ziḧafî mizduc

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  476 Dîtin

«ziḧafî mizduc» yiş ’îbarete lew teẍîyrate ke le dû şwêna bê le yek cuz’ le eczay şî’rêkda. emeyş çwar core:

  • corî yekem «tî»e le geł «xibin»da. eme naw’ebrî be «xibil» ke ’îbarete le becêhênanî «xibin» û «tî» beyekewe. wek ewe ke le weznî «mistif’iln»da ḧezfî sîn û fê bikey û bimênêtewe «mit’iln» be bê sîn û fê, ca egwêzrêtewe bo «fi’litin». herwa wek le weznî «mef’ulat»da ke egwêzrêtewe bo «fi’lat».
  • corî duwem «tî»e legeł «azmar»da ke naw’ebrê be «xizil» û birîtîye le sukûn pêdanî tê û ḧezfî elfî «mitfa’iln».
  • corî sêhem «kif»e legeł «xibin» û naw’ebrê be «şikil» û ’îbarete le ḧezfî elf û nunî «mistif’iln» ke «witdî mifruq»e.
  • corî çwarem «kif»e legeł «’isb» ke naw’ebrê be «niqis» û taybetîye be lefzî «mifa’litin».