beḧrî «sirî’»

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  862 Dîtin
beḧrî «sirî’»t eger hate pêş
beyanî bike bo bêgane û xwêş
dû «mistif’iln» carê «mif’ulat»
dû car «sirî’»e me’lûm bê le lat
«’iruz»y çwarin, «zirub»yan şeşin
lelay edîban bê leke û ẍeşin
«’iruz»y yekem «mitwî»ye û «miksuf»
sê «zirb»y heye me’lûm û me’rûf
«zirb»y yekemyan «mitwî»ye û «muquf»
«zirb»y dûhemî «mitwî»ye û «miksuf»
«zirb»y sêhemî «silim»y têdaye
pêy biłên «asilim» řaste û řewaye
«’iruz»y dûhem be «kisif» û «xibil»e
«zirb»y wekû xoy asan û sehle
«’iruz»y sêhem «miştur»e û «miksuf»
«zirb»yişî weha meşhûre û mewsûf
be yekem «’iruz» be «zirb»y dûhem
ẍezeł ełêm bot bibe xatircem
***
řoḧim fîday nûrî zya çawekem
le ’eşqî to çûme çya çawekem
diłbendî tom be derdewe çawekem
gêsûy eto bû be benî dawekem
diłber û diłdarî eto çawekem
tebîbî bîmarî eto çawekem
hetawî payedarî to çawekem
piřtewî řozgarî to çawekem
bese guł û řû qemerî çawekem
bendî dił û hêzî serî çawekem
darî berî piř semerî çawekem
qametî xawen eserî çawekem
beydaxî dînim dînî to çawekem
gułbaxî jînim jînî to çawekem
be hîcrî to fewta diłim çawekem
le ’eşqî to sûta diłim çawekem
gêsût wenewşey milkeçe çawekem
milkeçî du ebroy keçe çawekem
’er’erî xoş peykerî to çawekem
leser seran to efserî çawekem
bo toye, lay toye dił û gyanekem
bê dînî to bêřeng û boye çawekem
nûrî besîre û beserî diłberim
fanosî mayey nezerî diłberim
salimî «mazaẍ albisir» çawekem
’almî lewḧî «mistitir» çawekem
şafî’î řojî muntezer çawekem
řafî’î ałay mu’teber çawekem
nadîre xułqî şexsî to diłberim
nadîre wêney nefsî to diłberim
nadîre dînî qudsî to diłberim
nadîre cem’î dersî to diłberim
şemsî zuḧa, bedrî duca nûrî to
nûrî huda bo îhtîda nûrî to
namîNasnava edebî ejî leser nimî lutfî to
namîye řoḧî be heway ’etfî to