beḧrî «rimil»

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  665 Dîtin
«rimil» beḧrêke şeş «fa’latin»
gelê gewherî lenaw derhatin
dû «’iruz»y hen yekê meḧzûfe
sê «zirb»y heye be ḧeq me’rûfe
yekem «siḧîḧ»e û duwem «miqsur»e
sêhem be wêney «’iruz» meşhûre
«’iruz»y dûhem «miczu’»e benaw
sê «zirb»y heye me’rûfin tewaw
yekem «miczu’» û «misbi’» me’rûf
dûhem «miczu’»e sêhemîn meḧzûf
ẍezełê leser «’iruz»y dûhem
bot înşa ekem «faḧfize û a’ilim»
***
sed selat û sed selamim
bo řesûłî xoş meqamim
çawekanî yar cwanin
nîgahî ’aşiqanin
takî birgangî cwanin
’eynî tîrî naw kewanin
řûy wekû bedrî munîre
herke bîbînê esîre
lêwî yaqûtî yemane
qûtî řoḧ û hoy emane
dem wekû ẍunçey gułane
bulbulî ew her diłane
xo eger bête kelam
nûr bexşe ya selam
gerdinî berzî bilûre
saf û sade û piř le nûre
qametî serwe û sinewber
bonî her wek mîskî ezfer
zîne wêney zînî cwane
mesḧefî derzî diłane
xawenî neqiş û nîgare
neqşî ełłay tya dyare
destekey destêkî waye
hełgirî namey xudaye
xêrî dinya û dînî tyaye
bo yekê xawen wefaye
pencekanî bo îşare
sîřřî î’cazyan tyaye
bo qemer nessî dyare
bo diłî ’aşiqîş enware
derzî tewḧîdî xudaye
lew mussebîḧey tenyaye
bang ekate xelqî yekser
ta biłên «alle akbir»
darî da beser esnama
le «misicd alaḧram»a
پێێ ke dana le řêy xwada
bit perestî da be bada
ta xelayeq le řêy xwada
derçin le ber bay hewada
xoperestî û bit perestî
řat ekêşin bo řêy pestî
labden le řêgey batił
qet nebin le řêy ḧeq matił
jîn le bo xêr û xêrate
bo te’mîrî ser bisate
’edił û dade nexşî dinya
çi le wişkana û çi derya
’aqłe însanî wirya
řencî xoy naxate derya
wacbî le řûy dinyada
sê şite meyde be bada
xot binase, xwa binase
komełîş binase řase
sê şitin meyanden be bada
wan le dînî «risul alle»da
namîNasnava edebî bendey bê diroye
’aşiqî qur’anî toye
egeřê le řûy dinyada
bo hîdayet le řêy xudada