parça berahyê ji ḧîkayeta dehê
ji gundêd alaşgirê gundekê re’îyan heye navê wî gundî «leşkuNava taybet»ye, ji wî gundî teẍayekê felan qewî zîrek û xweyî şeca’et peyda bûy diçe îstanbulê û muddeyekî êrew wêda xizmet diket, qewî jêhatî, axrî musliman dibe, navê xelîl beg datnên, řoj bi řojê ew xelîl beg pêşveçû link erkanê dewletan meqbûl bûy, dixiwezin ku ewî xelîl begê bikene ḧakmê cihekî, îcarê ew xelîl beg bixiwe, çunkî esil ji alaşgirêye, îstîd’a diket ku mîrîtya alaşgirê bidene min, îcarê ji dewletê mîrîtya alaşgirê ba ferman didene xelîl begê ew jî digel çend etba’ekan têtin û řast diçte bayezîdê nik meḧmud paşay, kal û fermanê nîşê didetin, ewjî «sim’ina û at’inaErebî» dibêje, mîrîtya alaşgirê didete xelîl begê kuřê leşku, ew jî diçîte alaşgirê dibîte mîr û qewî bi rebit û zebit ḧikumet dike û xweyî nav û şan dibît, xweyî îḧsan û kerem, lakîn aẍayêd bazîdNava taybetê ewî pesind naken û dibêjin ku ewkîye kuřê feleyekîye, şula dewletî wehaye mîrîtya qezayekê didete kuřê leşku, ji û cuhêd bazîdê aẍayekê qewî xweyî î’tibar hebûye, ḧesen begê matkî, xweyî etba’ û ẍulam û qunaẍ, rojekê ew ḧesen beg di dîwana xweda dibêje, ku ferza dewletê kuřê leşku kirîye mîr, kengî dibîtin ku ez destê..