yawerman bê
hoy pîrozî dû dinyaye
řehberman zatê gewreye
şefî’î řojî cezaye
fîday bê sûd û sermayem
ke bo ew çîhre mînaye
eger carê biřwanê bom
hemu dinya lelam kaye
ewe mayey se’adetman
ew kilîlî tecellaye
ewe delîlî ta’etman
leser em textî dinyaye
leser řêgey řehber biřon
řêgey ew řêgey xudaye
tabî’î sunnetî ew bin
xêr û se’adetî tyaye
leser meḧebbetî ew bin
ḧubbî îmanî řesaye
leser şerî’etî ew bin
şer’î ew şer’î xudaye
leser ḧubbî yaranî bin
dîn be yaran geyye paye
ḧubbî alit û ehlî beytî
bo dił be wêney çiraye
ḧubbî îmamanî dînî
ba’îsî hêzî teqwaye
ḧubbî sałḧanî ummet
xêrî dîn û dinyay tyaye
emeye mayey pîrozî
řêgay ehlî necat waye
namîNasnava edebî dawa eka le xwa
ewey mayey řezay xwaye