beḧrî «wafir»

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  532 Dîtin
«wafir» beḧrêke şeş «mifa’îln»
tewawî eka gwê bigre le min
dû «’iruz»y hen legeł sê «zirb»a
weha meşhûre lelay udeba
«’iruz» yekem xoy û «zirb»ekey
herdû «miqtu’»n, başe têy bigey
«’iruz»y dûhem biłê «miczu’»e
dû «zirb»y heye weha «miqru’»e
ye’nî «miczu’»n, bełam dûhemyan
«’isif»y tyaye ey biray xoş xwan
***
biłên bew diłbere namîNasnava edebî ẍerîbe
gelê muḧtacî dermanî tebîbe
nexoşînî leser feḧsî tebîban
nexoşînî diłe û dûrîy ḧebîbe
nîye çarî beẍeyrî wesłî diłber
le wesłîş manî’e ew bed řeqîbe
ḧebîbîşim le çerxa bê mîsale
be wêney cewherî ferdî ’ecîbe
kirîm abin alkirîm abin alkirîmErebîe
nisîb abin alinsîb abin alinsîbErebîe
sîfatî berzî yaranî lelaye
ḧisîb abin alḧisîb abin alḧisîbErebîe
řesûłî haşmî nîsbet quřeyşî
be bê xwêndin be zatî xoy edîbe
le ’ednane û le îsma’îlî ’alî
le îbrahîme em zate necîbe
«miḧimd», «aḧimd» û «miḧmud»e nawî
fîday bim nawekey xeylî ’ecîbe
sinewber sûrete û sîret firîşte
wenewşe bone, řêḧaney ẍerîbe
bilûre gerdinî řuxsarî bedre
ẍełet hatim hetawî zor qerîbe
be bê derz û be bê dewrî edîban
ḧebîbim gewre zanaye û edîbe
yedî beyzay heye yarim be î’caz
beraber bew kese meşreb řeqîbe
mubarek nawe, ahû çawe, diłber
gułî řewzey medîney zor’ecîbe
ḧebîbî min ḧebîbêkî wehaye
tebîbî qatîbey derdî ẍerîbe
eger ew bête lam saẍim wekû řoḧ
ke win bû lêm îtir mergim qerîbe
ciger buryan û çaw giryawî yarim
hemû dermanî derdim lay ḧebîbe
nîgahê er bika bo her nexoşê
leşî bo ew nîgahe mustecîbe
be her şwênêkeda řabburê
ełêy fîrdewsî cennatî qerîbe
şinoy wêney nesîmî subḧe er bê
lebo teskînî dił ’eynî tebîbe
nesîmî nîsbetî ew bon bika dił
ḧeyatî cawîdanî bo nesîbe
heta řojî qyamet çust û çalak
le ’ersey meḧşera xawen řekîbe
yekê er bê selatêk û selamê
binêrê bo meqamî ew ḧebîbe
řicay herçî bika lay zatî barî
be mercê bo miradî bê qerîbe
řicam waye řicakey werbigîrê
lelay ew zate bo dawa mucîbe
le beḧrî «wafir»y îḧsanî yara
eka namîNasnava edebî temennayê qerîbe
xuda bo xatrî payey «miḧimd»
penay namîNasnava edebî bide to lew řeqîbe