parça dumahyê ji ḧîkayeta yazdê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 3 Xulek  911 Dîtin

... ji libasêd xwe ji xatunêd aẍa û e’yan qewî şermî dibî û bê keyf bûy miřuzî diketin weku êvarê paşa tête ḧeremserayê dibîne ku xanim bi miřuze, pirs diketin ku teçye jiboy çi bê keyfî, îcarê xanim dibêje, çi bê keyf nebim, îruke ’îd bûy, jinêd aẍa û e’yan ḧemû bi zêř û çek û xemil û libasêd faxîre bûyn, û ew bi wî libasî û xemlê dihatne destê minê rastê, min jwan şerim dikir, ez xanim bim û libas û ḧalê min eve bît, eve şuleke nela’îqe, paşa dibêje xanmê ku meznayî jiboy te bese, xemil jiboy wan, meznayî jiboy te, hinde jinêd aẍa û etba’ û ẍulamêd teheyn, ev qeder jiboy te fexir bese, û ev ẍulam û etba’ mej dujminan ḧefiz diken, meznayî bi re’yet û ẍulam û etba’an dibî, meznayî bi dirav û çek û zêřan nabî, paşî xanim evî xeberî qebul nake, ku îlla min jî çek û zêř û xemil divêtin, îcarê paşa dibêje ku lazme gundêd çend aẍan jê bistînim û çend etba’an biderkem, ku mwacbêdwan zêde bimîne û bidemete ku jiboy te bibne zêř û libas û xemil, îcarê paşî çend rojekan, paşa bixef tenbîhî aẍa û e’yanan diketin, ku eḧwalekê xanmê weha heye, hûn ḧemû îşev berê subeyê swarbibin û biderkevne dewra hêşe tê deste deste biseknin, îcarê ew aẍa û e’yan digel swarêd xwe mîqdarê sih hizar swaran dibin, û dibne şeş tîp û heryek nêzukî hêşetê diseknin û muntezrî emrî dibin, weku sube rûn dibe, xanim ji pencera eywanê nezer dike ku etrafêd bajêrî swaran dame dewrî girtîne, fîlḧal têtin û paşay ji xewê řadketin, ku çi řazay, dujminan dewra kelê girtîne, paşa dibêje xanmê ku zêřu libasêd dujminan, biderîne û viřêke pêşya dujminan, bilanê ewan defi’ biketin, îcarê xanim dibêje, dujmin bi wan defi’ nabin, eman zêřu libas jiboy min lazim nînin, tuvê belayê ji serme defi’ bike, îcarê paşa dibêje ku metirse, evne ḧemû ẍulam û leşkerêd mene, ku jinêd wan te digot, ku bi zêř û ciln, eger dixiwezî ez wan biqořînim û ewan maşêdwan ḧemû bidemete jiboy xwe bike zêřu cil, paşî xanim dibêje, tobe, min cil û zêr nevêtin, eger dixiwezî evne cilêd min jî bibe bide ẍulam û leşkiryan, bi řastî ku meznayî bi ẍulam û leşkirî dibîtin û ger ne zav bazirgan jî heyn, ku gelek zêřu cil heyn, lakîn çi fayde ew mezin nînin, îcarê paşa tête derve û cewabê viřê dike jiboy swaran ku bilanê belav bibin, û her kes biçne malêd xwe, êdî swar cewab diden, ku em belav nabîn, em dê jiboy xanmê biçne talanekî û jiboy wê bînîn, jiboy xwe bidete bi zêřucil, îcarê ew swarêd e’yan û aẍan qeredaẍê talanekî tînin, mîqdarê sed hizar qirşî ku bidene xanmê jiboy xwe bidete bi cil û bikete zêř, xanim qebul naketin, ku bilanê jiboy leşkirî bitin, ez bê cil û zêr dibim, lakîn meznayî bê leşkirî nabtin..