’erûzî nîştimanî

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  777 Dîtin
supas bo xuday «wacb alucud»
perurdigarî beřastî me’bûd
selat û selam bo pêẍember bê
lebo yaranî be cemawer bê
bo ehlî beyt û xanedanî bê
bo al û hemû peyřewanî bê
paşan bizanin, bira, be wirdî
eme çen parçen ’erûzî kurdî
ger řastit ewê buḧûrî zorin
beḧrî heme cor, şîrîn û şorin
min lem nameda çen beḧrê lewan
enusmewe bo destey lawan
herkes ke meylî le zyadîye
başe, çun zyadî hoy dił şadîye
yekem lewane parçey «goranî»
gelê meşhûre bo nîştimanî
«fi’iln, fi’uln» çwar carî tewaw
gêşî goranî pê eyete naw