beḧrî «mictis»

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  518 Dîtin
«mictis» beḧrêke eczakey şeşin
hawseng û řêk û bê leke û ẍeşin
yek «mistif’iln» dû «fa’latin»
be mukeřřeřî bo «mictis» hatin
«’iruz»y yeke be «miczu’» mewsûf
yek «zirb»y heye wekû xoy me’rûf
wêney em beḧre be şî’ir û ẍezeł
bot exwênmewe be bê pelepel
***
ḧuzûrî to ḧeyatî min
ẍyabî to mematî min
lem ’alema xełatî min
le lêwî to nebatî min
fûy demî to wadyare
bo kesêkî bextyare
jînî ewey dûre yare
bê guman ژەاری mare
herwa buwe em cîhane
’eyş û noşî beşbeşane
bextit hebû pałewanî
bextit nebû çałewanî
fermû, were, nûrî çawim
bo řaserim takû mawim
baẍçey diłim gułistane
madam cêgey diؤsitane
heta be key ey perî řû
le wesłî min be yek û dû
le hîcrana min sûtawim
le bo lutfî wa fewtawim
nimê le beḧrî aweket
bigate lay sûtaweket
namîNasnava edebî be ḧeq ejyêtewe
nûrî sefay bo dêtewe