beḧrî «midîd»

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  898 Dîtin
«midîd» beḧrêke eczakey şeşin
řêk û mewzûn û bê leke û ẍeşin
be «fa’latin, fa’iln» çwar car
nimûney beḧrî «midîd» ebê dyar
em beḧre hergîz selamet nabê
ebê ’arîzî «ciz’»y têdabê
le herdû «misir’» cuz’î axryan
labe, bew corey kirawe beyan
sê «’iruz»y hen yekem «miczu’»e
«zirb»êkî wek xoy be ḧeq meqrûne
«’iruz»y dûhem «miczu’» û «miḧzuf»
bo em «’iruz»e dû «zirb»n me’rûf
yekem «miqsur»e û duwem «miḧzuf»e
sêhem be wesfî «bitir» mewsûfe
ẍezełê leser «’iruz»y ewweł
bot înşa ekem ey biray efzeł
***
sîḧḧetî to, çaw cwan, hoy selame
bûnî zatit, bê guman, xêrî ’ame
min demêke, yarekem, mubtelatim
ḧubbî toye, bê guman, řêy necatim
çawî mestit kaseye, bo şerabe
’aşiqîşt da’îma dił kebabe
’aşiqanit, gyanî min, şêx û şabin
řoj û şewyan bo cefa yek ḧîsabin
’areqî řût bo lebim kewserawe
hełmijînî bo diłim zor tewawe
sed supasim bo xuda xoş jyanim
yar şansim bê seda bo emanim
ta be key to ey perî wa diłpiřî
ta be key to muşterîy bo gyanim
dost û dujmin, diłbera, ’aşiqanin
hem le ’eşqa, řoḧekem, pałewanin
gyanî aşq, ey perî, ba fîda bê
namîNasnava edebî asa, bê eser, ba nemabê
bextyare ew kese takû mawe
wa lelata ḧazre û řûy le çawe
baẍî ’alem bê guman piř semere
baẍî namîNasnava edebî bê hewa bê semere
namîNasnava edebî ya to ’aşiqî yarî be dił
qelbekey to bulbule biؤ řûy guł
sîḧḧetî min bo sefa nawî toye
řaḧetî min bê cefa çawî toye
ewkesey wa talîbe bo ’eşqî yar
şebetawe bê guman lay jarî mar
jarî marî bo wîsal la şekere
awî zem zem bê wîsal derdî sere
destî ême bo řica damanî to
ta bibînim, çawekem, çawanî to
namîNasnava edebî bo to bê dirؤ canfîdate
takû mawe řؤḧekey her lelate