’îlletê ke dê beser şî’irda

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  588 Dîtin

emma ’îlletê ke dê beser şî’irda, ewe ’îbarete le dû cor. corî yekem be lê zyad kirdine û corî duwem be lê kem kirdin.

’îlletê ke be lê zyad kirdin bê sê core. yekem nawî «tizîyl»e ke ’îbarete le zyad kirdinî sebebêkî xefîf leser her cuz’ê ke axrekey «witdî micmu’» bê. duwem zyad kirdinî ḧerfêkî sakne leser her cuz’ê ke axrekey sebebêkî xefîf bê. em zyade pêy ełên «tisbîẍ». sêhem zyadkirdinî kemtir le pênc ḧerfe le seretay nîwey yekemî şî’rewe.

’îlletêkîş ke be kem kirdin bê çend core:

  • corî yekem labirdinî sebebêkî xefîfe ke naw ebrê be «ḧizif».
  • corî duwem ḧezfe legeł «’isb». eme taybetîye be beḧrî «wafir»ewe, ca «mifa’litin» ebê be «mifa’il». eme naw ebrê be «qitif».
  • sêhem labirdinî ḧerfî sakne le «witdî micmu’» û sakin kirdinî ḧerfî pêşewey. eme taybetîye be beḧrî «bisît» û «riciz» û «kamil»ewe. em kare naw ebrê be «qiti’».
  • çwarem «qiti’»e legeł «ḧizif» û naw’ebrê be «biqir». em kare daxił ebê le beḧrî «mitqarb» û beḧrî «midîd» da, le yekemda «mif’uln» ebê be «fi’» û le dûhemda «fa’latin» ebê be «fa’il».
  • pêncem ḧezfî ḧerfî sakin le sebebî xefîf û sakin kirdinî mitḧir ke mawekeye. eme naw ebrê be «qisir» û daxił ebê le beḧrî «rimil» û «midîd» û «xifîf» û «mitqarb» da û «fi’uln» lêreda ebê be «fi’ul».
  • şeşem ḧezfî hemû «witdî micmu’»e. em kare pêy ewtirê «ḧiziz» be dû zal û her le beḧrî «kamił» da dêne cê û «mitfa’iln» ebê be «mitfa».
  • ḧewtem ḧezfî «witdî mifruq»e û naw ebrê be «silim» be sad û lam û mîm. em kare taybetîye be beḧrî serî’ewe û «mif’ulat» eka be «mif’u».
  • heştem sakin kirdinî ḧerfî ḧewtemî muteḧerke wekû «tê»y «mif’ulatu» ke ebê be «mif’ulat» û naw ebrê be «wiqif» û le beḧrî «sirî’» û «minsirḧ» da dêtecê.
  • nohem ḧezfî ḧerfî ḧewtemî muteḧerke û naw ebrê be «kif». eme le beḧrî «sirî’» û «minsirḧ» da dêtecê û «mif’ulat» ebê be «mif’ula».
  • dehem labirdinî ḧerfî yekemî «witdî micmu’»e le seretay nîwebeytî yekemewe. eme dêtecê le beḧrî «mitqarb» û «wafir» û «hizc» û «mizar’» û «twîl» da.
  • yazdehem ḧezfî ḧerfî yekemî «witdî micmu’»e le beḧrî «xefîf» û «mictis» û «mitdark» da. eme wekû «ziḧaf» waye le ’edeme lizûmda.
neqsî nîwe şî’ir be yasay edeb
«ciz’»y pê ełên ’ulemay ’ereb