beḧrî «twîl»

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 6 Xulek  688 Dîtin
«twîl» beḧrêke mawey dirêje
eczay piř sefay çak dabřêje
biłê «fi’uln» ca «mifa’îln»
dîsan «fi’uln» ca «mifa’îln»
bemane nîwey şî’rê dêtecê
tekirar bûnewe şî’rêke becê
taqe «’iruz»ê heye bo «twîl»
ewîş «miqbuz»e ey biray celîl
sê «zirb»y heye «siḧîḧ»e yekem
dûhem «miqbuz»e ey biray ekirem
«zirb»y sêhemîn wesfî «miḧzuf»e
em sê «zirb»ane laman me’rûfe
ba qesîdeyê le beḧrî «twîl»
înşa bikem bot ey biray celîl
***
selat û selamî ḧeq leser zatî enwerî
dił û řoḧ û řuxsarî seraser munewwerî
selatê ke layeq bê be zatî munewwerî
selamê ke layeq bê be řewzey mu’etterî
leser ew řesûłey wa nesîb û ḧebîbe xoy
řesûłê xuda dinyay dirust kirduwe leboy
be sûret le new’î ademîdaye hey’etî
be sîret firîştey ferşe ya ’erşe tel’etî
sîfatî wekû zatî hemûpak û bê ’eybe
wekû řoḧî qudsî waye maway lelay ẍeybe
tebîbî diłî bîmare dermanî dił eka
ḧebîbî diłî diłdare samanî dił eda
şerîfe û letîfe û bê mîsale le ’alema
necîbe û erîbe û xoş xîsale le adema
ewe řehberî ’amme bełam ferd û eqberî
ewe serwerî layeq be şatacî efserî
çi řehber ewey wa řehberê bû berî le ’eyb
le ’eybê munafî bê lebo ḧałî řehberî
çi řehber ewey qur’anî bo hat lelay xuda
be ḧeq cubre’îl hênay lebo ḧukmî řehberî
çi řehber ewey eḧkamî îslamî xiste der
lebo ’alemî însanî huşyar û bo perî
çi řehber ewey mujde dirabû be meqdemî
le sîfrî hemûda hatbû řesmî řehberî
çi řehber ewey însafî dana be wesfî merd
ewey sîdiq û sebrî kird be řêbazî serwerî
çi řehber ewey nûrî seraser cîhanî girt
şîmal û cenûb û xorinşîn ta be baxterî
çi řehber ewey tenwîrî fermû cîhan hemû
heta nûrî ew serkewt lebo ’erşî ekberî
çi řehber ewey dinyay lelada nema be ḧeq
meger bo řewacî ḧeq leser nehcî řehberî
çi řehber ewey exlaqî berzî nîşan eda
le wîcdan û ’edil û ’ehd û yasay wefagerî
ewey mexzenî esrare sîney munnewerî
ewey me’denî esrare qelbî mu’etterî
ewey karebay nûrî huda wa le sîneya
egate hemû ferdê beqed ḧałî muşterî
ewey řeḧmete bo ḧub le ’alem řîsaletî
le erz û semada ta le ’erşa le berterî
bequrbanî xakî pakî pêy toye çawekem
eger pêy leser danêy le ’îllet ebî berî
le dinya nebînrawe le wêney eto kesê
be ’edił û be îḧsan û be îkiramî serwerî
çi nûrêkî piřtew bexşe bo sedrî mu’mînan
lebo řoj û bo mang û bo zuhre û bo muşterî
tebîbêke dermanî derûnî diłan eka
ḧekîmêke piř ḧîkmet lebo ’îlmî mîhterî
’edûy cehil û ehlî cehil û ’edir û zelalete
’edûy xoperest û pest û mestanî serserî
mucahîd bû bo derçûnî însan ledway cehil
muheddîd bû bo ẍeddar û ehlî sitemgerî
be ḧeq munzîrî muşrîk bû bê xewf û bê qusûr
wekû wa le qur’ana çi emser çi ewserî
beşî mîhrebanîy xiste serşanî ummetî
lebo xizim û bêgane kesî lê nekird berî
gelê řeḧim û însafî be ’alem nîşan eda
gelê dij bû bo exlaqî xafan û qeyserî
beřasî semaḧ û sułḧ û ’efwî řewac eda
wekû sa’îrî ewsafî layq be řehberî
gelê basî merg û ḧałetî berzexî ekird
heta nefsî emmare nemênê be xudserî
gelê şew eçû teşrîfî bo «cinة albiqî’»
zyarey qubûrî kirde sunnet be amîrî
le řoja beřojû bû, le şewda muqîmî şew
muzemmîl leser em ḧałe bû hate ser serî
beşîr û nezîrî wa sîracî munîrî wa
emîr û feqîrî wa le kwê hat be řehberî
eme ḧałî dinyay bû, werin bo qyametî
temaşa biken carê le eḧwałî meḧşerî
werin seyrî ałay ken le meydanî meḧşera
werin seyrî sîmay ken legeł wechî enwerî
şefî’î «rifî’ alqidir»e, ewweł şefî’e ew
lepêş enbyada katî derd û cefagerî
lekatêkî wada enbya me’zeret eken
eçê bo şefa’et zor be ’ezim û dilawerî
be te’zîmewe sucde eba bo cenabî ḧeq
be tekirîmewe boy dê qubûłî tikagerî
ke dergay şefa’et boy kirawe lelay xuda
şefa’et eken boyan beqed ḧałî mîhterî
heta lew ’ezab û mewqîfî sexte bêne der
lepaş em deme newbey tikaye be řehberî
hemû řehberê bo ummetî pakî dête kar
şefa’et eka bo ’amî ’alem be serwerî
şehîdan û yaran û îmaman û ewlya
şefa’et eken herkes beqed ḧałî serwerî
be ḧeq sabîte boman le dinya ke ehlî dîn
le ’ersey تکاا dêne cîlew û cilewgerî
le paşan ḧisêbe û kêşî derd û merarete
mirûre leser pirdî sîratêkî beşerî
ewey ’abîrî pirdî sîrate be îḧtiram
eron bo qeraẍî ḧewzî mewrûdî řehberî
be kasî keramet şerbetî wa exonewe
le sozî ’îtaş û tînwêtî ebin berî
fîday sayekey ałay eto bim le meḧşera
fîday payekey labaregat bim be diłberî
demêke be bałata exwênim be sozî dił
demêke be ałata exwênim be diłberî
ewendem ewê namîNasnava edebî nesûtê le le ’erseda
legeł yarekanta bête sayet be mîhterî
lejêr sêberî ałay bułindî «miḧimd»a
ke pêy wa le erz û ser le zuhre û le muşterî
selat û selamî ḧeq leser zatî enwerî
leser al û yar û peyřewanit cemawerî